Here Naverokê

Piştî Mirinê Çi Diqewime?

Piştî Mirinê Çi Diqewime?

Bersiva Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîroz dibêje: “Yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin, lê mirî tiştekî nizanin” (Waiz 9:5, Mizgînî; Zebûr 146:4). Ev tê maneya ku gava mirov dimire, jiyana wî xelas dibe. Ji ber vê yekê, mirî nikarin hîs bikin, bifikirin yan jî hereket bikin.

“Tê vegerî axê”

 Xwedê ji zilamê pêşîn, yanî ji Adem re, şîrove kir ku piştî mirinê çi diqewime. Ji ber ku Adem bêîtaetî kir, Xwedê jê re got: “Tu ax î û tê vegerî axê” (1. Mûsa 3:19, Mizgînî). Berî ku Xwedê “Adem ji axa erdê çêkir”, Adem tune bû (1. Mûsa 2:7, Mizgînî). Îcar gava Adem mir, ew dîsa zivirî axê û tune bû.

 Îro jî eynî wisa ye. Kitêba Pîroz li ser mirina mirov û heywanan wisa dibêje: “Hemû ji axê ne û hemû cardin vedigerin axê” (Waiz 3:19, 20, Mizgînî).

Ev nayê maneya ku mirin dawiya her tiştî ye

 Kitêba Pîroz gelek caran mirinê dişibîne xewê (Zebûr 13:3; Yûhena 11:11-14; Karên Şandiyan 7:60). Kesê ku di xewa giran de ye, haya wî ji tiştên ku li derdora wî diqewimin, tune ye. Rewşa miriyan jî wisa ye. Haya wan qet ji tiştekî nîne. Belê, Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê dikare miriyan ji xewa mirinê rake û dîsa jiyanê bide wan (Eyûb 14:13-15). Ji bo hemû kesên ku Xwedê wê wan rake, mirin ne dawiya her tiştî ye.