Here Naverokê

Gelo Cin bi Rastî Hene?

Gelo Cin bi Rastî Hene?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Belê. Kitêba Pîroz wan wek “milyaketên ku guneh kirin” bi nav dike, yanî ew melek in, ên ku li hemberî Xwedê serî hildaye (2. Petrûs 2:4). Melekê pêşîn, ê ku xwe kiribû cin, Îblîs Şeytan bû, yê ku Kitêba Pîroz wek “mîrê cinan” bi nav dike (Metta 12:24, 26).

Serhildana di rojên Nûh pêxember de

 Kitêba Pîroz behsa serhildana melekan dike, ya ku berî tofana Nûh qewimîbû: “Lawên Xwedê, xweşikya keçên mirovan dîtin û bi hemûyên ku hilbijartibûn ve zewicîn” (1. Mûsa 6:2). Van melekên xerab “dev ji rûniştgehên xwe berdan” û xwe kirin însan, da ku ew karibin bi jinan re rakevin (Cihûda 6).

 Gava tofan rabû, melekên serhildêr dev ji bedenên însanî berdan û vegeriyan ezmanan. Lê belê, Xwedê ew ji malbata xwe derxistin. Pareke cezayê wan ev e ku ew êdî nikarin xwe bikin însan (Efesî 6:11, 12).