Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: Myanmarêda

Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: Myanmarêda

“NANDIRÛN gelek e, lê pale hindik in. Awa hîvî ji xweyê nandirûnê bikin, wekî pala nandirûna xwera bişîne” (Lûqa 10:2). Ew giliyên Îsa ku ewî weke 2 000 sal pêşda got, rind didine kifşê roja îroyîn dereca Myanmarêda. Çira? Myanmarêda 55 mîlyon meriv hene û nava wanda tenê weke 4 200 mizgînvan hene, yên ku mizgîniyê bela dikin.

Lê “xweyê nandirûnê”, dêmek Yehowa, bi seda xûşk-bira ji cûre-cûre welata hêlan kir, wekî bêne Asya başûra-rohilatê, seva nandirûna ruhanîda alîkariyê bidin. Lê ça wana safî kir wekî welatên xwe bihêlin? Çi alî wan kir ku derbazî welatê xerîb bin? Û ewana çi kerema distînin? Were em pêbihesin.

“WERÊN, MERA PÊŞENG LAZIM IN!”

Çend sal pêşda, carekê pêşengekî ji Japonyayê navê kîjanî Kazûhîro ye, qolayî ket, hişê xwe unda kir û kete nexweşxanê. Hekîm jêra got, wekî ew gerekê du sala avtoyê nejo. Kazûhîro ecêbmayî ma. Ewî pirs dida xwe: “Ezê ça şixulê xwe berdewam kim kîjan ku ez gelek hiz dikim, dêmek pêşengtî?” Ewî gelek Yehowara dua dikir û lava dikir, wekî jêra çarekê bike seva ew pêşengtiya xwe nede sekinandinê.

Kazûhîro û Marî

Kazûhîro gilî dike: “Mehek şûnda, hevalê min ku Myanmarêda xizmet dikir, bihîst ku ez qolayî ketime. Ewî minra têlê xist û got: ‘Myanmarêda heçî zef meriv pê otobûsa diçin-tên. Hergê tu bêyî vira, tuyê bê avto jî xizmetiya xwe berdewam kî!’. Min ji hekîmê xwe pirsî ku minra îzin e ez herim Myanmarê. Ez ecêbmayî mam gava ewî minra got: ‘Niha hekîmek ji Myanmarê hatiye vira Japonyayê. Ezê te tevî wî bikime nas, û hergê tu wêderê dîsa qolayî bî, ewê alî te bike’. Min ew giliyên hekîm, xwera hesab kir ça caba ji Yehowa”.

Kazûhîro derbêra neme fîlîala Myanmarêra şand, û nivîsî ku ew jina xweva dixwazin wêderê ça pêşeng xizmet kin. Pênc roj şûnda, fîlîalê cab usa da: “Werên, mera pêşeng lazim in!”. Kazûhîro tevî jina xwe Marî, avtên xwe firotin, vîze çêkirin û bîlêtên teyarê kirîn. Îro ewana şabûneke mezin distînin ku Mandalayêda, koma ker-lalada xizmet dikin. Kazûhîro dibêje: “Em divînin ku ew qewimandin baweriya me hindava sozê Xwedê ku Zebûr 37:5-da nivîsar e, qewî kir: ‘Riya xwe ji wîra bihêle xwe bispêre Xudan, Ewê bîne cîh hemû pêwistiyan, (ÎM)’”.

YEHOWA RÊ VEDIKE

Sala 2014-da, Şedên Yehowa Myanmarêda civata mezine mexsûs saz kirin. Gelek xûşk-bira ji welatên xerîb hatin ser vê civatê. Ji wana xûşkek weke 30 salî bû navê kîjanê Monîka ye, ya ku ji Dewletên Yekbûyî ye. Monîka gilî dike: “Çaxê ez ji civata mezin vegeriyam, min Yehowara dua dikir, wekî alî min bike ez nêta xwe bînim sêrî. Usa jî min dê-bavê xwera derheqa nêtên xwe gilî kir. Em gişk difikirîn wekî ez gerekê vegerim Myanmarê, lê heta nêta min hate sêrî, wede lazim bû û min gelek dua dikir”. Monîka şirovedike çira.

Monîka û Lî

“Îsa şîret da şagirtên xwe, wekî xercên xwe hesab kin. Lema jî min pirs dida xwe: ‘Ezê bikaribim derbaz bim? Ezê bikaribim ebûra xwe bikim, usa wekî gelek nexebitim?’”. Ew tîne ser xwe: “Lê aliyê pereda problêma min hebû û ez nikaribûm derbazî welatê xerîb bûma”. Lê ewê ça nêta xwe anî sêrî? (Lûqa 14:28).

Monîka gilî dike: “Rojekê mezina xebatê gazî min kir. Ez hinekî tirsiyam, çimkî min tirê ew dixwaze min ji xebatê derxe. Lê dewsê ewê minra got, wekî xebata min dişêkirîne û paşê got, ku dixwaze minra pera pêşkêş bide. Ew pere hema haqas bû, çiqas minra lazim bû, wekî ji deynê xwe aza bim”.

Monîka ji sala 2014 meha Kanûna Pêşin, Myanmarêda xizmet dike. Ew derheqa xizmetiya xwe, ciyê ku hewcetî heye, gilî dike. “Ez usa şa me wekî ez vira me. Ez tevî sê meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikim. Yek ji wana jinikeke 67 salî ye. Ew timê bi dil û can min qebûl dike û hemêz dike. Çaxê ew jinik pêhesiya wekî navê Xwedê Yehowa ye, ew giriya. Ewê gote min: ‘Eva cara pêşine ez pêdihesim, wekî navê Xwedê Yehowa ye. Min du emirê te derbaz kiriye, lê tiştê lapî ferz ku ez emirê xweda pêhesiyam, te min hîn kir’. Rast bêjim, ez jî giriyam. Qewimandinên wî cûreyî şabûneke gelek mezin dide wan, yên ku xizmet dikin ciyên ku hewcetî heye”. Çendek pêşda, Monîka Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bû.

Lê gelek xûşk-bira paşî xwendina kitêba “Hersalî ya sala 2013” derheqa Myanmarê, hêlan bûne derbazî Myanmarê bin. Xûşkek bi navê ku weke 30 salî ye, Asyayêda dijî. Ew gelek dixebitî, lê çaxê ewê kitêba “Hersalî” xwend, ew hêlan bû wekî nêtê dayne pêşiya xwe ku derbazî Myanmarê be. Ew dibêje: “Sala 2014 ez çûme Yangonê ser civata mezine mexsûs. Wêderê ez rastî jin-mêrekî hatim, yên ku Myanmarêda deşta Çînayîda xizmet dikin. Ez zimanê Çînayî zanim, û min safî kir wekî Myanmarêda alîkariyê bidime koma Çînayî. Min û Monîkayê tevayî safî kir, û em derbazî Mandalayê bûn. Yehowa usa em kerem kirin, wekî me nêzîkî ciyê xwe xebat dît. Mektebêda em dersdar in, lê ne temamiya heftê dixebitin. Rast e vira hewa germ e, û hine tişt hene ku gerekê hînî vê yekê bim, yeke ez ji xizmetiya xwe şabûneke mezin distînim. Cimet Myanmarêda nedewletî dijîn, lê ewana gelek bi qedir in û wede divînin ku guh bidine mizgîniyê. Ez usa dilgerm dibim çaxê divînim ku Yehowa ça ewî şixulî lez dixe. Ez bawer dikim wekî Yehowa dixwest ez hema vira Mandalayêda xizmet kim”.

YEHOWA DUA DIBIHÊ

Gelek xûşk-birên ku derbazî wan ciya bûne kîderê hewcetî heye, dîtine ku qewata dua çiqas mezin e. Mesele, Cûmpa û jina wî Nao ku weke 30 salî ne, Japonyayêda xizmet dikirin civata ker-lalada. Çira ewana derbazî Myanmarê bûn? Cûmpa gilî dike: “Min û jina min me timê dixwest derbazî welatê xerîb bin, kîderê hewcetî heye. Birakî ji civata meye ker-lala, derbazî Myanmarê bû. Rast e perê me hindik bû, lê em jî sala 2010 meha Gulanê derbazî wêderê bûn. Xûşk-birên wêderê bi dil û can em qebûl kirin”. Cûmpa derheqa xizmetiya Myanmarêda gilî dike. “Gelek meriv guh didine me. Çaxê em wanra ser zimanê ker-lala vîdêo nîşan dikin, ewana zendegirtî dimînin. Em usa şa ne wekî me safî kir ku bêne vira Yehowara xizmet kin!”.

Nao û Cûmpa

Lê çawa Cûmpa û Nao çetinaya aliyê perada safî kirin? “Paşî sê sala, me perê xwe nîvê zef xerc kir û çi mabû têrê nedikir seva salekê perê kirê bidin. Min û jina xwe gelek dua dikir. Nişkêva, me neme ji fîlîalê stand, ku me teglîf dikin wekî wedelû xizmet kin ça pêşengên mexsûs! Me îtbariya xwe Yehowa anî, û paşê me dît wekî ewî em nehîştin. Ew hemû aliyada bona me xem dike”. Wan paşwextiyada, Cûmpa û Nao Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bûn.

YEHOWA DIL DIDE GELEKA

Birakî me bi navê Sîmon ku 43 salî ye ji Îtalyayê, û jina wî Anna ku 37 salî ye ji Zelanda Nû, derbazî Myanmarê bûne. Gelo çi wana hêlan kir ku derbaz bin? Anna dibêje: “Ew kitêba ‘Hersalî’ bû, ya sala 2013 derheqa Myanmarê, ku me hêlan kir derbaz bin!”. Sîmon jî dibêje: “Ew qedirekî mezin e bona me ku Myanmarêda xizmet kin. Jîyîna vira sivik e, û ez dikarim hê zêde şixulê Yehowa bikim. Çaxê em divînin, ku Yehowa ça bona me xem dike çaxê em xizmet dikin ciyê ku hewcetî heye, ew yek me gelek dişidîne” (Zeb. 121:5). Anna dibêje: “Ez tu car usa bextewar nîbûme. Em bi jîyîna sivik dijîn û lema hê zef dikarim tevî mêrê xwe wedê xwe derbaz kim. Em bi rastî hê nêzîkî hev bûne. Me usa jî hevalên teze xwera dîtin. Cimeta vira hindava Şedên Yehowada heyf in, û hewasa wana tê tevî me xeber din”.

Sîmon û Anna

Anna gilî dike: “Rojekê, min dikanêda qîzikekêra şedetî da kîjan ku ûnîvêrsîtêtêda hîn dibû. Xilaziyê me hevra soz da wekî dîsa rastî hev bên. Çaxê em rastî hev hatin, ew tevî hevaleke xwe hat. Careke din jî, ewê dîsa çend hevalên xwe tevî xwe anî. Paşê, dîsa hê zêde hevalên xwe anî. Niha ez ji wana tevî pênca hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikim”. Sîmon dibêje: “Cimeta vê deştêda hevalhiz in û hiz dikin tiştên teze pêbihesin. Gelek meriv dixwazin mizgîniyê pêbihesin, lê wedê me haqas tune wekî tevî hemûşka xeber din”.

Saçîo û Mezûho

Hineka çi gav avîtin seva derbazî Myanmarê bin? Mezûho ku ji Japonyayê ye, gilî dike: “Ez û mêrê min Saçîo, me timê dixwest xizmet kin welatê usada, kîderê hewcetiya mizgînvana heye. Lê me nizanibû herin ku. Çaxê me kitêba “Hersalî ya sala 2013” derheqa Myanmarê xwend, qewimandinên wêderê usa dilê me girtin, ku me xwera nêt danî, wekî wêderê xizmet kin hergê bikaribin”. Saçîo dibêje: “Me safî kir wekî ser heftêkî herine Yangonê, şeherê Myanmarêyî sereke, seva binihêrin hela ew çi cî ye. Çaxê em çûn, me bawer kir wekî em gerekê derbazî wî cîyî bin”.

LÊ HÛN DIKARIN DERBAZ BIN?

Cêyn, Danîka, Rodnêy û Cordan

Rodnêy û jina wî Cêyn ku ji Avstralyayê ne, û weke 50 salî ne, tevî kurê xwe Cordan û qîza xwe Danîka, ji sala 2010 Myanmarêda xizmet dikin. Rodnêy dibêje: “Em ecêbmayî man ku cimeta vira ruhanîda çiqas birçî ye. Ez malbetara şîretê didim wekî xizmet kin ciyê mîna Myanmarê”. Çira? “Xizmetiya vira malbeta me aliyê ruhanîda gelek qewî kir! Gelek cahil pey têla, avta, xebatê û dîsa tiştên din dikevin. Lê zarên me wedê xwe xerc dikin ku zimanê teze hîn bin, wekî xizmet kin. Ewana hîn dibin ku çawa xeber din tevî wan meriva, yên ku derheqa Kitêba Pîroz nizanin, usa jî çawa caba xwe bidin civatêda, û dîsa şixulên ruhanîva mijûl dibin”.

Olîvêr û Anna

Olîvêr, bira ku weke 30 salî ye û ji Dewletên Yekbûyî ye, ew şîretê dide wekî xizmetiya wî cûreyî bijbêrin û şirovedike çira: “Ew yek ku ez ciyê xerîbda Yehowara xizmet dikim, gelek karê dide min. Ez ku ji mala xwe dûr çûme, ewê yekê baweriya min hê qewî kiriye û ez hê zef îtbariya xwe Yehowa tînim, firqî tune ezê rastî çi dereca bêm. Ez xizmet dikim tevî wan, kîjana min berê nas nedikirin, lê baweriya wan jî mîna ya min e. Ew yek alî min dike wekî dudilî nebim ku vê dinyayêda ji Padşatiya Xwedê ferztir tu tişt tune”. Îro Olîvêr tevî jina xwe Annayê berdewam dike bi xîret xizmet ke deşta zimanê Çînayîda.

Trêzêl

Trêzêl, xûşkeke ji Avstralyayê ku weke 50 salî ye, ji sala 2004 Myanmarêda xizmet dike. Ew dibêje: “Ewên ku dereca wan usa ne ku dikarin derbaz bin, ez wanra dibêjim wekî xizmet kin ciyê ku hewcetî heye. Min xwexa ser xwe texmîn kir ku hergê kesek dixwaze xizmet ke, Yehowa wê wî kerem ke wekî nêta xwe bîne sêrî. Min ne jî dikaribû bida ber çevê xwe wekî ezê wî cûreyî bijîm. Ew emirekî bi kerema û şabûnê tije ye”.

Bira ew giliyên wan xûşk-bira, we hêlan kin ku nêtê daynin pêşiya xwe, wekî xizmet kin wan ciya, kîderê mizgînvan lazim in, û alî merivên dilsax bikin. Ew xûşk-bira ku derbaz bûne gazî yên din dikin, dibêjin: “Kerema xwe, werên Myanmarê û alî me bikin”!.