Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Gelo berê rast usa diqewimî, ku kesek ser erdê merivekî din, zîwan biçanda?

Ew kopiya “Daîcêstê” ye, ya sala 1468, kîjan ku Împêrator Yûstînyan nivîsî bû. Xêncî vê, dîsa gelek dokûmênt hene, kîjanada hûr bi hûr tê gilîkirinê derheqa pirsên dîwanê wedê berê

METTA 13:24-26-da, Îsa giliyên usa dibêje: “Padşatiya Ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav erdê xweda toximê qenc çand. Gava hemû razayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû”. Hine nivîskar dudilî ne, wekî berê bi rastiyê tiştekî usa diqewimî. Lê ji dokûmêntên dîwana Romêye berê tê kifşê, wekî ew yek bi rastiyê diqewimî.

Ferhengeke Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Li gora qanûna Romê, hergê kesekî ji bo heyfhildanê erdê yekî dinda zîwan biçanda, ew yek dihate hesabê teribandina qanûnê. Dêmek, hergê seva vê yekê qanûn hebû, ew tê hesabê wekî tiştên usa gelek car diqewimîn”. Qanûnzan Alêstêr Kêr got, wekî sala 533 D.M., Împêratorê Romê Yûstînyan, dokûmênt bi navê “Daîcêst” derxist. Vê dokûmêntêda kin nivîsar bûn qanûnên Romê, û usa jî giliyên qanûnzana (nêzîkî sala 100-250 D.M.). Wê “Daîcêstêda”, qanûnzan bi navê Ûlpyan, gilî kiriye derheqa derecekê, ku qirna dudada qewimî bû. Ew gilî kir wekî filankesê erdê kesekîda zîwan çand, û ji bo vê yekê temamiya zeviyê xirab bû. Vê dokûmêntêda hatibû gotinê, wekî îzina xwayê zeviyê hebû, ku ji wî filankesî pera bistîne, çimkî ew ziyanê ketibû.

Tiştên usa Împêriya Romêda diqewimîn, û ew yek îzbat dike wekî mesela Îsa bi rastî bû.

Qirna yekêda Romê çi azayî dida serwêrên Cihûya?

QIRNA YEKÊDA, Romê serwêrtiya Cihûstanê dikir, û weliyê Romê kîjan ku eskerên wî hebûn, Cihûstanêda jî wekîltî dikir. Borcê wî ew bû, wekî xerc top ke bona Romê, û miqat be wekî welatda edilayî û terbetî hebe. Romaya hemû tiştî dikirin, wekî welatda bêqanûnî tune be, û her kesê ku qanûn nedianî sêrî, ew ceza dikirin. Lê pirsên her rojî, serwêrên mihala safî dikirin.

Civîna Giregira şixulê dîwanêda

Civîna Giregira dîwana Cihûyaye lape mezin bû, kîjan ku pê qanûna Cihûya dîwan dikirin. Nava temamiya Cihûstanêda, dîwanên biçûk jî hebûn. Diqewime ewan dîwana gelek şixulên bajar û krîmînalê safî dikirin bêy alîkariya serwêrên Romê. Lê çaxê kesek gerekê bi kuştinê ceza kirana, dereca usada îzina dîwanên Cihûya tunebû, çimkî Romaya xwexa ev yek dikirin. Lê gelekara nas e ew qewimandin, çaxê endemên Civîna Giregira safî kirin ku Steyfan bidine ber kevira û bikujin (Kar. Şand. 6:8-15; 7:54-60).

Dêmek, tê kifşê wekî Romaya pirsên dîwanêda azayî didane Civîna Giregira. Lê Romayî aza dikaribûn biketana nava şixulê dîwanêda û xwexa rêberiya dîwanê bikirana. Zandar Êmîl Şûêrêr got: “Wana usa dikir çaxê diketine şikê, wekî kesekî aliyê polîtîkîda qanûn teribandiye”. Mesele, serhezar Klawdyo Lûsyo, Pawlosê şandî ku bajarvanê Romê bû, girt, çimkî ew difikirî ku Pawlos qanûna Romê diteribîne (Kar. Şand. 23:26-30).