Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇAWA NEFRETIYÊ JI DILÊ XWE DERXIN?

1 | Firqiyê Neke Orta Meriva

1 | Firqiyê Neke Orta Meriva

Hînkirina Kitêba Pîroz:

“Ez niha fem dikim, wekî Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, [her kesê] ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (KARÊN ŞANDIYA 10:34, 35).

Ew Çi Tê Hesabê:

Yehowa * Xwedê li gora milet, berek, rengê çerm û kûltûrayê, me sûcdar nake. Dewsê ew dîna xwe dide wê yekê, ku em dilda merivne çi cûreyî ne. Kitêba Pîrozda jî tê gotinê, wekî “mirov li rû dinihêre, lê belê Xudan li dil dinihêre” (1 Samûyêl 16:7, ÎM).

Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:

Rast e em nikarin bivînin ku dilê merivada çi ye, lê em dikarin çev bidine Xwedê û firqiyê nekine orta meriva. Dîna xwe bidinê ku filan meriv xwexa çi cûreyî ye, ne ku milet yan bereka wî. Hergê tu derheqa meriva ji bo milet yan bereka wan, xirab difikirî, ji Xwedê alîkariyê bixwaze, wekî bikaribî fikirên usa kokêva ji dilê xwe derxî (Zebûr 139:23, 24). Gava tu bi dil ji Xwedê qewatê dixwazî, wekî firqiyê nekî nava meriva, tu dikarî bawer bî wekî ew wê eseyî guh bide duayê te û alî te bike (1 Petrûs 3:12).

^ abz. 6 Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

“Pêşiya vê yekê ez qe tevî merivê çermesipî edilayêda . . . rûneniştibûm. Lê niha ez îda para biratiya hemdinyayê bûm” (TÎTO).