Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇEV BIDE BAWERIYA WAN | REBEKA

“Ezê Herim”

“Ezê Herim”

REBEKA dinihêre, ku ça terî dikeve erdê. Çend heftî ye ku ew rêda ne û li ser devê rûniştî ye. Ev hêsa nîne. Mala bavê wê li Haranê, bi seda kîlomêtra aliyê bakûra-başûrê maye. Belkî Rebeka îda tu car wê nikaribe malbeta xwe bivîne. Gelo axriya wê çawa be? Wedê rêwîtiyê gelek pirsên vî cûrey cem wê pêşda dihatin, xût hingê, çaxê rêwîtiya wan îda xilaz dibû.

Karvana wan di Kenanêda gelek ciyara derbaz bû û niha jî ewana di herêma Necefêda bûn (Destpêbûn 24:62). Erdê Necefê daha ziha bû û wê derê tûm-darçik mezin dibûn. Lê ew cî baş bû, seva ku kêriyên pêz biçêrin. Ew erd îda nas bû seva rêberê wan. Ew hizreta wê yekê bû, wekî axayê xwera mizgîniyê elam ke, ku Rebeka wê bibe jina Îshaq! Dibe ku Rebeka niha hinekî berxwediket derheqa jîyîna xwe. Gelo Îshaq dergîstiyê wê, yekî ça ye? Ewana hevdu qe ne jî dîtine! Gelo Îshaq wê şa be, çaxê Rebekayê bivîne? Lê Rebekayêra ew wê xweş bê?

Îro gelek ciyada tiştekî nenormal e, çaxê zewac pê peymanê tê girêdanê. Lê ciyên dinda, pevgirêdana usa normal e. Firqî tune tu pê çi eyd-qeyda mezin bûy, dibeke tê qayîl bî, ku Rebeka diçû li nezaniyê. Ew bi rastî jî eyan bû ça qîzeke mêrxas û bi baweriya qewî. Ew xeyset mera jî lazim in, çaxê em jîyîna xweda rastî çetinaya tên. Cem Rebeka dîsa gelek xeyset-hunurên baş hebûn, çi ku baweriya wêva girêdayî bûn.

“EZ AVÊ DEVEYÊD TERA JÎ BIKIŞÎNIM”

Werên em binihêrin ku çawa ew guhastinên mezin, jîyîna Rebekayêda qewimîn. Ew di Mêzopotamiyêda mezin bû, li bajarê Haranê yan jî nêzîkî wê. Dê-bavên wê, ne mîna gelek merivên Haranê bûn. Ewana serê xwe danenîn ber xwedayê hîvê bi navê Sîn. Xwedayê wan Yehowa bû (Destpêbûn 24:50).

Rebeka qîzeke berbi çev û bedew bû, lê ew yeke qure nîbû. Ew ser xwe bû û namûsiya xwe jî temiz xwey dikir. Malbeta wê dewlemend bû û xulamên wan jî hebûn, lê ber Rebeka nediçûn-nedihatin. Ew usa mezin kirin wekî gelek şixul bike. Anegorî gelek jinên din di wan wededa, şixulên Rebekayê jî gelek bû. Mesele, avê seva malbetê hilçine. Berê êvarê ewê cêr dida ser milê xwe û diçû ber bîrê avê hilçîne (Destpêbûn 24:11, 15, 16).

Êvarekê çaxê Rebeka cêrê xwe tije kiribû, kalemêrekî bi lez çû pêşiya wê. Ew gote Rebekayê: “Kerema xwe, avekê ji cêrê xwe nadî ez vexwim?”. Ew xwestineke usa bi qedir û bi milûktî bû! Rebekayê têderxist wekî ew kalemêr ji dûr hatiye. Lema jî ewê zûskava cêrê xwe ji milê xwe peya kir û da wî, wekî ew ava sar têr vexwe. Ewê dît wekî dehe devên wî mêrikî jî hebûn û kurnê wanî avê, vala bû. Rebekayê didît wekî ew kalemêr ça bi qedir lê dinihêre, û ewê xwest hê zêde hindava wîda merd be. Lema jî ewê got: “Ez avê deveyêd tera jî bikişînim, wan jî têr avdim” (Destpêbûn 24:17-19).

Dîna xwe bidin, Rebekayê ne got ku hine av wê bide deva, lê ewê got ku wana têr av de. Çaxê devek gelek tî ye, ew dikare 95 lîtira zêdetir avê vexwe! Niha bidine hesabê xwe hergê hemû deve usa tî bûna, Rebekayêra çiqas sihet lazim bû seva avê bide wan. Lê paşê ça hate kifşê deve haqas jî tî nîbûn. * Lê gelo Rebekayê ev yek zanibû? Na. Ew hazir bû bi rezadilî bixebite seva ku mêvanhiziya xwe hindava wî kalemêrî bide kifşê. Ev kalemêr razî bû, ku qîzik alî wî bike. Paşê ew zûr bibû li wê dinihêrî, ku çawa Rebeka virda-wêda diçe tê. Ew dîsa û dîsa dihat, cêrê xwe tije dikir û paşê devara vala dikir (Destpêbûn 24:20, 21).

Rebeka xebathiz û mêvanhiz bû

Mesela Rebekayê, îro seva me gelek kêrhatî ye. Em wedekî usada dijîn, ku xwehizî gelek bela bûye. Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, meriv bûne “xwehiz” û naxwazin dîna xwe bidine yên dinêna (2 Tîmotêyo 3:1-5). Mesîhiyên ku ji aliyê xweda hemû tiştî dikin û nexwazin bikevne ber bayê wê yekê, gerekê bifikirin ser mesela Rebekayê, ya ku qewat dida xebatê seva ku virda-wêde here bê.

Hemikî Rebekayê didît, ku çawa ev kalemêr lê dinihêre. Di vê yekêda tiştekî necayîz tune bû; ev kalemêr li ser wê ecêbmayî mabû û şa dibû. Gava Rebekayê şixulê xwe xilaz kir, hingê kalemêr qerefîleke zêrîn û du bazinên zêrîn dane wê! Paşê ewî jê pirsî: “Bi kerema xwe beje, tu qîza kê yî? Gelo mala bavê teda cî heye, ku em şeva xwe derbaz kin?” Çaxê Rebekayê derheqa malbeta xwe wîra gilî kir, şabûna wî hê zêde bû. Qîzik serda zêde kir: “Şikir ka û gîhayê me gelek e û cîyê şevmayîna we jî heye”. Ev giliyê aqilanî bûn, çimkî tevî kalemêr merivên din jî hatibûn. Paşê Rebeka revî çû û eva yeka diya xwera gilî kir (Destpêbûn 24:22-28, 32).

Ça tê kifşê Rebeka usa mezin kirin, seva ku ew mêvanhiz be. Lê yazix ev hunurekî baş, roja îroyîn kêm dibe. Lema jî em gerekê çev bidine baweriya wê qîzika qenc. Bawerî hindava Xwedê, wê me hêlan ke mêvanhiz bin. Yehowa mêvanhiz e, û hindava hemûyada merd e. Ew dixwaze wekî xizmetkarên wî jî usa bin. Çaxê em mêvanhiz in hindava wana jî, kî ku wê tu car nerazî be, bi vê yekê em dilê Bavê xweyî ezmana şa dikin (Metta 5:44-46; 1 Petrûs 4:9).

“QÎZEKÊ KURÊ MIN ÎSHAQRA BÎNΔ

Gelo kî bû ew kalemêr ku ber bîrê sekinî bû? Ew xulamê Birahîm bû, Birahîm jî birê kalikê Rebekayê bû. Lema mala Betûêlê bavê Rebekayêda, bi şabûn rastî wî xulamî hatin. Navê vî xulamî dibeke Eliyezer bû. * Xweyên malê xwarin seva wî hazir kirin, lê ew înkar dikir bixwe heta ku mena hatina xwe negota (Destpêbûn 24:31-33). Hela bidine ber çevê xwe ewî ça bi ecêbmayî xeberdana xwe destpêkir, çimkî ewî xwexa eşkere dîtibû ku çawa Xwedayê wî Yehowa, şixulê wîda ew kerem kiriye. Çi cûreyî?

Bidine hesabê xwe çawa Eliyezer serhatiya xwe gilî dike. Bavê Rebekayê Bêtûêl û birê wê Laban, guh didine wî. Eliyezer wanara gilî kir, ku Yehowa, Birahîm di Kenanêda pir kerem kiriye. Usa jî wekî hemû hebûka Birahîm û Serayê, derbazî kurê wan Îshaq dibe. Birahîm xulamê xwe Eliyezerra fermaneke girîng da: Ew gerekê di Haranêda, nava merivên Birahîmda, qîzek seva Îshaq bixwesta (Destpêbûn 24:34-38).

Birahîm, Eliyezer da sondê, wekî ew ji welatê Kenaniya qîzekê seva Îshaq nexwaze. Çima? Çimkî cimeta Kenanî, Yehowa nedihebandin û ne jî qedirê wî digirtin. Birahîm zanibû, ku Yehowa wê wedê xweda wan meriya ceza ke, seva şixulên wane zulm. Lema jî Birahîm nedixwest, wekî kurê wî Îshaq tevî vê cimetê şixulên bênamûsiyêda tevgirêdayî be. Ewî usa jî zanibû, wekî sozên Xwedê gerekê ji Îshaq bihatana sêrî (Destpêbûn 15:16; 17:19; 24:2-4).

Eliyezer serhatiya xwe berdewam kir û got wekî pêşiya hatina wî ber bîrê, ew Yehowa Xwedêra dua kir. Ewî reca Yehowa kir, wekî Ew seva Îshaq qîzê bijbere. Gelo çawa? Eliyezer ji Xwedê xwest, wekî qîza ku gerekê bibe jina Îshaq, bê ber bîre. Çaxê ewê ji qîzikê avê bixwaze, ew gerekê hazir be ne ku tenê Eliyezerra avê bide, lê usa jî deveyên wîra (Destpêbûn 24:12-14). Ça hûn difikirin, kê hate ber bîrê û li gora giliyê Eliyezer kir? Ev Rebeka bû! De niha bidine ber çevê xwe, Rebekayê çi ser xwe texmîn kir çaxê serhatiya Eliyezer bihîst!

Serhatiya Eliyezer, gelek dilê Bêtûêl û Laban girt. Wana got: “Ev yek ji Xudan e”. Li gora qeyda, wana orta Rebekayê û Îshaq, peymana zewacê girêdan (Destpêbûn 24:50-54). Lê gelo ew dihate hesabê, ku îzna Rebekayê tune bû fikirên xwe bêje?

Çend heftî pêşda Eliyezer jî pirseke usa dabû Birahîm: “Belkî qîzik nexwaze tevî min bê?” Birahîm caba xweda got: “Tu îdî ji wî sondê xwe aza yî” (Destpêbûn 24:39, 41). Di mala Bêtûêlda jî, xwestina Rebekayê hildidane hesab. Eliyezer gelek şa bû ku şixulê wî usa baş derbaz bû, lema jî roja din ewî îzin xwest seva ku tevî Rebekayê wegere Kenanê. Malbeta Rebekayê xwest, ku ew weke dehe roja tevî wan bimîne. Paşê wana tiştekî usa safî kir: “Em gazî keçikê kin û xebera devê wê bizanibin” (Destpêbûn 24:57).

Niha di jîyîna Rebekayêda pirseke mezin pêşda hat. Gelo ewê çi bêje? Dibeke ewê destpêkir lavaya bavê xwe û birê xwe bike, seva ku wê neşînin cîkî nenas? Yan jî ewê hesab kir ku ew qedirekî mezin e, wekî ew di wê qewimandinêda kar bike, kîjanî ku Yehowa rêberî kiribû? Ewê got: “Ezê herim” (Destpêbûn 24:58, DT)

Bi rastî jî ruhê hazirbûnê cem wê hebû! Îro eyd-qeydên zewacê dikarin cûre-cûre bin, lê ji mesela Rebekayê em dikarin gelek tişt hîn bin. Ewê ne ku li gora xwestina xwe kir, lê li gora xwestina Xwedayê xwe Yehowa. Îro jî çaxê kesek safî dike bizewice, Xebera Xwedê derheqa vê yekê, rêberiya lape baş dide. Besa xeberê, em kê gerekê xwera bikine heval-zewac û çawa bibine mêr yan jina baş (2 Korintî 6:14, 15; Efesî 5:28-33). Lema jî wê baş be, wekî em çev bidine mesela Rebekayê û hemû tiştî li gora xwestina Xwedê bikin.

“EW MERIVÊ KU BER BI ME TÊ, KÎ YE?”

