Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇIRA LAZIM E RAST Û NEQELP BIN?

Çira Kar e ku Meriv Rast û Neqelp be

Çira Kar e ku Meriv Rast û Neqelp be

“Em eseyî zanin ku îsafa me rihet e û dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18).

Di Kitêba Pîrozda, xebera Yûnanî kîjan ku hatiye welgerandinê ça “neqelpî”, raste-rast tê hesabê hindurva baş. Ew usa jî dikare bê hesabê bedewbûn aliyê namûsiyêda.

Pawlos bi rêberiya Xwedê giliyên usa nivîsî: “Em dixwazin ku her tiştî rast bikin”. Mesîhî wan giliyên Pawlos bi temamiya dilê xwe hildidin. Lê ew giliyên Pawlos çi têne hesabê?

ŞER TEVÎ QALIBÊ XWEYÎ SIST

Heçî zef meriv her şebeq pêşiya ku derên derva, xwe neynîkêra dinihêrin. Çira? Çimkî ewana dixwazin rind bêne kifşê. Lê xêncî porçêkirina bedew yan kincxwekirina modêrn, tiştekî hê ferz heye. Bi rastiyê, ew yek ku em dilê xweda çi merî ne, dikare bedewbûna me hê zêde ke yan hê kêm ke.

Xebera Xwedê eyan dike, ku dilê me berbi xirabiyê me dikişîne. Di Destpêbûn 8:21-da tê gotinê: “Sitqê dilê mêriv ji zarotîyêda xirab e, PKM”. Lema, hergê em dixwazin merivê rast bin, em gerekê miqabilî qalibê xweyî gunekar derên. Pawlos derheqa xwe gilî kir ku ew ça miqabilî gune derdiket: “Ez bi kûrayîya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim, lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hişê min begem kiriye dike şer û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye” (Romayî 7:22, 23).

Mesele, hergê dil me hêlan dike ku em tiştekî xirab bikin, û xwestina meye qayîm heye ku qelpiyê bikin, em dikarin gura dilê xwe nekin, çimkî ew zorê me nake. Dêmek em xwexa dijbêrin çawa bikin. Çaxê em xwera safî dikin, ku fikirên xirab ji xwe dûr xin, em dikarin neqelp bimînin, û firqî tune ku meriv dor berê me qelp in yan na.

SERKETIN DI VÎ ŞERÎDA

Seva ku em merivên neqelp û rast bin, em gerekê xwe li namûsiyê bigirin. Lê yazix, gelek meriv îro hê zef difikirin ku çi cûre kinca xwe kin, ne ku çi cûreyî bi namûs bijîn. Lema jî, ewana ser gelek qelpî û nerastiyê çevê xwe dadidin ça wanra dest dide. Kitêbeke derheqa namûsiyêda (“The (Honest) Truth About Dishonesty”), hate gotinê: “Gelek car, em nerastiyê dikin û xwexa xwe dixapînin ku yançi em merivne rast û neqelp in, çimkî em difikirin ku kirên me rast in”. Lê gelo hene prînsîpên rast, kîjan ku dikarin alî me bikin, wekî em bizanibin gelo qelpîkirin qe tê qebûlkirinê yan jî çiqas tê qebûlkirinê? Belê, prînsîpên usa hene.

Bi mîlyona meriv îzbat bûn ku Kitêba Pîroz bona namûsiyê prînsîpên rast dide. Û ew prînsîp nayêne beramberîkirinê (Zebûr 19:7). Ew rêberiya rast dide, mesele bona malbetê, xebatê, namûsiyê û ruhanî. Ew rêberî cêribandî ye. Qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz bona hemû mileta, rasa, û bereka ne. Hergê em Kitêba Pîroz bixûnin, bifikirin ser vê, û şîretên wê bidine xebatê, emê bikaribin dilê xwe hîn kin ku neqelp û rast be.

Xêncî zanebûna raste ji Kitêba Pîroz, dîsa hene hê zêde tişt, kîjan ku dikarin alî me bikin wekî em miqabilî nerastiyê û qelpiyê derên. Em dijîn di vê dinyayêda, kîjan ku zorê me dike ku em prînsîpên nerast qebûl kin. Lema jî em gerekê Xwedêra dua bikin, wekî ew alî me bike (Fîlîpî 4:6, 7, 13). Hergê em usa bikin, emê mêrxasiyê bistînin seva ku bikin çi ku rast e û hemû tiştîda neqelp bin.

XELATA XWEYKIRINA RASTIYÊ Û NEQELPIYÊ

Hîtoşî, derheqa kîjanî ku têma pêşinda hate gotinê, kar stand ji vê yekê ku navê xwe xwey kir çawa xebatkarê rast û neqelp. Ew niha dixebite, û mezinê xebata wî gelek dişêkirîne ku ew ça nav-namûs dixebite. Hîtoşî dibêje: “Ez gelek razî me, ku min dît xebateke usa, kîderê ku îsafa min temiz tê xweykirinê”.

Merivên din jî dîtine ku ew yek gelek kêrhatî ye. Were em hine meselên wan meriva şêwir kin, yên ku dane xebatê ev prînsîpa Kitêba Pîroz ku “her tiştî rast bikin” û kar jê standine.

  • Îsafa Temiz

    “Çaxê ez 13 salî bûm, ez ji mektebê derketim seva ku tevî diza bixebitim. Min hebûna xwe 95 selef bi qelpiyê qazanc kir. Paşê, min mêr kir. Min û mêrê min destpêkirin hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yahowa. Em pêhesiyan ku Yahowa * Xwedê kirên nerast û qelp nefret dike. Lema me safî kir ku jîyîna xwe biguhêzin. Sala 1990 me xwe tesmîlî Yahowa kir û hatine nixumandinê çawa Şedên Yahowa” (Metelok 6:16-19).

    “Berêda, mala min bi tiştên diziyê tije bû, lê niha mala min ji tiştên usa aza ye, û ji vê yekê îsafa min temiz e. Çaxê ez difikirim derheqa gelek sala ku min qelpî dikir, ez gelek ji Yahowa razî me bona rema wî. Usa xweş e çaxê her şev diçim ku razêm, ez zanim ku Yahowa ji min razî ye” (Şêrîl, Îrlend).

    “Çaxê mezinê xebata min bihîst ku min ji bikirçî ruşet hilneda, ewî gote min: ‘Xwedayê te, te dike merivekî amin! Rastî jî kerem e ku merivekî mîna te kompanya meda ne’. Çaxê ez her tiştî rast dikim, îsafa min temiz dimîne ber Yahowa Xwedê. Ew yek usa jî alî min dike ku ez alî malbeta xwe û merivên din bikim ku ewana jî usa bikin” (Sonî, Hon-Kong).

  • Edilayî Hişda

    “Ez dixebitim di banka întêrnasyonalîda, çawa alîkarçiyê admînîstratorê. Vê bîznêsêda, meriv rastiyê û neqelpiyê didine alîkî, seva ku dewletî bin. Nihêrandina usa belabûyî ye: ‘Çira wê çi be meriv hinekî qelpiyê bike, hergê ev hebûnê û pera tîne?’ Lê ez qelpiyê nakim, û lema ez gelek rihet im. Çi jî hebe, min safî kiriye ku timê rast bimînim û qelpiyê nekim. Mezinê xebata min zanin, ku ez tu car wana naxapînim û ne jî ezê bona wana kesekî bixapînim” (Tom, Dewletên Yekbûyî).

  • Qedirêxwegirtin

    “Hevalxebatkarê min, ez hêlan kirim ku ez bixapînim yançi hine tişt ser xebatê unda bûn, lê min înkar kir ku bixapînim. Çaxê ewên ku dizîn eyan bûn, mezinê xebata min ji min razî bû ku ez neqelp im. Seva ku bibin merivê neqelp di vê dinya qelpda, lazim e mêrxasî, lê axiriyêda em îtbariyê û qedir qazanc dikin çaxê neqelp in” (Kaorê, Japonya).

Îsafa temiz, edilayî hişda, û qedirêxwegirtin, ew hemû tişt didine kifşê ku hêja ye meriv neqelp û rast be. Hûn jî qayîl in vê yekêda?

^ abz. 18 Yahowa navê Xwedê ye, çawa ku Kitêba Pîroz eyan dike.