Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

3 Alîkarî ku Problêmada Teyax kin

3 Alîkarî ku Problêmada Teyax kin

Îro hene problêmên usa, ji kîjana ku em nikarin xwe xilaz kin û ne jî wana safî kin. Bese xeberê, hergê te kesek ji merivên xweyî nêzîk unda kiriye, yan hergê tu bi nexweşiya giran nexweş î, diqewime tu nikarî çarek bivînî, ku êşa dilê xwe hinekî sivik kî. Gelo wan derecên çetinda, Kitêba Pîroz dikare alîkariyê bide?

NEXWEŞIYÊN KU NAYÊNE QENCKIRINÊ

Rozî dibêje: “Ez bi nexweşiya giran nexweş im, ji bo çi jî timê êşê dikişînim û diçerçirim. Jîyîna min usa baş nîne ça berê”. Ev nexweşî wê yekêda bû, ku Rozîra çetin bû hiş û dîna xwe bide ser hînkirina xweye Kitêba Pîroz û ser tiştên ruhanî. Lê giliyên Îsa ji Metta 19:26 gelek alî wê kir. Li vir nivîsar e: “Her tişt ji destê Xwedê tê”. Rozî fem kir ku gelek mecalên din jî hene, ku çawa Kitêba Pîroz hîn bin. Carna ji bo êşa xwe xwendin wêra çetin dibû, lema jî ewê destpêkir guh bide aûdîo-nivîsandina Kitêba Pîroz û edebyetên din. * Ew dibêje: “Bêy wan tişta, minê nikaribûya ruhaniya xwe xweykira”.

Carna Rozî xemgîn dibû, ku nikaribû mîna berê hine tişta bike. Wan çaxa ewê alîkarî didît ji 2 Korintî 8:12, yê ku dibêje: “Çimkî heger hûn bi rezedilî komekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tune”. Ev gilî dikirne bîra Rozî, wekî kirên wê, Xwedê xweş tên. Nexweşiya xweda Rozî hemû tiştî dikir, çi ku ji destê wê dihat.

DERD-KULÊ DIL

Zeyneb, derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê dibêje: “Paşî mirina qîza mine 18 salî, êşa dilê min usa qayîm bû, min ne jî bawer dikir ku sax bimînim. Tu tişt nikare beramberî vê êşê be”. Ewê berdilî dît ji Zebûr 94:19, kîderê ku zebûrbêj Xwedêra dibêje: “Dema xem hundirê min bigirin, xemrevînên te dilê min kêfxweş dikin”. Zeyneb berdewam dike: “Min Yehowara dua dikir, ku alî min bike tiştên usava mijûl bim, bi saya çi jî ezê bikaribim êşa xwe hevekî sivik kim”.

Zeyneb timê şixulên ruhanîva mijûl dibû. Wede şûnda ew xwe beramberî qalema renganî kir. Ewê got ku hela hê qalema şkestî jî dikare kêrhatî be û lêke. Zeyneb wek qalema şkestî xwe texmîn dikir. Lê fem dikir, ku dikare dîsa jî alî meriyên din bike. Ew dibêje: “Min têderxist, ku xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz û nihêrandina ruhanî, alî min dikirin berdiliyê bidime wan meriya, tevî kîjana ku min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Min fem kir, ku usa Yehowa min rihet dikir û berdilî dida min”. Ewê xwera nivîsî navên wan meriya ji Kitêba Pîroz, yên ku mîna wê, rastî derd-kulên usa hatibûn. Ew dibêje: “Bê şik, ev hemû meriv timê dua dikirin. . . . Tu tenê hingê bikaribî problêmên xweda teyax kî, hergê Kitêba Pîroz dixûnî”.

Hînbûna Kitêba Pîroz dîsa tiştekî hînî Zeynebê kir. Ew hîn bû dîna xwe bide axiriyê, ne ku rojên derbazbûyî. Ev hêviya derheqa kîjanî ku Karên Şandiya 24:15-da nivîsar e berdilî dide wê. Li vir nivîsar e: “Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin”. Gelo, ew çiqasî bawer dike, ku Yehowa qîza wê ji mirinê rake? Zeyneb xwexa caba vê pirsê dide: “Ez didime ber çevê xwe, ku li axiriyê, Yehowa qîza min ji mirinê rakir û ez wê divînim. Ez usa jî divînim, wekî ez tevî wê, baxçêda rûniştime. Ev derece bona min usa rêalî ye, ça rêalî bû roja bûyîna wê”.

^ abz. 4 Gelek aûdîo-nivîsandinên vî cûreyî li ser malpera jw.org hene.

Kitêba Pîroz dikare alî te bike berdilî bivînî, hela hê rojên çetinda jî