Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Du Welgerên ku Navê Xwedê Peymana Nûda Vegerandin

Du Welgerên ku Navê Xwedê Peymana Nûda Vegerandin

 Yek ji wan dua, kîjan ku gelek meriv ezberî zanin, Duayê Xudan e, derheqa kîjanî Îsa şagirtên xwe hîn dikir. Ev dua Peymana Nûda nivîsar e. Ev dua usa destpêdibe: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be [dêmek hurmet be]” (Metta 6:9). Navê Xwedê welgerandina Înglîzîda hatiye nivîsarê “Jehovah”, lê carna jî “Yahweh”. a Bidine hişê xwe wan welgerandinada usa jî heye navên xudanên qelp, yên usa ça Zeûs, Hermes û Artemîs. De îja gelo nelazim bû, wekî wana navê Xwedayê rast û avtorê Kitêba Pîroz eyan kirana? (Karên Şandiya 14:12; 19:35; 2 Tîmotêyo 3:16).

Peymana Nûda navê hine xudanên qelp tê xebitandinê. Lê gelo navê Xwedêyî rast têda gerekê neyê nivîsarê?

 Welgerên Kitêba Pîroz ser zimanê Înglîzî, navê kîjana ye Lansêlot Şêdwêl û Frêdêrîk Parkêr digotin wekî navê Xwedê Peymana Nûda gerekê bê vegerandinê. Çima xebera “vegerînin” dibêjin? Çimkî ewana îzbat bûn, wekî nivîsarên orîjînalda navê Xwedê hebûye, lê paşê welgera nenivîsîne. Lê çira wana vê yekêda îzbat bûn?

 Şêdwêl û Parkêr zanibûn, wekî hebûn manûskrîpt, kîjan ku nav dikirin Peymana Kevin, serê-sêrîda bi zimanê Îbranî hatibûne nivîsarê, kîjanada bi hezara cara navê Xwedê hatiye nivîsarê. Lema jî ewana ecêbmayî diman, çaxê didîtin wekî manûskrîptên Peymana Nûda navê Xwedê tune ye. b Xêncî wê yekê Şêdwêl usa jî didît wekî çaxê welgera manûskrîptên Peymana Nûda gilî-gotinên manûskrîptên Peymana Kevin dane xebatê, mesele melekê Yehowa, wana navê Xwedê derxistine û dewsê dane xebatê xebera Kyʹri·os, çi ku tê hesabê “Xudan” (2 Padşatî 1:3, 15; Karên Şandiya 12:23).

Navê Xwedê ser zimanê Îbranî

 Heta ku Şêdwêl û Parkêr welgerandinên xweye ser zimanê Înglîzî neşir kirana, hine welgerên din welgerandinên xweye ser zimanê Înglîzîda, navê Xwedê Peymana Nûda vegerandibûn, lê ne hemû ciya. c Pêşiya sala 1863 çaxê Parkêr Peymana Nûye Welgerandina Raste-Rast neşir kir, hingê ji welgerên Înglîzî tu kesî Peymana Nûye neşirkirîda navê Xwedê hemû ciya venegerandibûn. Gelo Lansêlot Şêdwêl û Frêdêrîk Parkêr kê bûn?

Lansêlot Şêdwêl

 Lansêlot Şêdwêl (1808-1861) qanûnzan bû kurê Lansêlot Şêdwêl Axa bû, kîjan ku Înglîstanêda qulixiya bilindda bû. Kur endemê Dêra Înglîzî bû. Rast e, ewî Sêyekane bawer dikir, lê dîsa jî hindava navê Xwedê qedir dida kifşê û derheqa navê Xwedê digot “navê YEHOWAYÎ rûmet”. Şêdwêl welgerandina xweda dêmek kitêbên Metta û Marqosda, têksta serekeda 28 cara navê “Yehowa” daye xebatê. Lê elametiyên zêdeye bona wan têkstada 465 cara.

 Diqewime Şêdwêl hingê derheqa navê Xwedê pêhesiya, çaxê ewî Peymana Kevine orîjînalda ser zimanê Îbranî dît. Ewî got wekî ewên ku welgerandina Kevine ser zimanê Îbranîda dewsa navê Xwedê, dane xebatê xebera Kyʹri·os, “ewana welgerên nehelal bûn”.

Kitêba Metta ser zimanê Înglîziye welgerandî bi elametiyên zêdeye Şêdwêl (1859), kîjan ku kitêbxane Bodlînêda heye. Lîsênziya CC BY-NC-SA 2.0 UK. Hate guhastinê: Têkst bi xezê hatiye kifşkirinê

Welgerandina Şêdwêl, ya kitêba Metta 1:20

 Şêdwêl welgerandina xweda navê Yehowa cara ewlin kitêba Metta 1:20-da daye xebatê. Bona vê rêzê elametiya zêdeda ewî usa nivîsî: “Xebera [Kyʹri·os] vira û ciyên dinda jî tê hesabê YEHOWA, dêmek navê Xwedêyî layîq: lema jî gelek ferz e navê Xwedê welgerandina Înglîzîda vegerînin”. Ewî usa jî got: “Hurmet-rûmeta hindava navê Xwedê evê yekê dewa dike. Ewî xwexa navê xwe YEHOWA eyan kir: çaxê em derheqa Yehowa xeber didin, û navê Yehowa didine xebatê, vê çêtir tiştek tune ye”. Paşê jî ewî usa gotiye: “Vêrsiya meye Înglîzîda [Vêrsiya Aqûb Padşa ya Destûrkirî] navê YEHOWA tenê hine ciya heye . . . dewsa navê Xwedêyî şexsî nivîsar e Xudan”. Şêdwêl usa jî zêde kir: “Xudan . . . sernavekî lapî nelayîq e”, kîjan ku dewsa navê Xwedê didine xebatê, hela hingê jî wî nav dikin “Xudan”, gava mala wîda nin.

“[Xwedê] xwexa navê xwe YEHOWA eyan kir: çaxê em derheqa Yehowa xeber didin, û navê Yehowa didine xebatê, vê çêtir tiştek tune ye”.—Lansêlot Şêdwêl

 Şêdwêl welgerandina xweye Metta sala 1859-da neşir kir, lê vêrsiya xweye Metta û Marqos tevayî, sala 1861-da neşir kir. Paşê îda ev xebata wî sekinî. Ew sala 1861-da, 11 Çileyê mir. Hingê 52 salî bû. Lê ev emekê wî badîhewa nîbû.

Frêdêrîk Parkêr

 Bîznêsmênekî Londonêyî dewletî, navê kîjanî Frêdêrîk Parkêr bû (1804-1888) derheqa welgerandina Şêdwêl ya Metta pêhesiya. Û ewî destpêkir Peymana Nû welgerîne, çaxê 20 salî bû. Parkêr hînkirina Sêyekane bawer nedikir û vê yekêda ji Şêdwêl cude dibû. Ewî nivîsî: “[Bira] temamiya Dêra Kurê [Xwedêyî] delal . . . rastiyê qebûl ke . . . û Xwedayê Himzor Yehowa bihebîne”. Parkêr usa jî texmîn dikir, wekî manûskrîptên Peymana Nû, kîjanada ku dane xebatê xebera Kyʹri·os ça Xudan Xwedê û Xudan Îsa, bi rastî meriya dixalifînin, çimkî bi vê yekê çetin dibe cudetiya orta wanda bivînin. Lema jî Parkêr ecêbmayî ma çaxê dît, wekî Şêdwêl hine têkstada Kyʹri·os daye xebatê dewsa navê “Yehowa”.

 Gelo Parkêr çi cûreyî karibû evê pirsê fem bike? Ew zimanê Îbranî hîn dibû, hela hê jî ewî çend kitêb û belavok nivîsî derheqa gramera zimanê Îbranî. Ew usa jî bû endemê zaningeha Anglo-Bîbliyatî, ya ku manûskrîptên Kitêba Pîroz bi vê nêtê lêkolîn dikir, ku welgerandina Kitêba Pîroze Înglîzî ya lape baş derxe. Sala 1842-da Parkêr welgerandina xweye pêşin ya Peymana Nû neşir kir, kîjan ku bi hine para bû. d

Welgerandina Peymana Nû ya Parkêr (Hêyînfîtêr)

Emekê Parkêr bona Vegerandina Navê Xwedê

 Çend sala Parkêr derheqa pirsên usa dinivîsî: “Çi çax xebera Kyʹri·os tê gotinê ser Xudan Îsa û çi çax ser Xudan Xwedê? Çima xebera Kyʹri·os bi gramerî dane xebatê ça nav, ne ku sernav?