Mala Bêtûêl, Rebeka kerem kirin. Paşê, ewana Rebeka, xweykiriya wê Debora û hine carî tevî Eliyezer û merivên wî, verêkirin (Destpêbûn 24:59-61; 35:8). Zûtirekê ewana ji Haranê îda gelek dûr bûn. Rêwîtiya wan weke 800 km. bû û weke sê heftiya dikişand. Ev yek hêsa nîbû. Rebekayê di jîyîna xweda gelek car deve dîtibûn, lê em nikarin bêjin wekî ewê dikaribû rind ser deva siyar be. Kitêba Pîroz derheqa malbeta wê dibêje ku ewana pez xwey dikirin, ne ku deve (Destpêbûn 29:10). Çaxê bende teze li ser deva siyar dibe, ew zû diweste. Hela hê çaxê hinekî jî here, cefê dikişîne!

Çi jî hebû, Rebekayê dîna xwe nedida wan cefa, lê wedê rêwîtiya wan, ew ji Eliyezer pêdihesiya derheqa Îshaq û malbeta wî. Bidine ber çevê xwe çawa kalemêr berbi êvarê tevî Rebekayê rûniştiye û jêra gilî dike, derheqa sozê Yehowa hindava hevalê Wîyî Birahîm. Li gora qirara Xwedê, ji xeza malbeta Birahîm gerekê zuretek bihata, bi saya kîjanî ku temamiya însanetê wê kerem bistanda. Hela bifikirin wekî dilê Rebekayê ça bi şabûneke mezin tije bibû, çaxê ew pêdihesiya ku sozê Yehowa gerekê ji dergîstiya wê Îshaq bihatana sêrî. Û hemikî di vê yekêda Rebeka jî roleke ferz dilîst! (Destpêbûn 22:15-18).

Rebekayê milûktiya xwe da kifşê, çi ku xeysetekî qîmet e

Axiriya-axiriyê gihîşt ew roj, derheqa kîjanî ku me destpêka vê gotarê gilî kir. Karvana wan derbazî Necefê bû û îda berbi êvarê ewana nêzîkî cî dibûn. Hingê Rebekayê mêrikek di çolêda dît, yê ku ketibû mitala. Rebeka leze-lez “ji devê peya bû” û hîviyê nîbû heta ku deve rûnê. Ewê ji Eliyezer pirsî: “Ew merivê deştêdayî ku ber bi me tê, ew kî ye?” Çaxê ew pêhesiya ku ew Îshaq e, ewê xêlîya xwe hilda û avîte li ser xwe (Destpêbûn 24:62-65). Çima? Bi wê yekê ewê qedirê xwe da kifşê hindava Îshaq ku gerekê bibiya mêrê wê. Îro tiştên usa îda ne modêrn e. Bi rastî jî çawa mêr usa jî jin, dersên kêrhatî dikarin ji Rebekayê hîn bin. Çimkî me her kesîra jî, xeyset-hunurên usa lazim in.

Îshaq weke 40 salî bû û berdewam dikir şîna diya xwe Serayê bike, ya ku weke sê sal pêşda miribû. Ji vê yekê tê kifşê ku Îshaq xeysetê xweda, yekî nerm bû. Seva mêrekî usa, Rebeka bi rastî jî kerem bû. Çimkî ew xebathiz, mêvanhiz û milûk bû! Lê Îshaq ça li ser Rebekayê nihêrî? Kitêba Pîroz dibêje: “Ewî ew hiz kir” (Destpêbûn 24:67; 26:8).

Weke 39 qirne derbaz bûn û hela hê îro jî rabûn-rûniştandina Rebekayê me xweş tê. Lê kara vê yekê heye, hergê tenê bizanibin derheqa mêrxasî, xebathizî, mêvanhizî û milûktiya wê? Her kes ji me, dixwazî cahil be yan emirda mezin, zewicî yan jî azep, gerekê çev bide baweriya Rebekayê!

^ abz. 10 Îda terî ketibû erdê. Tu ciya di vê serhatiyêda nayê gotinê ku Rebeka bi siheta ber bîrê bû. Usa jî nayê gotinê, ku çaxê ewê xebata xwe xilaz kir, malbeta wê îda raza bû. Yan jî kesek lê digeriya û hatibû pey wê.

^ abz. 15 Navê Eliyezer di vê serhatiyêda nayê dîtinê, lê em dikarin bêjin ku ew xulam hema Eliyezer bû. Carekê Birahîm xwest hemû warê xwe derbazî Eliyezer ke, çimkî zoretê wî tune bû. Ji vir tê kifşê, ku Birahîm ji hemû xulama daha zef îtbariya xwe Eliyezer dianî, çimkî ew xulamê mezin bû cem Birahîm. Hema usa di vê serhatiyêda derheqa wî xulamî tê gotinê (Destpêbûn 15:2; 24:2-4).