Here Naverokê

Kursa Kitêba Pîroz Çi ye?

Kursa Kitêba Pîroz Çi ye?

 Kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe?

 Mamosteyek wê gav bi gav alî te bike ku tu Kitêba Pîroz fehm bikî. Bi alîkariya kursa înteraktîf a bi navê Heta bi Hetayê Dilşad Be!, tuyê bibînî ku Kitêba Pîroz çi dibêje û gotinên Kitêba Pîroz çawa dikarin alî te bikin. Ji bo zêdetir melûmatê, li vê vîdeoyê temaşe bike.

 Heqê kursê çi qas e?

 Kurs bêpere ye. Em guh didin vî emrê ku Îsa Mesîh dabû şagirtên xwe: “We belaş stand, belaş bidin” (Metta 10:8). Mamoste pere nastîne, û Kitêba Pîroz û kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! bêpere ne.

 Ji bo kursê çi qas wext lazim e?

 Di kursê de 60 ders hene. Piraniya xwendekaran her hefte yek yan zêdetir dersan xelas dikin. Tu dikarî li gor hal û rewşa xwe qerarê bidî ku ji bo kursê çi qas wext veqetînî.

 Gelo ez çawa dikarim dest pê bikim?

  1.  1. Forma li ser Înternetê tije bike. Emê melûmatên te yên şexsî tenê ji bo pêkanîna daxwaza te bi kar bînin ku kesek te ziyaret bike.

  2.  2. Mamosteyek wê bi te re bikeve îrtibatê. Mamoste wê zelal bike ku kursa Kitêba Pîroz wê çawa derbas bibe. Eger pirsên te hebin, tu dikarî ji wî bipirsî.

  3.  3. Tu û mamosteyê te, hûn dikarin bi hev re qerarê bidin ku kursê kengê û çawa derbas bikin. Kurs dikare rû bi rû, bi telefonê, bi vîdeokonferansê, bi nameyan yan bi e-peyamê derbas bibe. Her ders bi normalî weke saetekê dikişîne. Lê belê, dersên te dikarin li gor daxwaza te kintir yan dirêjtir bin.

 Berî ku ez dest pê bikim, gelo ez dikarim kursê carekê biceribînim?

 Belê. Ji bo vê, forma li ser Înternetê tije bike. Gava mamoste bi te re bikeve îrtibatê, jê re bibêje ku tu dixwazî kursê carekê biceribînî. Ji bo vê, mamoste wê kitêboka Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi kar bîne. Bi alîkariya 3 dersên ku tê de hene, tu dikarî biceribînî ka kurs li te xweş tê yan na.

 Eger ez kursa Kitêba Pîroz qebûl bikim, gelo ezê mecbûr bimînim ku bibim Şahidê Yehowa?

 Na. Şahidên Yehowa dixwazin alî mirovan bikin ku ew Kitêba Pîroz hîn bibin, lê ew zorê li tu kesî nadin ku ew dînê xwe biguherînin. Ew zelal dikin ku Kitêba Pîroz çi dibêje, lê ew dizanin ku her kes serbest e ku dîn û baweriya xwe hilbijêre (1. Petrûs 3:15).

 Ba min Kitêba Pîroz jixwe heye. Li dema kursê, gelo ez dikarim wê bi kar bînim?

 Belê, tu helbet dikarî Kitêba Pîroz, a ku ba te heye, bi kar bînî.

 Gelo ez dikarim gazî kesên din bikim ku ew jî bên kursê?

 Belê. Tu helbet dikarî gazî heval û merivên xwe bikî ku ew jî bên kursê.

 Eger min Kitêba Pîroz berê bi Şahidên Yehowa re lêkolîn kiribû lê dev jê berdabû, gelo ez dikarim ji nû ve dest pê bikim?

 Belê. Bi îhtimaleke mezin, tuyê ji kursa nû hê jî zêdetir kêfê bistînî, çimkî bernameya kursê li gor hewcedariyên rojane hatiye nûkirin. Di bernameya nû de zêdetir vîdeo û fersendên ji bo şêwirkirinê hene.

 Gelo ez dikarim kursa Kitêba Pîroz bi tena serê xwe, yanî bê mamoste derbas bikim?

 Belê. Hînbûna bi alîkariya mamosteyekî ji bo piraniya xwendekaran metoda herî baş e. Dîsa jî, hin kes dixwazin pêşî bi tena serê xwe lêkolîn bikin. Rûpela Hacetên ji bo Lêkolîna Kitêba Pîroz hacet û çavkaniyên bêpere nîşan dide, yên ku tu dikarî ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz bi kar bînî: