Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Îşaya 60:1 besa kê dike, û ew çawa ‘radibe’ û ‘dibiriqe’?

Îşaya 60:1 usa dibêje: “Rabe, bibiriqe! Çimkî ronaya te hat. Rûmeta Xudan ser teva hilat, ÎM”. Bi zimanê Îbranî, ev gilî dibeke jinikekêra têne gotinê. Rêzên din nîşan dikin ku jinika sîmbolîk ev heye bajarê Siyon yan jî Orşelîmê, ya ku wî çaxî paytexta Cihûdayê bû (Îşaya 60:14; 62:1, 2). Bajar tê hesabê temamiya milet. Derheqa vê rêzê du pirs pêşda tên: Ya pêşin, kengê Orşelîm ‘rabû’ û ronaya ruhanî da? Ya duda jî, gelo giliyên Îşaya rojên meda wê bi cûrekî diha mezin bêne sêrî?

Orşelîm kengê û çawa ‘rabû’ û ronaya ruhanî da? Gava Cihû 70 sal dîltiya Babîlonêda bûn, bajarê Orşelîmê û paristgeh wêrankirî mabûn. Lê çaxê Babîlon kete destê Meda-Farisa, Îsraêliyên ji temamiya Împêrya Babîlonê îda dikaribûn vegerin welatê xwe û wêderê tezeda Yehowa bihebînin (Ezra 1:1-4). Ji sala 537 B.D.M. hine merivên ji 12 eşîra vegeriyane welatê xwe (Îşaya 60:4). Wêderê wana dîsa Yehowara qurban dianîn û cejin derbaz dikirin. Usa jî, wana destpêkir paristgehê ava kin (Ezra 3:1-4, 7-11; 6:16-22). Rûmeta Yehowa dîsa ser Orşelîmêra hilat, dêmek ser xizmetkarên wîva. Bi vî cûreyî, ewana bona miletên ku ruhanîda teriyêda bûn, dibiriqîn.

Lê wî çaxî tenê pareke pêxembertiya Îşaya hate sêrî. Heçî zef Îsraêlî guh nedidane Xwedê (Nehemiya 13:27; Malaxî 1:6-8; 2:13, 14; Metta 15:7-9). Serda jî, çend qirne şûnda, wana Îsa Mesîh jî înkar kir (Metta 27:1, 2). Sala 70 D.M.-da, Orşelîm û paristgeh dîsa hatine wêrankirinê.

Yehowa pêşda derheqa vê yekê pêxembertî kiribû (Daniyêl 9:24-27). Eşkere ye, ku nêta Yehowa ev nîbû wekî hemû giliyên ji Îşaya serê 60, ser Orşelîma ku ser erdê bû bihatana sêrî.

Gelo giliyên Îşaya rojên meda bi cûrên diha mezin wê bêne sêrî? Belê, lê îjar, giliyên Îşaya ser jinikeke sîmbolîke din, dêmek ser “Orşelîma jorin”, hatine sêrî. Pawlosê şandî derheqa wê usa nivîsî: “Ew diya me hemûya ye” (Galatî 4:26). “Orşelîma jorin” para ezmanî ya teşkîleta Xwedê ye, ya ku ji efrînên ruhanîye amin e. Îsa Mesîh û 144 000 kesên bi ruh kifşkirî, yên ku mîna Pawlosê şandî bona jîyîna li ezmana hatine bijartinê, zarên vê jinikê ne. Kesên bijartî “miletê buhurtî” ye, ku tê navkirinê “Îsraêla Xwedê” (1 Petrûs 2:9; Galatî 6:16).

“Orşelîma jorin” bi saya zarên xweye bijartî, yên ku ser erdê ne, ‘radibe’ û ‘dibiriqe’. Were em tiştên ku hatine serê wan, beramberî giliyên kitêba ji Îşaya serê 60 bikin.

Gelo Mesîhiyên bijartî ça ‘rabûn’? Qirna duda D.M.-da, ewana nava zîwanên dijminên rastiyêda xeniqî bûn û ketibûne teriya ruhanî (Metta 13:37-43). Bi vî cûreyî, ewana ketine dîltiya Babîlona Mezin, dêmek împêriya hemdinyayê ya rêlîgiya qelp. Kesên bijartî girtî man heta “rojên xilaziya vê dinyayê”, kîjan ku sala 1914-da destpêbûn (Metta 13:39, 40). Sala 1919-da, çaxê ewana aza bûn, wana destpêkir mizgîniyê bela kin û bi vî cûreyî ronaya ruhanî destpêkir şewq bide a. Bi sala, merivên ji hemû mileta berbi vê ronayê dihatin. Nav wanda kesên bijartî ji Îsraêla Xwedê jî hene, dêmek ‘padşên’ ku Îşaya 60:3 besa wan dike (Eyantî 5:9, 10).

Axiriyêda kesên bijartî wê bi cûrê diha mezin bi saya ronaya Xwedê bibiriqin. Gelo çi cûreyî? Gava ewana ser erdê bimirin, ser ezmana ewana wê bibine para “Orşelîma nû”, dêmek bûka Îsa Mesîh, ya ku ji 144 000 kesên bijartî ye. Û ewana wê tevî Îsa padşatî û kahîntiyê bikin (Eyantî 14:1; 21:1, 2, 24; 22:3-5).

“Orşelîma nû” vê roleke ferz bilîze vê yekêda, ku Îşaya 60:1 bê sêrî (Beramber ke Îşaya 60:1, 3, 5, 11, 19, 20 û Eyantî 21:2, 9-11, 22-26). Çawa ku bajarê Orşelîmê ciyê serwêrtiyê bû û ser Îsraêlê serwêrtiyê dikir, bi wî cûreyî “Orşelîma nû” û Îsa Mesîh jî wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bikin. Gelo çi cûreyî Orşelîma nû “ji ezmên Xwedêda dihate xwarê”? Bi vê yekê, ku “Orşelîma nû” wê bona temamiya dinyayê xem bike. Merivên xwedêxof ji hemû mileta, wê “ronaya wîda bigerin” û ji gune û mirinê xilaz bin (Eyantî 21:3, 4, 24). Çawa ku Îşaya û pêxemberên din gotibûn, her tişt wê bê tezekirinê (Karên Şandiya 3:21). Gava Îsa Mesîh bû Padşa, ewî destpêkir “her tiştî nû çêke”, û ev şixul wê heta xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî berdewam be.

a Hezeqêl 37:1-14 û Eyantî 11:7-12 jî besa tezekirina hebandina rast dikin. Ev yek sala 1919-da qewimî. Hezeqêl pêxembertî kiribû, ku paşî demeke dirêj, hemû Mesîhiyên bijartî wê ji dîltiya sîmbolîk bêne azakirinê û dîsa ruhanîda bişidin. Usa jî, Kitêba Eyantîda hatiye pêxembertîkirinê derheqa komeke biçûk ya birên bijartî, yên ku destpêkirin rêberiya xizmetkarên Xwedê bikin paşê vê yekê, ku ji kelê hatine azakirinê. Sala 1919-da, ewana ça “xulamê amin û serwaxt” hatine kifşkirinê (Metta 24:45; binihêre kitêba bi navê Hebandina Temiz Yehowara: Şikir Hate Vegerandin!, rûp. 118).