Derbazî serecemê

Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?

Çi Lazim e, seva ku Malbet Bextewar be?

Ça hûn difikirin . . .

  • hezkirin?

  • pere?

  • yan tiştekî din?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE

“Xwezî li wan, yên ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:28).

SEVA WE EV ÇI TÊ HESABÊ

Hûnê hezkirina rast bivînin (Efesî 5:28, 29).

Hûnê bextewar bin, çimkî hindava hevdu bi qedir bin (Efesî 5:33).

Yektî û bêxofî wê cem we hebe (Markos 10:6-9).

LÊ GELO EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN?

Belê, û seva vê yekê du menî hene:

  • Xwedê Sazkarê malbetê ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Yehowa Xwedê, merivên pêşin kire mêr û jin (Destpêbûn 2:18-24). Hergê bi giliyê mayîn bêjin, bi saya Yehowa Xwedê îro malbet hene, çimkî ew e Efirandarê wê. Lê çima em dikarin usa bêjin?

    Binihêrin mesele: Hergê xwarinek zef te xweş hat û tu dixwazî pêbihesî ku ev yek ça tê çêkirinê, tê ji kê bipirsî? Femdarî ye wekî ji wî merivî, yê ku ev hazir kiriye.

    Ev yek em dikarin beramberî malbetê bikin. Seva ku pêbihesin hela çi lazim e, wekî malbet bextewar be, em gerekê ji Yehowa pêbihesin, çimkî ew e Sazkarê malbetê (Destpêbûn 2:18-24).

  • Xwedê derheqa te xem dike. Wê bi aqilayî be, wekî malbet şîretên Yehowa Xwedê bigerin, yê ku ew ji Xebera xwe dide. Gelo çira? “Çimkî ew bona” me “xem dike” (1 Petrûs 5:6, 7). Yehowa Xwedê bi dil-eşq bona te xem dike, û şîretên wî timê kêrhatî ne! (Metelok 3:5, 6; Îşaya 48:17, 18)

DERHEQA VÊ YEKÊ BIFIKIRIN

Çi lazim e, wekî hûn bibine mêrê baş, jina baş yan jî dê-bavê baş?

Ji Kitêba Pîroz hûn dikarin caba vê pirsê bistînin EFESÎ 5:1, 2 û KOLOSÎ 3:18-21.