Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Firqiyê Dikî Orta Meriva?

Tu Firqiyê Dikî Orta Meriva?

Nefretkirina meriva mîna nexweşiyê ye. Cara meriv ne jî haş xwe heye ku nexweş e, lê yeke ew nexweşî ziyanê didê.

Hinek firqiyê dikine orta meriva ne tenê ji bo milet, berek yan zimanê wan, lê usa jî ji bo dîn, hebûk û cinsê wan. Hinek jî meriya sûcdar dikin ji bo salên emirê wan, ji bo hînbûn, kêmasî, yan bejin-bala wan. Lê dîsa jî ewana difikirin, wekî firqiyê nakine orta meriva.

Gelo tu jî firqiyê dikî orta meriva? Gelek ji me dikarin ewê nexweşiyê nav merivên dinda têderxin. Lê dikare çetin be ewê yekê nav xweda bivînin. Bi rastî her kes ji bo tiştekî firqiyê datîne orta meriva. Profêsor Dêvîd Wîllîams dibêje ku çaxê meriv derheqa merivên din xirab difikirin, gava rastî wan tên “xwe netebiyetî didine kifşê hindava wanda, lê xwexa evê yekê têdernaxin”.

Mesele, Ewropayêda kîderê ku Covîk dijî, komeke merivaye biçûk heye, kîjan ku geleka xweş nayê. Covîk dibêje: “Ez difikirîm, wekî vê komêda tu merivekî baş tune. Lê min têdernedixist, ku ez bi wê yekê firqiyê dikirim nava meriva. Min hesab dikir, ku ez rast im”.

Gelek serwêr qanûna derdixin, ku îzin tune firqiyê bikine nava meriva. Lê dîsa jî ev problêm heye. Gelo çima? Çimkî qanûn dikarin tenê kirên meriva kontrol kin, lê nikarin fikir û hestên wan rast kin. Bi rastî ev xeyset-hunur ji hiş û dilê meriya pêşda tên. Lê gelo dibe evî xeysetî ji dilê xwe derxin û ji vê nexweşiyê qenc bin?

Gotarên vê jûrnalêda wê pênc prînsîp bêne şêwirkirinê, kîjana ku alî gelek meriva kirine, wekî evî xeysetî ji hiş û dilê xwe derxin.