Derbazî serecemê

Çi ye Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa?

Çi ye Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa?

 Koma rêberiyê ew komeke biçûk e ji Mesîhiyên ruhanîda cêribandî, yên ku nav temamiya dinyayê rêberiyê şixulên Şedên Yehowa dikin. Ew kom bona du tişta cabdar e:

 Koma Rêberiyê çev dide şandî û rûspiyên Orşelîmê yên qirna yekê, kîjana ku safîkirinên ferz dikirin bona halxweşiya temamiya civata Mesîhiya (Karên Şandiya 15:2). Endemên Koma Rêberiyê jî mîna wan mêrên amin serokên teşkîleta me nînin. Ewana rêberiyê ji Kitêba Pîroz digerin û qebûl dikin, wekî Yehowa Îsa Mesîh kifş kiriye ça serê civatê (1 Korintî 11:3; Efesî 5:23).

Kî ne nava Koma Rêberiyêda?

 Endemên Koma Rêberiyê ew in: Kênêt Kûk, Gêyc Flîgil, Sêmûêl Hurd, Cêfrî Cêkson, Stîvên Lêt, Gêrît Luş, Mark Sandêrson, Dêvîd Splêyn û Cêfrî Wîndêr. Ewana ofîsa meye serekeda Worwîkêda, dêmek Niyû Yorkêda xizmet dikin.

Koma Rêberiyê ça sazkirî ye?

 Koma Rêberiyê şeş komîtê saz kirine, kîjan ku bona cûre-cûre şixulên teşkîleta me cabdar in. Her endemekî Koma Rêberiyê, yek yan çend komîtêyada xizmet dikin.

  •   Komîtêya Koordînatora bona şixulên qanûnzaniyê cabdar e, usa jî derbêra alîkariyê dide Şedên Yehowa, yên ku rastî teşqelên tebiyetê, peyketina û derecên din tên.

  •   Komîtêya Kifşkirina Endema xem dike bona wan şixula, yên ku endemên Beytelêva tevgirêdayî ne.

  •   Komîtêya Neşirkirinê cabdar e bona hazirkirina xwarina ruhanî û şandina edebyeta. Usa jî cabdar e bona avakirina ciyê hebandinê, ofîsên bona welgera, û fîlîala.

  •   Komîtêya Xizmetiyê cabdar e bona belakirina “Mizgîniya Padşatiyê” (Metta 24:14).

  •   Komîtêya Hînkirinê cabdar e bona hazirkirina bernama ruhanî, kîjan ku em bi saya civata, cûre-cûre mekteba û usa jî bi saya aûdîo-vîdêo nivîsandina distînin.

  •   Komîtêya Nivîskariyê cabdar e bona hazirkirina xwarina ruhanî ça bi cûrê neşirkirî usa jî ser malperê. Ew usa jî rêberiya şixulê welgera dike.

 Xêncî wan tişta, endemên Koma rêberiyê her heftî dicivin, seva ku derheqa hewcê teşkîletê şêwir kin. Ser wan civîna ewana ser hîmê Nivîsarên Pîroz şêwir dikin û dihêlin wekî ruhê pîroz rêberiya wan bike, seva bikaribin yektiyêda safîkirinên rast bikin (Karên Şandiya 15:25).

Kî ne alîkarçiyên Koma Rêberiyê?

 Ew alîkarçî Mesîhiyên bi îtbar in, kîjan ku alîkariyê didin Komîtêyên Koma Rêberiyê (1 Korintî 4:2). Ewana cêribandî ne, lema jî ev şixulê ku tesmîlî wan dikin, bi hostetî tînin sêrî. Ewana usa jî her heftî têne ser wan civîna, kîjan ku ew komîtê derbaz dikin. Rast e ew alîkarçî dewsa komîtê safîkirina nakin, lê şîret û înformasiya kêrhatî didine wan bira. Ewana usa jî nihêrandina xwe dibêjin, bi saya çi jî axiriyêda komîtê safîkirinên baş dike. Xêncî vê yekê, ewana dîna xwe didinê, ku ew safîkirin çi axirî tînin. Koma Rêberiyê dikare wana kifş ke, seva ku ewana nav temamiya dinyayêda serlêdana xûşk-bira bikin û ser civînên hersalî û wedê xilazkirina mekteba Gîledê pê têma derkevin.

NAVÊN ALÎKARÇIYÊN KOMA RÊBERIYÊ

Komîtê

Nav

Komîtêya Koordînatora

  • Con Êkran

  • Gîlîs Pol

  • Snaydêr Troy

Komîtêya Kifşkirina Endema

  • Cêrald Grîzlê

  • Patrîk Lafranka

  • Daniyêl Molçan

  • Mark Skott

  • Ralf Wols

Komîtêya Neşirkirinê

  • Robêrt Batlêr

  • Harold Korkên

  • Gayûs Glokêntîn

  • Donald Gordon

  • Robêrt Lûçîonî

  • Alêks Rêînmûlêr

  • Davîd Sînklêr

Komîtêya Xizmetiyê

  • Gêrî Bro

  • Coêl Dêlîncêr

  • Corc Bêtî

  • Êntonî Grîfîn

  • Sêt Hayat

  • Cêdêl Codî

  • Krîstofêr Mêyvor

  • Baltasar Pêrla

  • Cêîkob Ramf

  • Smît Conatan

  • Wîlîam Turnêr

  • Lêon Wîvêr

Komîtêya Hînkirinê

  • Maîkl Bênks

  • Ronald Kûrzan

  • Kênêt Flodîn

  • Wîlîam Malênfant

  • Mark Nûmar

  • Dêvîd Şêyfêr

Komîtêya Nivîskariyê

  • Aladîs Nîkolas

  • Pêr Krîstênsên

  • Robêrt Sîranko

  • Godbêrn Kênêt

  • Cêyms Mantz

  • Îsak Maraî

  • Klaîv Martîn

  • Lêonard Mayêrs

  • Cîn Smoûlî

  • Hêrmanûs van Sêlm