Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Dua Bikin ku Xwedê Me Bibihê?

Çawa Dua Bikin ku Xwedê Me Bibihê?

Yehowa Xwedê “duayan dibihîze” (Zebûr 65:2). Em çi çax û kîderê bixwazin, dikarin dilê xweda yan bi dengê bilind dua bikin. Yehowa dixwaze ku em wîra bêjin “Bavo”. Bi rastî jî ew Bavekî pir baş e (Metta 6:9). Yehowa bi hizkirin me hîn dike, ku çawa dua bikin, wekî ew me bibihê.

YEHOWARA BI NAVÊ ÎSA DUA BIKIN

“Hûn pê navê min çi ji Bavê bixwazin, ewê bide we” (Yûhenna 16:23).

Giliyê Îsa rind didine kifşê, wekî Yehowa naxwaze ku em wîra, bi saya şikla, pûta, meleka yan ruhê kal-bava, dua bikin. Ew dixwaze ku em bi navê Îsa Mesîh dua bikin. Çaxê em bi navê Îsa Xwedêra dua dikin, em didine kifşê, ku rola Îsaye ferz fem dikin. Îsa got: “Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhenna 14:6).

JI DIL XEBER DE

“Dilê xwe birêje ber wî” (Zebûr 62:8).

Çaxê em Yehowara dua dikin, em gerekê usa xeber din, ça tevî bavê xweyî hizkirî. Dewsa ku ji kitêbê dua bixûnin yan jî tiştekî bi ezberî bêjin, wê baş be ji dil û bi qedir wîra xeber din.

LI GORA QIRARA XWEDÊ DUA BIKE

“Heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14).

Yehowa Xwedê bi Kitêba Pîroz mera dibêje, ku ewê bona me çi bike û dixwaze em bona wî çi bikin. Seva ku duayên me li Xwedê qebûl bin, em gerekê “li gora xwestina wî” dua bikin. Vê yekêda lêkolîna Kitêba Pîroz wê alî me bike, wekî hê rind wî nas bikin. Hergê em usa bikin, duayên me wê wî xweş bên.

EM BONA ÇI DIKARIN DUA BIKIN?

Bona Hewcên Xwe Dua Bike. Em dikarin bona hewcên xweye herrojî dua bikin, mesele bona xwarinê, kinca û cî-sitarê. Em usa jî dikarin bîlaniyê ji Xwedê bixwazin, ku bikaribin safîkirinên rast bikin. Wê baş be usa jî qewatê ji wî bixwazin ku nava çetinayada teyax kin. Xêncî vê yekê em dikarin bona baweriyê û baxşandinê dua bikin û alîkariyê ji Xwedê bixwazin (Lûqa 11:3, 4, 13; Aqûb 1:5, 17).

Bona Merivên Din Dua Bike. Dê-bavên ku zarên xwe hiz dikin, şa dibin gava zarên wan hevdu hiz dikin. Yehowa jî dixwaze, wekî zarên wîyî ser erdê, bona hev xem bikin. Em dikarin bona jin yan mêrê xwe, malbeta xwe, zar û hevalên xwe jî dua bikin. Aqûbê şandî usa nivîsî: “Bona hev dua bikin” (Aqûb 5:16).

Razîbûna Xwe Bide Kifşê. Kitêba Pîroz derheqa Efirandarê me dibêje: “Qencî wera kir, ji ezmên baran barand, rez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn têr kirin û şabûn jî kire dilê we” (Karên Şandiya 14:17). Gava em difikirin derheqa her tiştên ku Xwedê seva me kiriye, em hêlan dibin duayên xweda razîbûna xwe wîra bidine kifşê. Hemikî razîbûna me Xwedêra ji wê yekê jî tê kifşê, çaxê em gura wî dikin (Kolosî 3:15).

