Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Êrîk û Êmî

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: li Ganayê

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: li Ganayê

TU NAS dikî xûşk û birên kîjan ku derbazî wî welatî bûne, kîderê ku hê zêde xizmetkar lazim in? Dibek tera hewas e pêbihesî: “Gelo çi wana hêlan kir ku welatê dinda xizmet kin? Gelo çawa wana xwe hazir dikir bona vê yekê? Gelo ezê bikaribim xizmet kim wî cûreyî?” Seva ku caba wan pirsa bistînî, hê baş e xût ji wan bipirsî, yên ku derbazî welatekî din bûne. Niha emê hema evê yekê bikin.

ÇI WANA HÊLAN KIR?

Çira te destpêkir bifikirî bona wê yekê ku xizmet kî welatekî dinda? Êmî, niha weke 30 salî ye, û ew ji Amerîkayê ye. Ewê got: “Gelek sala min dixwest xizmet kira welatekî dinda, lê ez difikirîm ku wê neyê standin”. Gelo çawa bû ku ewê fikirê xwe guhast? “Sala 2004-da cotekî zewacê, ku Bêlîzêda xizmet dikirin, gazî min kirin ku ez tevî wana mehekê xizmet kim çawa pêşeng. Min hema usa jî kir, û gelek min xweş hat! Salek şûnda ez derbazî Ganayê bûm, wekî xizmet kim çawa pêşeng”.

Aaron û Stêfanî

Stêfanî, niha weke 30 salî ye. Ew jî ji Amerîkayê ye. Çend sal pêşda ewê rind dîna xwe da derecê xwe û usa fikirî: “Sihet-qewata min baş e û ez bona tu kesî malbetêda cabdar nînim. Ez bi rastiyê jî hê zêde dikarim bikim”. Ewê bi milûktî dîna xwe da derecê xwe, û lema hêlan bû ku derbazî Ganayê be, ku hê zêde xizmet ke. Îda û Fîlîp cotê zewacê ne û xizmet dikin çawa pêşeng Denmarkêda. Ewana timê dixwestin derbazî ciyên usa bin, kîderê ku alîkarî lazim e. Wana çi bêjî dikir wekî bê standin ku derbaz bin. Fîlîp got: “Çaxê hemû tişt lev hat ku em bikaribin derbaz bin, tê bêjî xwexa Yehowa mera got: ‘Pêşda herin!’”. Sala 2008-da, ewana derbazî Ganayê bûne, û li wê derê sê sala zêdetir xizmet kirine.

Broûk û Hans

Hans û Broûk, jî cotê zewicî ne, ewana ji Amerîkayê ne û xizmet dikin çawa pêşeng. Sala 2005-da wana alîkarî dida wan kê ji Bagera Katrînê ziyanê ketin. Paşê jî ewana nivîsîn ku dixwazin xizmet kin ser proêktên avakirina hemdinyayê, lê gazî wan nekirin. Hans dibêje: “Paşê me ser civata mezin bihîst gotar derheqa Dawid, ku çaxê ew pêhesiya wekî ew wê paristgehê ava neke, ewî qebûl kir ew elametî û nêteke din danî pêşiya xwe. Ewê yekê alî me kir fem kin ku wê yekêda tiştekî xirab tune ku nêteke din daynin pêşiya xwe” (1 Dîr. 17:1-4, 11, 12; 22:5-11). Broûk jî zêde kir: “Dêmek Yehowa dixwest ku em derîkî din xin”.

Hevalên Hans û Broûk, yên ku welatên dinda xizmet dikirin, timê tiştên hewas wanra gilî dikirin. Usa Hans û Broûk hêlan bûn ku derbazî welatekî din bin. Sala 2012 ewana çûn Ganayêda û çar meha alîkarî didan civata ker-lala. Paşê ewana vegeriyan Amerîkayêda. Lê xizmetkirina Ganayêda alî wan kir ku berdewam kin hê zêde padşatiya Xwedê daynin ciyê pêşin. Paşî wê yekê ewana alîkarî didan bona avakirina fîlîala Mîkronêsyayêda.

