Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

Ez Pêda Ketibûme Belayê

Ez Pêda Ketibûme Belayê
  • Sala Bûyînê: 1971

  • Welat: Tonga

  • Berê: Narkotîka dida xebatê û kelêda rûniştibû

JÎYÎNA MINE BERÊ

 Malbeta me ji Tongayê ye. Ew welat ku ji 170 girava ye, ji Okyanûsa Mezin aliyê başûra roavayê ye. Tongayêda me kesîbiyêda dijît, ne toka me hebû, ne jî erebe. Lê ava me hebû û me çend mirîşk xwey dikir. Wedê hêsabûna ji mektebê min tevî du birên xwe alîkarî dida bavê xwe, ku ebûra malbetê bikin. Dêmek me banan, batat û dîsa çend êmîşên din diçand û difrot. Me bi saya vê yekê ebûra malbeta xwe dikir, çimkî xebata bavê mine hertim tune bû. Mîna merivên Tongayê, malbeta me jî Kitêba Pîroz gelek qîmet dikir û timê diçûne dêrê. Em difikirîn ku tenê hingê wê jîyîna me baş be, hergê em derbazî welatekî dewletî bin.

 Çaxê ez 16 salî bûm, xalê min alî malbeta me kir, ku em derbazî Kalîfornyayê bin, (Dewletên Yekbûyî). Kûltûra wan ji kûltûra me gelek cude dibû, çi ku bona me çetin bû! Rast e aliyê aboriyêda halê me hevekî pak bû, lê me mihaleke kesîbda dijît, kîderê ku zulmî, narkotîk û qaçaxtî belabûyî bû. Me êvara timê dengê gulekirinê dibihîst, û cînarên me nîvê zef bin tirsêda dijîtin. Gelek merivên mihala me pê çeka diçûn dihatin seva ku xwe biparêzin, îlahî wedê şer-dewa. Wedê şerekî usa, ez hatime gulekirinê û heta niha patron sîngê minda maye.

 Çaxê ez mektebêda hîn dibûm, min dixwest bibûma mîna hevalên xwe. Ez hêdî-hêdî pêda diketime nava wedederbazkirinên necayîz, îçkevexwarina zêde, zulmiyê û narkotîkayê. Wede şûnda ez kokayînêva hatime girêdanê. Seva ku narkotîkayê bikirim, min destpêkir diziyê bikim. Rast e malbeta min timê diçû dêrê, lê tu kesî minra nedigot, ku ez gerekê nekevime ber bayê hevalên xirab. Gelek car ji bo kirên xweye zulm ez dihatime girtinê. Ez pêda ketibûme belayê! Axiriyê ez ketime kelê.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

 Sala 1997, carekê çaxê ez hê kelêda bûm, girtîkî destê minda Kitêba Pîroz dît. Wê rojê Cejina Roja Bûyîna Îsa bû, û bona merivên Tongayê ev roj pîroz bû. Ewî ji min pirsî, hela ez zanim ku bi rastî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa bûyîna Mesîh. Lê min derheqa vê yekê tu tişt nizanibû. Ewî ji Kitêba Pîroz minra derheqa bûyîna Mesîh xwend, û min dît wekî gelek tiştên ku Cejina Bûyîna Mesîhva girêdayî ne, Kitêba Pîrozda nayê gotinê (Metta 2:1-12; Lûqa 2:5-14). Hişê min çû û min xwest hê zêde derheqa Kitêba Pîroz pêbihesim. Ev meriv her heftiyê diçû civatên Şedên Yehowa, kîjan ku kelêda derbaz dibûn, û min safî kir ez jî tevî wî herim. Wêderê wana kitêba Eyantî şêwir dikir. Rast e min rind fem nedikir çi ku wana digot, lê min têderxist wekî hemû tiştên ku ewana hîn dikin ser hîmê Kitêba Pîroz in.

