Derbazî serecemê

Gelo Xwedê bi saya Êvolûsiyayê Hemû Cûre Jîyîn Efirandiye?

Gelo Xwedê bi saya Êvolûsiyayê Hemû Cûre Jîyîn Efirandiye?

Caba Kitêba Pîroz

 Na. Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê, ku Xwedê him bende him jî heywan û şînkayî bi “cûrê” wan efirandiye (Destpêbûn 1:12, 21, 25, 27; Eyantî 4:11). Li gora Kitêba Pîroz hemû meriv ji Adem û Hêwayê bûne, dêmek ji dê-bavê meyî pêşin (Destpêbûn 3:20; 4:1). Serhatiya Kitêba Pîroz derheqa efirandinê piştgiriya vê têoriyayê nake, ku Xwedê hemû cûrê jîyînê bi saya êvolûsiyayê efirandiye. (Carna ser vê têoriyayê dibêjin “êvolûsiya têîstîkî”). Xêncî wê yekê elametiya ji Kitêba Pîroz himberî têoriya zandara naçe, ya ku dibêjin wekî her “cûrê” bînberada cudebûn heye. a

 Gelo Xwedê êvolûsiya daye xebatê?

 Ewên ku xwe li “êvolûsiya têîstîkî” digirin, bi cûre-cûre şirovedikin, ku jîyîn çawa pêşda hatiye. Li gora “Ferhenga Brîtanî”, ev têoriya dide kifşê, wekî “bijartina tebiyetê ev ji wan mêxanîzma ye, bi kîjanî Xwedê rêberiya dinyayê dike”.

 Dîsa hine îdêyên din dikevne nava êvolûsiya têîstîkî:

  •   Hemû bînber ji kal-bavê xweye ewlin pêşda hatine.

  •   Çaxê cûrekî emir ji hev zêde dibe, dikare bê guhastinê û bibe cûrekî din. Carna guhastinên usa nav dikin ça makroêvolûsiya.

  •   Xwedê rêberiya protsêsên êvolûsiyayê dike.

 Gelo êvolûsiya li gora Kitêba Pîroz rast e?

 Têoriya êvolûsiya têîstîkî dibêje, wekî ew çi ku kitêba Destpêbûnêda tê gotinê derheqa efirandinê, nerast e. Lê Îsa Mesîh derheqa vê kitêbê usa xeber dida, ça derheqa îzbatkirineke rast (Destpêbûn 1:26, 27; 2:18-24; Metta 19:4-6). Kitêba Pîroz dibêje, wekî pêşiya ku Îsa bihata ser erdê, ewî ser ezmên tevî Xwedê bû û efirandinêda alî Xwedê dikir (Yûhenna 1:3). Lema jî ew têoriya, ku Xwedê bi êvolûsiyayê hemû cûre jîyîn efirandiye, li gora Kitêba Pîroz nerast e.

 Gelo ev yek ku heywan û şînkayî dikarin hînî guhastinên demsala bin, çi dide kifşê?

 Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî ji cûrekî jîyînê çiqas cûre jîyîn dikarin pêşda bên. Ew ne jî înkar dike wê yekê, ku cûre-cûre heywan û şînkayên ku Xwedê efirandiye, wedê ji hev zêdebûnê yan jî çaxê dikevine ciyê teze, cûrê xwe diguhêzin. Dibe ku kesek guhastinên usa hesab dike ça êvolûsiya, lê bi rastî ev usa nîne. Çimkî ji bo hev zêdebûna heywan û şînkaya, û ji bo ciyên wanî teze, formên jîyînêye teze pêşda nayên.

a Carna cudebûnên usa, nav dikin ça “mîkroêvolûsiya”.