Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Min Terka Zordariyê kir”

“Min Terka Zordariyê kir”
  • Sala Bûyînê: 1956

  • Welat: Kanada

  • Berê: Bi jîyîneke bênamûsî dijît û zordarî dikir

JÎYÎNA MINE BERÊ

 Ez hatime bûyînê Kalgarî Albêrtayêda (Kanada). Ez virnî bûm çaxê dê-bavê min ji hev qetiyan û diya min ez hildam çû mala bavê xwe. Kalik-pîrikê min ez û diya min gelek hiz dikirin, û ez zareke bextewar bûm. Heta niha ez zarotiya xwe bi şabûn tînim bîra xwe.

 Çaxê ez bûme heft salî, jîyîna min bi temamî hate guhastinê, çimkî hingê diya min dîsa gihîşte bavê min û em derbazî Sênt-Lûyîsê bûn (Mîsûrî, Dewletên Yekbûyî). Zûtirekê min dît wekî bavê min zef zulm e. Mesele, çaxê roja pêşiyê ez ji mektebê vegeriyame mal û bavê min pêhesiya ku wêderê zara zordarî min kiribûn, lê min caba wan nedabû, ew gelek hêrs ket û ji van qayîmtir min xist. Ev derece minra bû ders, û heft saliya xweda min destpêkir tevî zara bikevime nav şer-dewa.

 Ji bo xeysetê bavê minî hêrs, xeysetê diya min jî giran bibû, û her gav mala meda şer-dew bû. Yanzdeh saliya xweda min destpêkir zef îçkê vexwim û narkotîkayê bidime xebatê. Çiqas diçû ez dibûme merivekî diha hêrs û timê diketime nav şer-dewê kûçê. Çaxê min mekteb xilaz kir, ez îda merivekî gelek zulm bûm.

 Çaxê ez bûme 18 salî, ez ketime nava Eskeriya Berê ya Dewletên Yekbûyî. Wêderê ez hîn bûm meriva bikujim. Paşî pênc sala ez ji wêderê derketim û ketime zaningehekê, wekî psîxolojiyayê hîn bim. Nêta min ew bû ku Biyûroya Lêpirsînên Fêdêralda bixebitim. Min hînbûna xwe Dewletên Yekbûyîda destpêkir, lê çaxê ez derbazî Kanadayê bûm, wêderê berdewam kir.

 Wedê hînbûna mine zaningehêda ez bi temamî hindava merivada dilteng bûm. Meriv xwehiz bûn û tenê derheqa xwe difikirîn, nêta jîyînê tune bû û problêmên însanetê jî nesafîkirî diman. Min qe bawer nedikir, wekî meriv bikaribin halê dinyayê baş kin.

 Nêta jîyîna min tune bû, lema jî min destpêkir zef îçkê vexwim, narkotîkayê bidime xebatê, pey pera kevim û bênamûsiyê jî bikim. Ji wedederbazkirinekê ez diçûme ser yeke din, û ji jinekê diçûme bal yeke din. Bi saya hînbûna mine eskeriyê, ez diha xweda bawer bûm û gelek car diketime nav şer-dewa. Ez difikirîm ku ez xwexa dikarim safî kim, ku çi rast e û çi nerast e. Him jî gava bi nihêrandina min kesek hindava yekî din neheq bû, min miqabilî wî şer dikir. Lê bi rastî, ez bibûme dîlê zordariyê.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

 Carekê ez û hevalê min bin hukumê narkotîkayêda bûn û me koxê binerdda marîxûana bona firotanê hazir dikir. Hingê hevalê min pirs da min, hela ez Xwedê bawer dikim yan na. Min gotê: “Hergê Xwedê ye meniya hemû kul-derda, ez naxwazim derheqa wî bizanibim jî!” Roja din çaxê ez hatim ser xebata xweye teze, heval-xebatçîkî ku Şedê Yehowa bû, ji min pirsî: “Ça tu difikirî, meniya hemû kul-derda Xwedê ye?” Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê ewî hema ew pirs da min, lema jî min xwest xeberdanê berdewam kim. Nava şeş mehada me tevî hev gelek şêwir dikir û ewî cabên hemû pirsên min bi Kitêba Pîroz dida.

 Hingê min tevî dergîstiya xwe dijît, lê ewê nedixwest tu tiştî pêbihese derheqa wê yekê, çi ku ez ji Kitêba Pîroz pêdihesiyam. Carekê roja Ledê min jêra got, wekî min Şedên Yehowa teglîfî malê kiriye, ku tevî me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. Roja din çaxê ez ji xebatê vegeriyame mal, min dît wekî ewê hemû hûr-mûr hildaye û çûye. Ez ji mal derketim û giriyam. Min destpêkir Xwedêra dua bikim û lavaya wî bikim, ku alî min bike. Ew cara pêşin bû, çaxê duayê xweda min navê Xwedê, Yehowa hilda (Zebûr 83:18).

