Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

E+/taseffski/via Getty Images (Stock photo. Posed by model.)

HIŞYAR BIMÎNIN!

Halê Cahila Aliyê Êmosiyalîda Çiqas Diçe Hê Xirab Dibe—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

Halê Cahila Aliyê Êmosiyalîda Çiqas Diçe Hê Xirab Dibe—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

 Sala 2023, 13 Sibatê, roja Duşemê, Dewletên Yekbûyîda Teşkîleta bona Kontrolkirin û Qenckirina Nexweşiya (CDC), hesab derxist derheqa sihet-qewata cahila aliyê psîxîkîda. Evî hesabî eyan kir, ku cahilên ji dersxanên bilind 40 selefî zêdetir timê dilteng in û xwe bêçare texmîn dikin.

 Doxdir Katlên Etiyêr got: “Rast e van 10 salên paşwextiyêda halê cahila aliyê êmosiyalîda xirab dibe, lê niha hal hê giran bûye. Psîxîka xirab, fikir û kirên ku berbi xwekuştinê dibin, nava keçikên cahilda hê zêde bûye, û tu car usa neqewimiye” (Director of CDC’s Division of Adolescent and School Health (DASH)).

 Vî hesabîda hate gotinê:

  •   Weke 14 selef cahil aliyê sêksûalîda rastî zorbetiyê hatine. Doxdir Etiyêr got: “Eva rastî jî me hişyar dike. Ji 10 keçika 1, diqewime hê zêde jî, têne xirabkirinê”.

  •   Weke 30 selef keçika xwestine xwe bikujin.

  •   Weke 57 selefî timê dilteng bûn yan xwe bêçare texmîn dikirin.

 Ev hesab dilê me gelek dêşîne. Cahil gerekê cahiltiya xwera şa bin û bextewar bin. Lê gelo çi dikare alî cahila bike, ku ber halê xweyî îroyîn teyax kin û şabûna xwe unda nekin? Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje?

Kitêba Pîroz alîkariyê dide cahila

 Kitêba Pîroz halê dinyayê ya îroyîn zelal şirovedike. Ew halê îroyîn nav dike “zemanên xirab” (2 Tîmotêyo 3:1-5). Lê Kitêba Pîroz wededa şîreta dide, kîjan ku nav temamiya dinyayêda alî bi mîlyona cahila dikin, wekî ber çetinayên wî cûreyî teyax kin. Dîna xwe bidine van gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz.

 Alîkarî cahilara gava fikirên xwekuştinê cem wan pêşda tên

 Alîkarî cahilara wedê dêprêsiyayê, diltengiyê û êmosiyên xirab

 Alîkarî cahilara çaxê rastî qerfkirinê û kîbêrbûlîngê tên

 Alîkarî cahilara çaxê rastî zorbetiya sêksûalî û bêhurmetiyê tên

Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide dê-bava

 Kitêba Pîroz usa jî alîkariyê û şîretên kêrhatî dide dê-bava, wekî ewana alî zarên xwe bikin ku ber çetinayên jîyînê teyax kin. Dîna xwe bidine van gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz.