Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dersa 6

Normên Nav-Namûsiyê

Normên Nav-Namûsiyê

ÇAWA TÊDERXIN ÇI YE RAST Û ÇI YE NERAST?

Merivê ku normên nav-namûsiyê zane, rind dikare têderxe çi ye rast û çi ye nerast. Merivê usa çi derecada be jî normên wî nayêne guhastinê. Ew meriv rind zane normên nav-namûsiyê û bi wan norma rêberî dibe wî çaxî jî, gava tu kes wî navîne.

ÇIMA NORMÊN NAV-NAMÛSIYÊ FERZ IN?

Îro zar gelek înformasiya dibihên derheqa normên nav-namûsiyê, mesele mektebada, wedê bihîstina mûzîkê, nihêrandina sînema yan ji bernamên têlêvîziyonê. Bi rastî ev hemû înformasiya dikare zara bixalifîne, çimkî ew îda nikare têderxe çi ye rast û çi ye nerast.

Ev yek xût hingê dibe problêm, gava zar mezin dibe. Kitêbekêda “Beyond the Big Talk” usa tê gotinê: “Cahil gerekê fem bikin, ku hevalên wan gelek ser wan hukum dibin. Û bernamên têlêvîziyonê jî wana hêlan dikin xwe usa kifş kin, ku bona yên din qebûlkirî bin. Cahil gerekê hîn bin safîkirinên usa bikin, ku miqabilî normên wanî nav-namûsiyê derneyên hela hingê jî, gava hevalên wan safîkirina wan qebûl nakin”. Dêmek ça tê kifşê, dê-bav gerekê hela hê ji biçûktayêda, normên nav-namûsiyê zarên xwe hîn kin.

ÇAWA ZARA HÎN KIN ÇI YE RAST Û ÇI YE NERAST

Rind şiroveke.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Merivêd gihîştî . . . qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbranî 5:14).

  • Zelal nîşan ke çi ye rastî û çi ye nerastî. Derecên her rojî bide xebatê û firqiyê zarara nîşan ke bi wan giliya: “Ev kirên rast in, eva jî neras t in”; “Kirên usa aminiyê didine kifşê”; “Eva jî neaminiyê dide kifşê”. “Usa em qenciyê dikin”; “Lê bi vî cûreyî em zîyanê didine yên mayîn”. Wede şûnda zara wera, wê hêsa be safî ke çi ye rast û çi ye nerast.

  • Şiroweke ku çima filan tişt rast e, lê ya din na. Mesele hûn dikarin pirs kin: “Çima baş e, wekî tu rast xwe kifş kî?”, “Hergê tu hevalê xwera derewa bikî, ev yek wê çawa li ser hevaltiya we hukum be?”, “Çima nerast e diziyê bikin?” Tevî zara şêwir kin û alî wan bikin, wekî îsafa xwe hîn kin, seva bikaribin xwexa bona rabûn-rûniştina xwe cabdar bin.

  • Dîna wan bidin, ku çima kêrhatî ye bi normên nav-namûsiyê bijîn. Hûn dikarin usa bêjine wan: “Hergê tu yekî rast bî, yên din wê îtbariya xwe te bînin”, “Hergê tu qenciyê bikî, merivê bixwazin tevî te hevaltiyê bikin”.

Îzbat bin, wekî malbeta we bi normên nav-namûsiyê dijî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xwe enene kin” (2 Korintî 13:5).

  • Neferên malbetê gerekê wek hev bi normên nav-namûsiyê bijîn, ku bikaribin bêjin:

    • “Malbeta meda derewa nakin”.

    • “Em destê xwe li ser hev hilnakişînin û ne jî ser hev dikine qare-qar”.

    • “Em bi xebera dilê hev naêşînin”.

Zara we wê bivîne, ku ev ne tenê qeyde ne, lê ev normên rast in, li gora kîjanî ku temamiya malbetê dijî.

  • Gelek car tevî zara xeber din derheqa normên nav-namûsiyê, ku we malbeta xweda kifş kiriye. Derecên her rojî bidine xebatê, ku tiştekî zarên xwe hîn kin. Wanara nîşan kin, ku çawa normên weye nav-namûsiyê cude dibin ji normên wan meriya, kîjan ku mektebada hîn dikin, yan jî bi bernamên têlêvîziyonê. Pirsê bidine zara: “Teyê çi bikira?”, “Malbeta me vê derecêda, wê çi bikira?”

Zara hêlan ke tiştên rast bikin.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xweyê îsafa rihet bin” (1 Petrûs 3:16).

  • Seva kirên baş, payê zara bide. Çaxê zara we rast xwe kifş dike, payê wî bidin û şirowekin ku çima kirê wî we xweş hat. Mesele, hûn dikarin bêjin: “Eferim tera, wekî te rast got”. Hergê zara te tiştekî nerast bike, pêşiyê payê wî bide, ku ewî veneşart û rast got, paşê jî dikarî wî şîret kî.

  • Alîkariyê bidinê, ku xwe rast ke. Zar gerekê bona kirên xwe cabdar be. Ew gerekê bizanibe, wekî kirên wîda çi nerast bû û çawa ewî normên malbetê teriband. Hine dê-bav zarên xwe şîret nakin, çimkî naxwazin dilê wan bêşînin. Lê çaxê dê-bav zarêra şirowedikin, ku çima kirên wî nerast bûn, bi vê yekê ewana alî zara dikin, wekî îsafa xwe hîn kin û di axiriyêda jî bikaribin rastiyê ji nerastiyê hev derxin.