Derbazî serecemê

Ez Ça Dikarim Bibime Şedê Yehowa?

Ez Ça Dikarim Bibime Şedê Yehowa?

 Ji xeberên Îsa ku kitêba Metta 28:19, 20-da nivîsar in, tê kifşê ku meriv kîjan gav gerekê bavêje, wekî bibe Şedê Yehowa. Ji wan rêza tê xanê, ku çi lazim e bikin ku bibine şagirtên Îsa û derheqa Yehowa şedetiyê bidin.

 Gava 1: Pêbihesin ku Kitêba Pîroz çi hîn dike. Îsa temî da şagirtên xwe û got ku “hemû mileta bikin şagirt” û wana hîn kin (Metta 28:19, 20, ÎM). Ew xebera ku hatiye welgerandinê ça “şagirt”, raste-rast tê hesabê “xwendevan”. Kitêba Pîrozda, îlahî hînkirinên Îsada temî û şîret hene, yên ku alî meriva dikin, bextewar bin û nêta jîyînê bistînin (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Em hazir in bi dil û can tevî we hînbûna Kitêba Pîroze bêpere derbaz kin, wekî hûn diha zêde derheqa vê kitêbê pêbihesin (Metta 10:7, 8; 1 Têsalonîkî 2:13).

 Gava 2: Çi ku hûn pêdihesin emirê xweda bidine xebatê. Îsa got wekî ewên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, gerekê “hemû temiyêd ku [ewî] dane”, xwey kin (Metta 28:20). Ew tê hesabê ku hînbûna Kitêba Pîroz ne tenê zanebûna me gerekê zêde ke, lê usa jî gerekê fikir û rabûn-rûniştina me li gora vê zanebûnê biguhêze (Karên Şandiya 10:42; Efesî 4:22-29; Îbranî 10:24, 25). Û ewên ku temiyên Îsa tînin sêrî, xwexa safî dikin wekî bibin şagirtên wî û emirê xwe tesmîlî Yehowa kin yan na (Metta 16:24).

 Gava 3: Lazim e hûn bêne nixumandinê (Metta 28:19). Kitêba Pîrozda nixumandin tevî definkirinê tê beramberkirinê (Beramber kin Romayî 6:2-4). Dêmek, ew tê hesabê, wekî meriv cûrê jîyîna xweye pêşin dihêle û destpêdike bi jîyîneke teze bijî. Bi nixumandinê meriv dide kifşê, ku ewî du gavên pêşin derheqa kîjanî Îsa digot, anî sêrî û bona îsafa rihet Xwedêra dua dike (Îbranî 9:14; 1 Petrûs 3:21).

Ez ça têderxim ku îda hazir im bême nixumandinê?

 Tevî rûspiyên civatê xeber din. Ji xeberdana tevî we ewana wê bivînin ku hela hûn fem dikin, wekî ew gav çi têne hesabê, hûn prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda didine xebatê û we bi rezedilî xwe tesmîlî Xwedê kiriye (Karên Şandiya 20:28; 1 Petrûs 5:1-3).

Gelo bona zarên Şedên Yehowa ew gav eseyî ne?

 Erê. Şedên Yehowa zarên xwe “bi şîret û hînkirina” Yehowa mezin dikin, hema usa çawa ku Kitêba Pîroz hîn dike (Efesî 6:4). Lê çaxê zar mezin dibin, ewana xwexa safî dikin ku hînkirinên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, qebûl bikin, û emirê xweda bidine xebatê. Tenê bi wî cûreyî ewana wê bona nixumandinê hazir bin (Romayî 12:2). Belê, her kes xwexa safî dike ku çi bihebîne (Romayî 14:12; Galatî 6:5).