Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dersa 4

Cabdarî

Cabdarî

ÇI TÊ HESABÊ BIBINE MERIVNE CABDAR?

Meriv timê îtbariya xwe wan kesa tînin, yên ku cabdariyên xwe tînin sêrî, çimkî ewana şixulê xweda xîret in.

Hergê zar biçûk e jî, ew dikare hîn be cabdar be. Kitêba “Parenting Without Borders” usa dibêje: “Zara yek-salî îda dikare gura dê-bavê xwe bike. Lê cem zarên heta du salî, xwestin pêşda tê ku çev bidine dê-bavên xwe. Gelek welatada dê-bav şixulê malê didine zara, gava ewana îda pênc salî ne. Zarên usa biçûk jî, dikarin şixulên xwe rind bînin sêrî”.

ÇIMA FERZ E CABDAR BIN?

Gelek cahil rastî çetinaya tên, çaxê ji dê-bava cihê dibin. Lê derecên usada ewana nikarin çetinaya safî kin û paşda vedigerin mal. Menî vê yekêda ne, wekî dê-bav wededa ewana hîn nekirine, ku çi cûreyî gerekê pera xerc kin, çawa şixulê malê bikin û ewana ne jî hîn bûne bibine merivne cabdar.

Xêncî wê yekê, wê baş be ji biçûktayê zarên xwe hîn kin cabdar bin. Kitêba “How to Raise an Adult” usa dibêje: “Baş nîne ku dê-bav dewsa zara hemû tiştî safî kin heta heyjdeh saliya wî, û paşê nişkêva cihê bin”.

ÇAWA ZARA HÎN KIN, CABDAR BIN

Şixulên malê bidine wan.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Her şixulîda kar heye, lê pûçxeberdan dibe tunebûnê” (Metelok 14:23).

Zar hiz dikin tevî dê-bavê xwe şixul bikin. Evê mecalê bidine xebatê ku hine şixulê malê bidine destê wan.

Hine dê-bav naxwazin ku zarên wan şixul bikin. Ewana dibêjin ku dersên zara di mektebêda usa jî zef e, lema jî nelazim e şixulê malê jî wek barekî giran bikine stiyê wan.

Lê bi rastî ew zarên ku şixulên malê dikin, di mektebêda diha serfiraz in û rind dersên xwe dikin, çimkî malda hîn dibin ku çawa şixulên giran jî hildin ser xwe. Xêncî wê yekê, di kitêbekîda “Parenting Without Borders” hatibû gotinê: “Hergê biçûktayêda mecalê nadine zarê, ku ew şixulê malê bike, ew dikare bifikire wekî ne jî lazim e alî meriya bike . . . Serda jî ewana dikarin bifikirin, wekî yên mayîn dikarin dewsa wî, şixul bikin”.

Gava her roj zar şixulên malêva mijûl dibe, ew hîn dibe alîkariyê bide yên din û xwehiz nîbe. Him jî usa zar texmîn dikin, wekî ewana roleke ferz dilîzin malbetêda, û wê fem bikin ku cabdariya wan jî heye.

Alî zarên xwe bike, wekî xwexa cabdar bin bona şaşiyên xwe.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Guh bide şîretê û hînkirinê qebûl ke, wekî axiriyêda tu bibî bîlan” (Metelok 19:20, DT).

Gava zara we şaşiyê dike, mesele tiştekî merivê din dişkêne, hingê pişta zarê negirin. Zar gerekê caba kirên xwe bide, dêmek baxşandinê bixwaze û hergê lazim e heqê tiştê ziyankirî bide.

Çaxê zar fem dike ku seva kirên xwe cabdar e, ev yek alî wî dike . . .

  • ku derewa neke û şaşiyên xwe veneşêre

  • wekî yên dinêna neheq neke

  • wekî destpêneke xwe rast derxe

  • çaxê lazim be, baxşandinê bixwaze