Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Xweçêkirinê û Xemilandinê?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Xweçêkirinê û Xemilandinê?

Caba Kitêba Pîroz

Rast e Kitêba Pîroz zef dîna xwe nade vê pirsê, lê ev xweçêkirin û xemilandinê sûcdar nake. Xêncî wê yekê Kitêba Pîroz hêlan dike, wekî berê pêşin ne ku derheqa xweçêkirinê xem bikin, lê derheqa “ruhekî milûk û girane bedewetiya nebetal” (1 Petrûs 3:3, 4).

Xwexemilandin nayê qedexekirinê

  • Kulfetên Xwedêra amin, yên ku wedê berê dijîtin, xwe dixemilandin. Rebeka, ya ku bû jina Îshaqê kurê Birahîm, qerefil û bazinên zêrîn, usa jî tiştên xemilandinêya dine biha xweva dikir, kîjan ku ewê ji xezûrê xwe ça pêşkêş standibû (Destpêbûn 24:22, 30, 53). Ester jî qayîl bû, wekî “kulfet hazirbûnêra derbaz bûya” kîjan ku tevî wan qîza derbaz dikirin, yên ku wê bibûna jin-padşaye Împeriya Farisî. Dikete nava wê hazirbûnê şûştin-veşûştin, û melhemkirina bi rûnê zimir û bînxweş (Ester 2:7, 9, 12).

  • Ji meselên Kitêba Pîroz xemilandin ça tiştekî baş xuya dibe. Mesele, merivê ku şîreteke bîlan dide, ew “bona yê guhdar” beramberî guharê zêrîn dibe (Metelok 25:12). Anegorî vê yekê, Xwedê xwexa jî hestên xweye hindava cimeta Îsraêlê, beramberî hestê wî zevayî dike, yê ku dergîstiya xwe bi bazina, guhara û moriya dixemilîne (Hezeqêl 16:11-13).

Nihêrandina nerast derheqa xweçêkirin û xemilandinê

Nihêrandina nerast: 1 Petrûs 3:3-da Kitêba Pîroz “gulîvegirtinê û torêd zêra” sûcdar dike.

Rastî: Ji kontêksta vê rêzê tê kifşê, wekî Kitêba Pîroz hê zêde bedewiya dil qîmet dike, ne ku bedewiya rû û xemilandinê (1 Petrûs 3:3-6). Derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda çend cara tê gotinê (1 Samûyêl 16:7; Metelok 11:22; 31:30; 1 Tîmotêyo 2:9, 10).

Nihêrandina nerast: Mesela jin-padşaya zulm, navê kîjanê Îzabêl bû, çevê xwe bi rengê reş kil dikir. Ev yek îzbat dike, wekî nerast e xwe çêkin (2 Padşatî 9:30).

Rastî: Îzabêl sêrbaziyêva mijûl dibû û meriv dikuştin. Ev seva kirên xweye zulm hatibû cezakirinê, ne ku seva xemilandina xwe (2 Padşatî 9:7, 22, 36, 37).