Derbazî serecemê

Gelo Kitêba Pîrozda Derheqa Tatû Çi Tê Gotinê?

Gelo Kitêba Pîrozda Derheqa Tatû Çi Tê Gotinê?

Caba Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîrozda tenê carekê derheqa tatû tê gotinê. Ev yek Qanûna Kahîntiyê 19:28-da nivîsar e: “Nivîsarên kutayî li xwe dernexin”. Ev temî Xwedê dabû Îsraêliya, seva ku ewana cude bin ji miletên der-dor yên ku nivîsarên kutayî, yanê tatû li ser bedena xwe neqiş dikirin. Ser wan tatû nav û sîmbolên xudanên wan bûn (Qanûna Ducarî 14:2). Rast e îro nelazim e, wekî Mesîhî evê qanûnê bînin sêrî, lê prînsîpa ku vê qanûnêda ne, gelek ferz e û gerekê hildin hesab.

Gelo îzin heye, wekî Mesîhî ser bedena xwe nivîsarên kutayî bikin?

 Rêzên Kitêba Pîroz kîjan ku jêrê têne dayînê, wê alî we bikin hê kûr derheqa vê pirsê şêwir kin:

  •   “Bira kulfet bi . . . şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin” (1 Tîmotêyo 2:9). Ev prînsîp usa jî mêra dikeve. Em gerekê hestên merivên din hildin hesab û dîna meriya bi zêdeyî nekişînin ser xwe.

  •   Hine meriv bi vî cûreyî dixwazin îzbat kin, ku ewana xwe serî xwe ne. Hinek jî dixwazin nîşan kin, wekî ewana xweyê bedena xwe ne, lema jî çi dixwazin dikin. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Qalibê xwe tesmîlî Xwedê kin çawa qurbaneke sax, pîroz, li Xwedê qebûl, yê ku heye xizmetkirina meye pîroze fikirandî” (Romayî 12:1). Kûr bifikirin ku çira hûn dixwazin tatû bikin. Hergê hûn dixwazin vê yekê ji bo modê bikin, yan jî dixwazin bidine kifşê, ku hûn endemê komekê ne, bîr nekin wekî ev xwestina we dikare derbaz be, lê tatû wê ser bedena we bimîne. Hergê hûn ser vê yekê kûr bifikirin, hûnê safîkirina rast û bîlan bikin (Metelok 4:7).

  •   “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne” (Metelok 21:5). Gelek car meriv leze-lez safî dike, ku tatû bike, lê axiriya vê yekê dikare dirêj ser meriva hukum ke. Mesele, ser heleqetiya wî tevî meriva û ser xebatê. Xêncî wê yekê, temizkirina tatû gelek êş e û biha ye. Usa jî çawa lêkolîn û bîznêsa temizkirina tatû nîşan dikin, gelek meriv kîjan ku tatû kirine, wede şûnda poşman dibin.