 Çaxê Şedên Yehowa minra gotin, ku dikarin hînbûna Kitêba Pîroz tevî min derbaz kin, ez bi şabûn qayîl bûm. Ez cara pêşin ji Kitêba Pîroz pêhesiyam, ku erd wê bibe cinet (Îşaya 35:5-8). Min fem kir ku hergê ez dixwazim li Xwedê xweş bêm, ez gerekê guhastinên mezin jîyîna xweda bikim. Him jî hergê ez terka xeysetê xweye xirab nedim, Yehowa wê îzinê nede min Cinetêda bijîm (1 Korintî 6:9, 10). Min safî kir hêrsa xwe kontrol kim, usa jî cixarê, îçkevexwarina zêde û narkotîkayê biterikînim.

 Sala 1999, pêşiya ku ez bihatama azakirinê, dewletê ez ji kelê derbazî zoma êmîgranta kirim. Salekê zêdetir ez tevî Şedên Yehowa têklî nedibûm, lê dîsa jî min berdewam dikir guhastina nav xweda bikim. Sala 2000-da hukumeta Dewletên Yekbûyî îzin neda min dewleta wanda bimînim, lema jî ez şandime Tongayê.

 Gava ez vegeriyame Tongayê, min Şedên Yehowa geriya û dîsa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Çi ku ez pêdihesiyam gelek min xweş dihat. Gelek ser min hukum bû çaxê min dît, wekî hemû hînkirinên Şedên Yehowa ça Dewletên Yekbûyîda usa jî dewleta minda, ser hîmê Kitêba Pîroz in.

 Herêma meda bavê min yekî navdeng bû, çimkî dêrêda cabdariya wîye mezin hebû. Lema jî pêşiyê malbeta min xweş nehat û ewana eciz bûn, ku ez tevî Şedên Yehowa hevaltiyê dikim. Lê wede şûnda dê-bavê min şa dibûn, çaxê didîtin, wekî prînsîpên Kitêba Pîroz alî min dikin, jîyîna xwe aliyê başda biguhêzim.

Mîna gelek merivên Tongayê, ez bi siheta rûdiniştim û min kava vedixwar

 Lê guhastina lape çetin bona min ew bû, ku terka kavayê bidim, çi ku miletê me zef vedixwin. Gelek mêrên Tongayê her heftî bi siheta rûdiniştin û kava vedixwarin, kîjan ku ji koka bîberê hazir dikirin. Çaxê ez dîsa vegeriyame welatê xwe, min destpêkir her êvar herime klûba kavayê, û min haqas vedixwar ku hişê xwe unda dikir. Ev problêm vê yekêva girêdayî bû, ku min tevî wan meriva hevaltî dikir, kîjana normên Kitêba Pîroz hilnedidan hesab. Wede şûnda alî min kirin ku fem bikim, wekî ez pê wan xeysetên xweye xirab Xwedê bêhurmet dikim. Lema jî min jîyîna xweda guhastin kirin, seva ku Xwedê xweş bêm û bême keremkirinê.

 Min destpêkir herim ser hemû civatên Şedên Yehowa. Bi saya hevaltiya tevî merivên ku xîret dikirin dilê Xwedê şa kin, ez cêribandinada sist nedibûm. Sala 2002-da ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa.

ÇI KAR MIN STAND

 Ez gelek razî me bona sebira Xwedê hindava minda. Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan . . . Bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Xwedê zûdava dikaribû ev dinya xirab kuta kira, lê ewî wede da seva ku merivên mîna min bikaribin bibine dostên wî. Dilê min bi şabûnê tije dibe gava ez difikirim, wekî Yehowa pê min dikare alî merivên din jî bike, ku bibine dostên wî.

 Bi alîkariya Yehowa ez îda xwe nakime belayê û hîn bûme xwe kontrol kim. Berê min dizî dikir, wekî narkotîkayê bikirim, çi ku ez berbi mirinê dibirim. Lê niha ez îda alîkariyê didime meriva, wekî ewana jî bibine dostên Yehowa. Bi saya Şedên Yehowa ez rastî Têayê hatim, ya ku bû jina mine hizkirî. Niha kurê meyî biçûk heye, û em gelek bextewar in. Em tevayî meriyara derheqa gumana jîyîna heta-hetayê gilî dikin, kîjan ku Kitêba Pîroz soz dide.