Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Çira Qedirgirtin Kêm Bûye?—⁠Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Çira Qedirgirtin Kêm Bûye?—⁠Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Qedirgirtin nava merivada çiqas diçe hê kêm dibe. Mesele, meriv ser doxdira dikine qare-qar; xweyên rêstorana xebatçiyên xwe bêhurmet dikin; merivên ku teyarada nin, hindava xebatçiyên teyarê bêqedir in; zarên nes qerfê dersdarên xwe dikin, wana didine tirsandinê û hicûmî ser wan dikin; usa jî hine merivên polîtîkayê dikevine nava şer-dewa, lê hinekên din xwe usa nîşan dikin, wekî yançi ewana bi qedir in.

 Kitêba Pîroz şirovedike ku çima îro qedirgirtin kêm bûye, û rêberiya bi îtbar dide ku bi rastî qedirgirtin çi ye.

Çira qedirgirtin kêm bûye?

 Qedirgirtin ya ku tişteke gelek qîmet û hêja ye, îro nav temamiya dinyayêda kêm dibe.

  •   Li gora hesaba paşin derheqa qedirgirtinê, merivên Amêrîkî dibêjin ku Dewletên Yekbûyîda normên nav-namûsiyê himberî 22 salên paşwextiyê diha kêm bûne.

  •   Li gora lêkolîna din jî, ya ku 28 welatada derbaz bû, ji 32 000 meriva 65 selefa gotin, wekî himberî berê qedir nav merivada îro gelek kêm bûye.

 Kitêba Pîrozda pêşda hatibû gotinê derheqa rabûn-rûniştina wî cûreyî, ya ku îro em divînin.

  •   “Rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, . . .  zulmkar, neyarên qenciyê” (2 Tîmotêyo 3:1-3).

 Seva ku hê zêde pêbihesin wekî çawa ev pêxembertî îro tê sêrî, bixûnin gotara “Gelo Kitêba Pîrozda Hatiye Pêxembertîkirinê, ku Wedê Meda Meriv wê Çi Cûreyî bin?

Rêberiya bi îtbar bona rabûn-rûniştina bi qedir

 Vê dinyayêda kîderê qedirgirtin kêm dibe, bi mîlyona meriv têderxistin, wekî Kitêba Pîroz rêberiya gelek baş dide bona vê yekê, ku çawa qedir bidine kifşê. Rêberiya wê, timê kêrhatî ye çawa niha, usa jî heta-hetayê (Zebûr 111:8). Dîna xwe bidine çend mesela:

  •   Kitêba Pîroz çi dibêje: “Çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, gerekê hûn jî bona wan usa bikin” (Metta 7:12).

     Ev çi tê hesabê: Em gerekê hindava merivada qenc û bi qedir bin, dêmek usa çawa ku em dixwazin meriv hindava meda bin.

  •   Kitêba Pîroz çi dibêje: “Derewa ji pêsîra xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwera rast xeber de” (Efesî 4:25).

     Ev çi tê hesabê: Em gerekê ça xeberdana xweda, usa jî kirên xweda helal bin.

 Seva ku hê zêde derheqa vê têmê pêbihesin, ji kerema xwe bixûnin: