Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 25

Çira û Ça Em Oda Civata Ava Dikin?

Çira û Ça Em Oda Civata Ava Dikin?

Bolîvya

Nîjerya, pêşê û paşê

Tahîtî

Çaxê em top dibin di Oda Civatêda, li wir em derheqa hînkirinêd Kitêba Pîroz û Padşatiya Xwedê hîn dibin. Derheqa vê padşatiyê Îsa xwexa jî dannasîn dikir. Lema nêta avakirina van avaya ew e, wekî qulixkirina rast û şixulê dannasînkirinê pêşda here (Lûqa 8:1).

Em top dibin ciyê qulixkirina Yahowara, her kes mihela xweda. Odêd Civata ev hene avayî, ji kîderê Şedêd Yahowa saz dikin şixulê dannasînkirinê derheqa mizgîniyê, di mihalêd xweda (Metta 24:14). Çap û cûrêd avayêd Odêd Civata dikare cûre-cûre be, ev avayî xemilandî û yê ber bi çev nînin. Çimkî em zû-zû ji ber hev zêde dibin, lema jî van salêd paşinda, me weke bi deha hezara Odêd Civata ava kiriye (dêmek rojê weke pênc heva têne avakirinê). Lê gelo ev yek çawa pêk tê? (Metta 19:26).

Em ava dikin bi wê qurbandayînê, ku seva avakirina Oda Civatê hatiye qurbankirinê. Perê qurbankirî dişînin fîlîalê, paşê van pera bêselef deynî didine wan civata, kîderê ku hewce ye, wekî Oda Civatê bê avakirinê yan tezekirinê.

Merivêd ji cûre-cûre mileta, bê pere û bi rezedilî dixebitin, Odêd Civata ava dikin. Di gele welatada Komêd Avakirina Odêd Civatê hatine sazkirinê. Di van komada xûşk bira bi rezedilî dixebitin. Ewana ji civatekê derbazî civata dinê dibin, yêd ku di welatê wanda ne, carna diçine ciyêd dûr jî, wekî bona avakirina Oda Civata wan alî wan bikin. Di welatêd dinênada jî mesîhîyêd cêribandî hatine kifşkirinê, wekî pey avakirin û tezekirina wan Odêd Civata binihêrin, yêd ku tesmîlî wan kirine. Xêncî wê yekê hene birêd usa, ku di şixulê avakirinêda pêşekar in, û ewana jî bi rezedilî komekê didin. Li ser her ciyê avakirinê, nîvê zef kî ku îşê taqetiyê dikin, ev xûşk birêd wê civatê ne, seva kê jî ev Oda Civatê tê avakirin. Bi saya Ruhê Yahowa û bi saya qulixkarêd wî, ku bi dil û can xwe didine vî şixulî, ev hemû tişt bi rastiyê jî pêşda diçe (Zebûr 127:1; Kolosî 3:23).

  • Nêta avakirina Odêd Civata, çi ye?

  • Bi saya çi, şixulê avakirina Odêd Civatê li hemû dinyayê pêşda diçe?