Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, wekî Xwe Gunekar Nekim?

Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, wekî Xwe Gunekar Nekim?

Caba Kitêba Pîroz

 Belê. Kitêba Pîroz dikare alî me bike, wekî em hestên xwegunekarkirinê alt kin (Zebûr 32:1-5). Hergê me tiştekî nerast kiriye, lê em bi dil û can poşman dibin, Xwedê wê bibaxşîne me û alî me bike, wekî em dilrihetiyê bistînin (Zebûr 86:5). Ji Kitêba Pîroz tê kifşê, wekî carna hestê xwegunekarkirinê karê tîne, çimkî ew me hêlan dike, wekî em riya xweye nerast biguhêrin û hemû tiştî bikin, seva ku evê şaşiya xwe dîsa wenekilînin (Zebûr 51:17; Metelok 14:9). Lê Kitêba Pîroz me şîret dike, wekî em gelekî xwe gunekar nekin û nefikirin, wekî em ber çevê Xwedê bêkêr in. Hergê em usa bifikirin, emê zef dilteng bin û sist bin (2 Korintî 2:7).

 Çi dikare hestê xwegunekarkirinê pêşda bîne?

 Dibeke em ji bo gelek meniya xwe gunekar hesab dikin. Dibeke me merivê xweyî hizkirî daye xeydandinê, yan jî çi ku gerekê bikira, nekiriye. Carna jî dibeke bêyî menî hestê xwegunekarkirinê cem me pêşda tê. Mesele, dibeke me nêtên usa xwera daniye, ku nikarin bigihîjine van û ji bo vê yekê xwe gunekar hesab dikin. Lema jî Kitêba Pîroz me şîret dike, wekî em tiştên ji qewata xwe der, ji xwe dewa nekin (Waîz 7:16).

 Ez ça dikarim hestê xwegunekarkirinê alt kim?

 Dewsa ku dilteng bî, çiqas dikarî hemû tiştî bike, wekî evê derecê rast kî. Lê çi cûreyî?

  •   Qebûl ke, ku tu şaş bûyî. Yehowara a dua bike, wekî bibaxşîne te (Zebûr 38:18; Lûqa 11:4). Bawer be wekî Xwedê wê dengê te bibihê, hergê tu bi dil û can tobe bikî û hemû tiştî bikî, wekî evê şaşiyê dîsa nekî (2 Dîrok 33:13; Zebûr 34:18). Xwedê dilê meriva divîne, dêmek ew çi ku meriv navîne. Çaxê Xwedê divîne wekî em hemû tiştî dikin, seva ku ser riya rast bisekinin, ew dibaxşîne me, çimkî “ew xweyê sozê xwe ye û heqiyê dike” (1 Yûhenna 1:9; Metelok 28:13).

     Hemikî hergê te kesek daye xeydandinê, tu gerekê qebûl kî ku şaş bûyî û bi dil û can baxşandinê bixwazî. Dibeke ev yek hêsa nîbe û seva vê yekê mêrxasî û milûktî lazim be. Lê hergê tu bi dil û can baxşandinê bixwazî, hingê wê du problêm safî bin. Ya yekê, wê kevirê giran ji dilê te bikeve. Ya duda, heleqetiya we wê baş be (Metta 3:8; 5:23, 24).

  •   Bifikire ser wan rêzên Kitêba Pîroz, yên ku derheqa dilremiya Xwedê ne. Mesele, were em binihêrin 1 Yûhenna 3:19, 20. Ji wan rêza em divînin, wekî dilê me carna dikare “me neheq ke”. Dêmek em hindava xweda dikarin gelek sert bin û bifikirin, ku hêjayî hizkirina Xwedê nînin. Lê wira usa jî tê kifşkirinê, wekî “Xwedê ji dilê me mestir e”. Ev çi tê hesabê? Ev hemû tiştî derheqa me zane û hestên me û sistbûnên me fem dike. Ew usa jî zane, wekî em gunekar hatine bûyînê, ji bo çi jî tiştên nerast dikarin bikin b (Zebûr 51:5). Lema jî Xwedê texsîr nake wan meriva, yên ku bi dil poşman dibin bona şaşiyên xwe (Zebûr 32:5).

  •   Pey tiştên derbazbûyî nekeve. Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên wan meriva hene, yên ku xwe riya nerast girtibûn, lê paşê hatine guhastinê. Mesele, ji wan yek Şawûlê ji Tarsûsê bû, kîjan wede şûnda hate naskirinê ça Pawlosê şandî. Ew Fêris bû û pey şagirtên Îsa diket (Karên Şandiya 8:3; 9:1, 2, 11). Lê çaxê ewî fem kir, wekî bi rastî ew miqabilî Xwedê û Îsa Mesîh diçe, ewî tobe kir, hate guhastinê û bû Mesîhîkî baş. Rast e Pawlos gelek berxwe diket bona kirên xweye berê, lê ew pey tiştên derbazbûyî nediket. Pawlos bîr nedikir, wekî Yehowa hindava wîda çiqas dilrem bû û ew bû mizgînvanekî xîret. Ewî hêviya xweye derheqa jîyîna heta-hetayê timê bîra xweda xwey dikir (Fîlîpî 3:13, 14).

 Rêzên Kitêba Pîroz derheqa xwegunekarkirinê û baxşandinê

 Zebûr 51:17: “Qurbana Xwedê xweş, ruhê şkestî ye, dilê milûk e, ku Xwedê texsîr nake”.

 Ev çi tê hesabê: Hergê bi rastî tu poşman bûyî, wekî te dilê Xwedê êşandiye, ew wê te înkar neke bona şaşiyên te. Ew dilrem e.

 Metelok 28:13: “Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur tê û dihêle, wê remê bibîne”.

 Ev çi tê hesabê: Hergê em bînin ser xwe, wekî me ber Xwedê gune kiriye û bêne guhastinê, ew wê bibaxşîne me.

 Yêremiya 31:34: “Ezê li fesadiyên [şaşiyên] wan biborînim û êdî ezê sûcên wan ne di bîra xweda bînim!”

 Ev çi tê hesabê: Xwedê çaxê dibaxşîne me, ew îda şaşiyên me nade rûyê me. Ew bi rastî dilrem e.

a Yehowa, navê Xwedê ye (Derketin 6:3).

b Ji bo vê yekê ku em gunekar hatine bûyînê, em dikarin tiştên nerast bikin. Em gunekar in, çimkî merivên pêşin Adem û Hêwa, miqabilî Xwedê derketin. Bi wê yekê wana xwexa gune kir û gunekariya wan derbazî ser zureta wan bû (Destpêbûn 3:17-19; Romayî 5:12).