 Du roj şûnda jin-mêrekî ku Şedên Yehowa bûn, tevî min hînbûna Kitêba Pîroz cara pêşin derbaz kirin bi kitêba Tu Dikarî Heta-Hetayê Cinetêda ser Erdê Bijî. Paşî çûyîna wan, min berdewam kir vê kitêbê bixûnim, û hema vê şevê min ev kitêb xilaz kir. a Çi ku ez derheqa Yehowa Xwedê û kurê wî Îsa Mesîh pêdihesiyam, gelek dilê min digirt. Min fem kir wekî Yehowa dilrem e û dilê wî dişewite gava em diçerçirin (Îşaya 63:9). Îlahî çaxê ez pêhesiyam ku Xwedê min hiz dike û wekî Kurê wî jîyîna xwe bona min kiriye qurban, ev diha ser min hukum bû (1 Yûhenna 4:10). Ez bawer bûm wekî Yehowa hindava minda sebir daye kifşê, çimkî “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Min texmîn dikir wekî Yehowa min berbi xwe dikişîne (Yûhenna 6:44).

 Hema ji wê heftiyê min destpêkir herim ser civatên Şedên Yehowa. Porê min dirêj bûn, min guhar dikire guhê xwe û ez ecêb dihatime xanê. Lê Şedên Yehowa ez usa qebûl kirim, tê bêjî ez merivê wan bûm û wana gelek wede ez nedîtibûm. Ewana hindava minda usa xwe dane kifşê çawa Mesîhiyên rast. Min xwe usa texmîn kir, tê bêjî vegeriyame mala kalik-pîrikê xwe, hela hê ji vê cîkî baştir jî.

 Zûtirekê, bi saya prînsîpên Kitêba Pîroz min destpêkir jîyîna xwe aliyê başda biguhêzim. Min porê xwe kur kir, terka jîyîna bênamûsî, îçkevexwarina zêde û narkotîkayê da (1 Korintî 6:9, 10; 11:14). Min dixwest dilê Yehowa şa kim. Lema jî çaxê ez pêdihesiyam, ku hine kirên min Xwedê xweş nayên, min tu car xwe heq dernedixist. Lê evê yekê dilê min dêşand û min xwera digot: “Ez gerekê îda usa nekim”. Min derbêra destpêdikir fikir û rabûn-rûniştina xwe biguhêzim. Zûtirekê min texmîn kir, ku çaxê qirara Yehowa tînim sêrî, kareke mezin distînim. Şeş meh paşî destpêkirina hînbûna Kitêba Pîroz, sala 1989-da, 29 Tîrmehê, ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND

 Kitêba Pîroz ez pêda guhastim. Berê, gava kesek hindava minda hevalhiz nîbû, min nikaribû hêrsa xwe kontrol kira. Lê niha ez qewatê didime xebatê, seva ku “tevî hemû meriva edilayiyêda” bim (Romayî 12:18). Ev hemû tişt bi saya Yehowa hate standin. Ez gelek ji Wî razî me, wekî qewata Xebera wî û ruhê pîroz ez guhastim (Galatî 5:22, 23; Îbranî 4:12).

 Ez îda dîlê narkotîkayê, zulmiyê û xwestinên bênamûsî nînim. Lê dewsê ez xîret dikim ku dilê Yehowa Xwedê şa kim û bi dil wîra xizmet kim. Mesele, ez alî meriya dikim ku Yehowa nas kin. Çend sal paşî nixumandina xwe, ez derbazî welatekî din bûm, kîderê ku hewcetiya mizgînvana hebû, seva ku mizgîniya xêrê bela kim. Îda gelek sal e ez alî meriya dikim, ku Xwedê nas kin û divînim çawa Kitêba Pîroz jîyîna wan jî aliyê başda diguhêze. Ev yek şabûna mezin dike dilê min. Ez usa jî gelek bextewar im, ku diya min jî bû Şedê Yehowa, bi saya wê yekê ku didît wekî min çawa jîyîna xwe guhast.

 Sala 1999-da Êl Salvadorêda min mekteb xilaz kir, kîjan ku niha tê navkirinê “Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê”. Vê mektebêda min zanebûn stand, û ez hîn bûm şixulê belakirina mizgîniyêda cabdariyê hildim ser xwe, û usa jî wekî civatêda şixulê şivantiyê bikim û hîn kim. Vê salê, min usa jî kulfeteke delal Êvgêniya nas kir, û me hev stand. Tevayî em Guatemalayêda ça xizmetkarên hertim xizmet dikin.

 Dewsa ku ji jîyîna xwe eciz bim, ez gelek bextewar im. Bi saya wê yekê ku min prînsîpên Kitêba Pîroz dida xebatê, ez xilaz bûm ji dîltiya bênamûsiyê û zulmiyê. Niha emirê min bi hizkirinê û edilayê tije ye.

a Niha Şedên Yehowa edebyeteke din bona hînbûnê didine xebatê, bi navê Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!