SEBIR KIN Û BERDEWAM KIN DUA BIKIN

Carna em dilteng dibin, gava derbêra caba duayên xweyî ji dil nastînin. Lê ev tê hesabê, wekî Xwedê bona me xem nake? Na! Werên em çend mesela şêwir kin, yên ku didine kifşê, wekî çiqas ferz e berdewam kin dua bikin.

Stîv, derheqa kîjanî ku gotara pêşinda hatibû gotinê, dibêje: “Hergê min dua nekira, minê nêta jîyîna xwe unda kira”. Lê çi hate guhastinê? Ewî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û pêhesiya, wekî çiqas ferz e dua bikin, lema jî timê dua dikir. Stîv zêde dike: “Ez Xwedêra dua dikim, ku razîbûna xwe seva piştgiriya wî bidime kifşê. Ew vê yekê ji hizkirinê bi saya hevalên mine delal dike. Niha ez diha bextewar im”.

Lê em çi dikarin bêjin derheqa Cênî, ya ku difikirî wekî ew nehêja ye ku Xwedê duayê wê bibihê? Ew dibêje: “Gava min xwe bêkêr texmîn dikir, min lavaya Xwedê dikir wekî alî min bike, ku fem bikim çima ez xwe usa texmîn dikim”. Evê yekê çawa alî wê kir? Ew berdewam dike: “Çaxê min dilê xwe Xwedêra vedikir, evê yekê alî min dikir ku bi nihêrandina Xwedê ser xwe binihêrim. Dêmek hergê dilê min jî min sûcdar dike, Yehowa min sûcdar nake. Evê fikirê alî min kir, ku sist nebim û berdewam kim qewatê bidime xebatê”. Gelo kara vê yekê hebû? “Dua alî min kir bivînim, wekî Yehowa kesê zêndî ye, ew me hiz dike, û mîna Bav û Dostekî ezîz, bona me xem dike. Yehowa timê tevî min e û heta ku ez vê yekê dikim, çi ku ew dixwaze, ewê hertim alî min bike”.

Gava Îzabêl kurê xwe Gêrard dinihêre, ku çawa ew nexweşiya xweda ji jîyînê lezetê divîne, ew dibêje: “Ez fem dikim, wekî ev cabeke pir baş e ser duayên min”

Werên em serhatiya xûşkeke me Îzabêlê şêwir kin. Çaxê ew hemle bû, doxdira jêra gotibûn, wekî zar wê nivîşkan bê bûyînê. Îzabêl gelek dilteng bibû. Hineka hela hê jî şîret didanê, wekî zarê berxwe bike. Ew dibêje: “Min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî ji bo êşa derdê dilê xwe dimirim”. Lê gelo ewê çi kir? Îzabêl dibêje: “Min bêsekinandin Xwedêra dua dikir, wekî piştgiriya min bike”. Wede şûnda jêra kur hate bûyînê, navê kîjanî danîn Gêrard. Hemikî zar nivîşkan hate bûyînê. Lê Îzabêl difikire ku Xwedê caba duayê wê da? Belê! Çi cûreyî? Ew dibêje: “Gava ez kurê xweyî 14 salî dinihêrim û divînim ku vê nexweşiya xweda ew ji jîyînê lezetê divîne, ez fem dikim, wekî ev cabeke pir baş e ser duayên min. Û him jî ew keremeke mezin e ji Yehowa Xwedê”.

Serhatiyên vî cûreyî giliyê zebûrbêj dikine bîra me, yê ku got: “Tu xwestina belengaza dibihêyî, ya Xudan! Dilê wan bişidîn û guh bide ser wan” (Zebûr 10:17). Bi rastî jî meniyên çiqas baş in, ku berdewam kin dua bikin!

Kitêba Pîrozda em gelek duayên Îsa divînin. Yek ji wana, kîjan ku rind nas e ew e, gava ewî şagirtên xwe hîn dikir dua bikin. Lê em ji vê yekê çi dikarin hîn bin?