 Çaxê Parkêr dît welgerandina Şêdwêl ya Metta ya sala 1859, kîderê ku derheqa Kyʹri·os elametiya zêde hebû, ewî fem kir, wekî hine kontêkstada Kyʹri·os “gerekê bê welgerandinê ça Yehowa”. Lema jî ewî welgerandina xweye Peymana Nû destpêkir rast ke, seva ku navê Yehowa wan ciya lêke, kîderê ku lazim e, çimkî ewî fem kir wekî kontêkst û gramera Îbranî evê yekê dewa dike. Derxistina Parkêre Welgerandina Peymana Nûye Raste-Rast ya sala 1863, têksta serekeda navê Xwedê 187 cara hatiye xebitandinê. Ça tê kifşê ev vêrsiya Înglîziye pêşin bû, ku hatibû neşirkirinê, kîderê ku navê Xwedê hatibû xebitandinê nava temamiya Nivîsarên Îbranîda. e

Rûpêla pêşin ya welgerandina Parkêre Peymana Nû ya sala 1864

 Parkêr usa jî sala 1864-da neşir kir Înformasiya Topkirî ya Vêrsiya Înglîziye Peymana Nû . . . tevî Vêrsiya Înglîziye Destûrkirî. Meniya vê yekê, ku ewî çima du vêrsiya tevayî kire yek, ew bû, wekî bide kifşê kîderê û ça vêrsiya wî ji yên din cude dibe. f

 Parkêr seva ku bide kifşê wekî vegerandina navê Xwedê çiqas ferz e, dîna meriva da ser hine rêzên ji Vêrsiya Destûrkirî. Mesele Romayî 10:13 kîderê nivîsar e: “Kî gazî navê Xudan ke, wê xilaz be”. Parkêr pirsê dide: “Gelo [kî] fem kir wekî ev rêzê ji Vêrsiya Înglîziye Destûrkirî . . . derheqa Yehowa dibêje, ne ku derheqa Kur Îsa Mesîh, Xudanê me?”

Romayî 10:13 Vêrsiya Aqûb Padşada (li jor) û welgerandina Parkêre ya sala 1864

 Parkêr bêhesab perê xwe xerc dikir, seva ku belavoka, kaxaza û nivîsarên xweye din neşir ke. Bi rastî ewî haqas perê xwe xerc kir, çiqas ku weke 132 000 $ Dewletên Yekbûyî ye. Ewî usa jî gelek kopiyên xwe, bêpere şande nasên xwera, û usa jî endemên dêrêra wekî bixûnin û pêbihesin.

 Hine zandara qerfê xwe nivîsarên Parkêr û Welgerandina wîye Peymana Nû dikirin, kîjan ku sînorkirî bûn. Wana bi kirên xweye usa didane kifşê, wekî qîmet nakin emekê Parkêr, Şêdwêl û yên din, kîjana ku navê Xwedêyî şexsî Peymana Nûda vegerandin.

 Hûn usa jî dikarin vîdêoya 10 deqa binihêrin, kîjan ku hê zêde elametî eyan dike derheqa vê yekê: Mûzêya Worwîkê: “Kitêba Pîroz û Navê Xwedê”.

a Welgerandinên ser zimanê Kurmancîda “Jehovah” hatiye welgerandinê ça “Yehowa”, carna jî “Yahweh”.

b “Yah” navê Yehowa bi forma kin e, kîjan ku Eyantî 19:1, 3, 4, 6, xebera “Halêlûyada” heye, çi ku tê hesabê “Cimet, rûmet kin Yah!”

c Şêdwêl temamiya Peymana Nû welnegerand. Welgerên din jî hebûn, mesela Fîlîp Dodrîc, Êdward Harwûd, Wîliyam Nûkem, Êdgar Têylor û Gîlbêrt Wakfîld.

d Parkêr seva ku şixulê xweye bîznêzê ji şixulê xweye Kitêba Pîrozva girêdayî başqe ke, nava şixulê Kitêba Pîrozda navê zêde da ser xwe, dêmek Hêrman Hêyînfîtêr. Ev nav apêndîksa Welgerandina Dinya Tezeda çend ciya heye.

e Sala 1864-da Parkêr Vêrsiya Înglîziye Peymana Nû neşir kir û wêderê navê Xwedê 186 cara daye xebatê.

f Pêşiya welgerandinên Parkêr, gelek welgerandinên Îbraniye Peymana Nûda hine rêzada navê Xwedê hatibû xebitandinê. Usa jî sala 1795-da Con Cêykob welgerandina Almanî neşir kir, kîderê ji Metta heta Cihûda 90 carî zêdetir navê Xwedê hatiye xebitandinê.