Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PIRSA 9

Gelo Ez Dikarim Baweriya Xwe Êvolûsiyê Bînim?

Gelo Ez Dikarim Baweriya Xwe Êvolûsiyê Bînim?

ÇIRA EW YEK FERZ E

Hergê êvolûsiya rast e, dêmek emirê me pûç e. Hergê efirandin rast e, dêmek em dikarin bistînin caba kêrhatî derheqa emir û axiriyê.

TUYÊ ÇI BIKÎ?

Vê derecê bide ber çevê xwe: Alêks xemgîn bûye. Ewî hertim baweriya xwe Xwedê û efirandinê dianî. Lê îro mektebêda dersdarê bîolojiyayê digot, wekî êvolûsiya ew bi rastî rêalî ye û her tişt bi zandariyê hatiye îzbatkirinê. Alêks naxwaze bêaqil bê kifşê. Alêks xwexa xwera dibêje: “Axiriya-axiriyê hergê zandar îzbat kirine, wekî êvolûsiya rast e, dêmek ez kê me, wekî himberî wan derêm?”

Bi nihêrandina we, Alêks gerekê baweriya xwe êvolûsiyê bîne, tenê ji bo wê yekê, ku kitêbêda ew çawa îzbatkirin hatiye nivîsar ê?

BISEKINE Û BIFIKIRE!

Meriv tiştekî bawer dikin, lê ewana heta xilaziyê nikarin fem bikin çira wê yekê bawer dikin.

  • Hine meriv baweriya xwe efirandinê tînin, tenê ji bo wê yekê, ku dêrêda wana usa hîn kirine.

  • Hine meriv baweriya xwe êvolûsiyê tînin, tenê ji bo wê yekê, ku mektebêda wana usa hîn kirine.

BIFIKIRE DERHEQA WAN ŞEŞ PIRSA

Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Femdarî ye, her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt efirandiye, Xwedê ye” (Îbranî 3:4). Gelo bawerkirina wê yekê bîlanî ye?

Wê gelek bêaqlayî be bêjin, wekî emir bê Efirandar pêşda hatiye, çimkî ew mîna wê yekê ye, ku tu dixwazî îzbat kî, wekî mal bi xwe hatiye çêkirinê

MERIV DIBÊJIN: Her tişt gerdûnêda bi saya teqandina mezin hatiye çêkirinê.

1. Bi saya kê yan bi saya çi, teqandina mezin pêşda hat?

2. Çi diha bi logîkî ye, ew yek ku her tişt bi xwe hatiye sazkirinê, yan bi saya kesekî hatiye efirandinê?

MERIV DIBÊJIN: Însanet ji heywana pêşda hatiye.

3. Hergê meriv ji heywana pêşda hatine, mesele ji meymûn, dêmek çawa em dikarin şirovekin derheqa firqiya orta feresetên hiş-aqilê meymûna û ya meriva?

4. Çira hela hê şanên lapî biçûk jî gelek çetin hatine çêkirinê?

MERIV DIBÊJIN: Êvolûsiya ew fakta îzbatkirî ye.

5. Gelo ev merivê ku êvolûsiyayê bawer dike, xwexa ew îzbatkirin lêkolîn kir?

6. Gelo çiqas meriv baweriya xwe êvolûsiyê tînin, ji bo vê yekê, ku wanara gotine, wekî hemû merivên xwendî ewê yekê bawer dikin?

“Hergê hûn nava mêşeda bivînin maleke bedew, gelo hûnê usa bifikirin: ‘Ça bedew e! Darên bax usa ketin, wekî maleke bedew çêbû’. Hemikî hûnê usa nefikirin, çimkî ew ne logîkî ye. Lê çira em gerekê bifikirin, wekî her tiştên ser erdê bi xwe hatiye çêkirinê” (Cûliya).

“Diqewime kesek tera gilî dike, wekî îdarekêda kîderê kitêba neşir dikin, tiştek teqiya û ji bo wê yekê hubir belayî ser dîvar bû û usa ferengok hate sazkirinê. Gelo tuyê ewê yekê bawer kî?” (Gwên).

ÇIRA LAZIM E BAWERIYA XWE XWEDÊ BÎNIN?

Kitêba Pîroz me hêlan dike, hiş-aqilê xwe bidine xebatê (Romayî 12:1). Ew yek tê hesabê, wekî baweriya te hindava Xwedê gerekê ne ser hîmê wan tişta be

  • ÊMOSIYA (Ez texmîn dikim, wekî wêderê qewata jorin gerekê hebe)

  • HUKUMÊ MERIVA (Ez wêderê dijîm, kîderê meriv baweriya xwe Xwedê tînin)

  • NIHÊRANDINA MERIVA (Ez malbeta bawermendda mezin bûme û çi minra gotine, ez wê jî bawer dikim)

Dewsê baweriya te gerekê ser hîmê zanebûna rast be.

“Çaxê dersdarê me mektebêda gilî dike, çawa bedena meriva dixebite, wî çaxî ez dudilî nabim, wekî Xwedê heye. Her endemên bedena me, hela hê ya lape biçûk jî, rola xwe tîne sêrî, wî çaxî jî gava em ne jî haş pê hene. Bedena me bi rastî jî gelek ecêbmayî hatiye çêkirinê!” (Têrêza).

“Çaxê ez dibînim avayên terikî, gemiyên mezin yan ereba, ez pirsê didime xwe: ‘Kê ew her tişt çêkir?’ Mesele, tenê hosteyê lapî baş dikare erebê bi temamî çêke, çimkî seva ku erebe bixebite, lazim e her tiştên hûr jî navda bê çêkirinê. Hergê seva çêkirina erebê lazim e hosteyê baş, dêmek çi em dikarin bêjin derheqa çêkirina meriva!” (Rîçard).

“Min çiqas kûr zandarî lêkolîn dikir, haqas hê kêm dibû baweriya min hindava êvolûsiyayê . . . . ‘Bawerî’ diha zêde lazim e, seva êvolûsiyayê bawer kî, ne ku, haqas bawerî lazim e, seva Efirandar bawer kî” (Êntonî).

BIFIKIRE

Zandar bi deha sala lêkolîn dikin û hela hê nehatine ser nêtekê hindava şirovekirina êvolûsiyê. Rast e zandar gerekê diha zêde bizanibin derheqa rastiya êvolûsiyê, lê hergê ewana hê nehatine ser nêtekê, dêmek çira tu gerekê wê yekêda bawer bî?