GAV BI GAV GIHÎŞTIN NÊTA XWE

Te çawa xwe hazir dikir seva derbazî wî ciyî bî, kîderê ku alîkarî lazim e? Stêfanî * got: “Min derheqa wê yekê hine gotarên ji Birca Qerewiliyê dixwend. Min derheqa xwestina xwe welatê xerîbda xizmet kim, xeberda tevî rûspiya, tevî berpirsiyarê mihalê û jina wî. Xêncî wê yekê, min derheqa nêta xwe timê duayên xweda Yehowara digot”. Hemikî, Stêfanî destpêkir hindikî pera xerc ke, û ew yek alî wê kir hinek pera top ke, ku bikaribe welatekî dinda xizmet ke.

Hans dibêje: “Me dua dikir Xwedêra, çimkî me dixwest biçûna wî ciyî, kîderê ku Yehowa rêberî kira. Me usa jî duada digote Yehowa, derheqa wî wextî, xût kengê me dixwest destpêkira ew xizmetkirin”. Ew tevî jina xwe neme şandin çar fîlîalara. Paşê wana ji fîlîala Ganayê cab sitand û safî kirin tenê ser du meha herin. Hans tîne bîra xwe: “Xizmetkirin tevî wê civatê usa me xweş hat, ku me safî kir hê gelek wext bimînin”.

Adrîya û Corc

Corc û Adrîya, cotê zewicî ne ji Kanadayê. Wana timê bîra xweda xwey dikir ku Yehowa kerem dike ne ku tenê nêtên baş, lê usa jî safîkirinên baş. Lema jî wana safî kir tiştekî bikin, seva bigihîjne nêta xwe. Ewana rastî xûşkekî hatine, ya ku Ganayêda xizmet dike, û pêra xeberdan seva ku cabên hine pirsa pêbihesin. Wana usa jî nivîsîn fîlîala Kanadayêra û fîlîala Ganayêra. Adrîya dibêje: “Em dişirmîş dibûn, ku em ça dîsa dikarin emirê xwe sivik kin û hê hindik pera xerc kin”. Ew hemû tişta alî wan kir û sala 2004-da ewana derbazî Ganayê bûn.

ÇETINAYÎ

Çaxê hûn îda derbaz bûn, çi çetinayî rastî we hatin û we ça teyax kir? Bona Êmî, çetin ew bû ku ewê bîra mala xwe dikir. Ew dibêje: “Li wir her tişt cûrekî ye, ne usa ye çawa ku ez hîn bûme”. Gelo çi alî wê kir? “Neferên mala min, minra pê têlê xeber didan û digotin ku çiqasî qîmet dikin xizmetiya min. Ewê yekê alî min kir, ku bîr nekim ez çira derbazî vira bûme. Paşê jî min tevî malbeta xwe pê vîdêoyê xeberdida. Me hevdu didît û ew yek alî min kir, tê bêjî ez ji wana îda ne usa dûr bûm”. Êmî gilî kir, ku li vê derê xûşkeke hevalhiz alî wê kir hîn be û fem bike hine erf-edetên wan. “Ew xûşk bibû hevaleke baş bona min. Heger min fem nedikir ku meriv çi dibêjin û çira usa dikin, ez diçûme bal wê xûşkê. Ewê xûşkê alî min kir ku ez hîn bin çi bikim û çi nekim, bi saya wê yekê xizmeta min bi şabûnê derbaz dibû”.

Corc û Adrîya gotin ku çaxê ewana derbazî Ganayê bûn, wana tirê ku ewana derbazî wextekî din bûn. Adrîya dibêje: “Dewsa mekîna bona kincşûştinê, me teşt dida xebatê. Berê malda me zû xwarin çêdikir, lê niha mera deh cara zêdetir wext lazim bû”. Ewê zêde kir: “Lê hinek wext derbaz bû û ew îda problêm nîbû bona me, em hînî wan tişta hatin”. Broûk dibêje: “Rast e em rastî hine çetinaya tên, lê emirê me baş e û em bextewar in. Ew hemû derecên emirê meda, gelek tişta em hîn kirin. Ew mîna kulîrkên bedew in bîra meda, em wana gelek qîmet dikin”.

XIZMETÎ KU KEREMA TÎNE

Çira tu hesab dikî ku ew xizmetiya gelek baş e, û hêja ye ku em jî usa xizmet kin? Stêfanî dibêje: “Merivên usa rastî min dihatin ku dixwestin her roj Kitêba Pîroz hîn bin, çimkî wana gelek dixwest pêbihesin derheqa rastiyê. Xizmetkirin li cîkî usa şabûneke gelek mezin e. Emirê minda safîkirinekî lapî baş ew bû, ku ez derbazî wan ciya bûm, kîderê ku alîkarî lazim bû”. Sala 2014-da Stêfanî Aaron sitand û niha ewana tavayî fîlîala Ganayêda xizmet dikin.

“Ew gelek tiştekî baş e”, dibêje Krîstîn, pêşengek ji Almanyayê, ya ku weke 30 salî ye. Pêşiya ku derbazî Ganayê bûya, Krîstînê li Bolîvyayê xizmet dikir. Ewê usa jî got: “Ez ji malbeta xwe dûr bûm, û min timê alîkarî ji Yehowa dixwest. Lema Yehowa bona min bû kesê hê rêalî. Min usa jî hê rind texmîn kir yektiya nava cimeta Xwedêda. Ew xizmetkirin rastî jî emirê min hê dewlemend kir”. Hinek wext pêşda Krîstînê Gîdeon stand û ewana tevayî li Ganayê xizmet dikin.

Krîstîn û Gîdeon

Fîlîp û Îda mera gilî dikin ku wana çi kir, seva ku şagirtên wan pêşda herin: “Berê cem me timê weke 15 yan hê zêde hînkirinên Kitêba Pîroz hebûn, lê me kêm kir ku tenê 10 hînbûn hebe, seva ku em bikaribin her kesî rind hîn kin”. Gelo ew yek kar anî? Fîlîp dibêje: “Min hînbûna Kitêba Pîroz tevî gedê cahil derbaz dikir, navê wî Mîkaêl bû. Ew her roj hîn dibû û usa baş hazir dibû, ku me nava mehekêda xilaz kir kitêba ‘Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?’. Paşê ew bû mizgînvanê nenixumandî. Çaxê roja pêşin em derketin xizmetiyê, ewî minra got: ‘Tu dikarî tevî min bêyî ser hînkirinên min?’ Ez ecêbmayî mam. Paşê Mîkaêl minra şirovekir ku 3 hînkirinên wî hene û wîra lazim e alîkarî ku çawa derbaz ke”. Bidine hesabê xwe ku dersdarên Kitêba pîroz haqas lazim in, ku xwendevanê Kitêba Pîroz him xwexa şagirt in, him jî dersdar.

Îda û Fîlîp

Êmî gilî dike ku çawa ewê xwexa dît ku alîkarî gelek lazim e: “Paşî wê yekê ku em derbazî Ganayê bûne, hinek wext şûnda me xizmet dikir gundekî biçûkda û digeriyan hela li wir ker-lal hene yan na. Tenê wî gundekîda me neh merivên ker-lal dît!” Paşê Êmî û Êrîk hev standin û tevayî çawa pêşengên mexsûs xizmet dikirin. Ewana civata ker-lalada bûn û alîkarî didan 300 mizgînvanên ker-lala, û usa jî merivên ku Kitêba Pîroz hîn dibûn. Xizmetkirina Ganayêda mecaleke baş da wan ku ewana tem kin çi ye xizmetkirina çawa mîsyonêr. Ewana gelek şa bûn çaxê hatin teglîfkirinê ser mekteba Gîled! Niha ewana xizmet dikin çawa mîsyonêr Mozambîkda.

HIZKIRIN WANA HÊLAN DIKE

Me dît çiqas xûşk û bira ji cûre-cûre welata qewî dixebitin, ku nandrûnêda alî xûşk birên din bikin, û ew yek bêşik dilê me germ kir (Yûhn 4:35). Niha her heftî Ganayêda weke 120 merî têne nixumandinê. Weke 17 mizgînvanên ji welatên din derbazî Ganayê bûne. Hizkirina hindava Yehowa hêlan kir wana û dîsa bi hezara xûşk û birên din, ku “bi rezedilî xizmet kin” li wê derê, kîderê alîkarî lazim e. Bi rastiyê jî, ew xizmetkarên rezedil, pir dilê Yehowa şa dikin! (Zeb. 110:3; Metlk. 27:11).

^ abz. 9 Mesele, binihêrin gotar bi navê “Gelo Hûn Dikarin Xizmet kin Wan Ciya Kîderê ku Alîkariya Mizgînvana Lazim e?” û “Gelo Hûn Dikarin Derbazî Makedonyayê bin?” Birca Qerewiliyê sala 2009, ya 15 Nîsanê û 15 Qanûna Pêşin.