Derbazî serecemê

Çi ye Cejina Derbazbûnê?

Çi ye Cejina Derbazbûnê?

Caba Kitêba Pîroz

Cejina Derbazbûnê cejina Cihûdî ye, kîjan ku hatibû kifşkirinê, seva Cihû bîr nekin, wekî Xwedê çawa sala 1513 B.D.M. cimeta Îsraêl ji dîltiya Misirê aza kir. Xwedê temî dabû wan, wekî her sal roja 14 meha Îbraniye Abîbê, ku paşê hatibû navkirinê Nîsan, ew dereca mexsûs derbaz kin (Derketin 12:42; Qanûna Kahîntiyê 23:5).

Ev cejin çira hatiye navkirinê Cejina Derbazbûnê?

Xebera “Cejina Derbazbûnê” ji xebera Îbranî pêşda hatiye, çi ku tê hesabê “berra derbaz bin”. Ew qewimandin wî wedeyîva girêdayî ye, çaxê Xwedê hemû nixuriyên Misirê qir kir, lê Îsraêlî ji vê belayê xilaz kirin (Derketin 12:27; 13:15). Xwedê pêşiya ku evê belayê bîne serê wan, gotibû Îsraêliya wekî xûna berx yan bizinê, her du rexderiya û “derezûngê” deriya xin (Derketin 12:21, 22). Wedê wê belayê Xwedê wê ev nîşan bidîta û ber wan deriyara derbaz bûya û usa nixuriyên wan xilaz bûna (Derketin 12:7, 13).

Wedê berê Cejina Derbazbûnê çawa derbaz dikirin?

Xwedê rêberî da Îsraêliya, ku Cejina Derbazbûnêye a pêşin çawa derbaz kin. Jêrê ji Kitêba Pîroz tê şirovekirinê, ku ev cejin çawa derbaz dibû.

  • Qurbana Cejina Derbazbûnê: Her malbeteke Îsraêlî gerekê roja deha ya meha Abîbê (Nîsanê), berxa yeksalî ya pêz yan jî ya bizinê bijbarta û roja 14 ev serjêkirana. Wedê Cejna Derbazbûnêye pêşin, Îsraêliya ev xûn rexderiya û derezûngê derê mala xwe dixistin (Derketin 12:3-9).

  • Şîva Cejina Derbazbûnê: Wedê derbazkirina Cejina Derbazbûnê, Îsraêliya tevî goştê berxa pêz yan bizinê, nanê şkeva û pincara tel dixwarin (Derketin 12:8).

  • Cejin: Îsraêliya paşî Cejina Derbazbûnê heft roj Cejina Nanê Şkeva derbaz dikirin. Wedê wê cejinê wana nanê bê hevîrtirşk dixwar (Derketin 12:17-20; 2 Dîrok 30:21).

  • Hînkirin: Dê-bav wedê Cejina Derbazbûnê zarên xwe derheqa Yehowa Xwedê hîn dikirin (Derketin 12:25-27).

  • Rêvîtî: Wede şûnda Îsraêlî diçûne Orşelîmê, wekî Cejina Derbazbûnê derbaz kin (Qanûna Ducarî 16:5-7; Lûqa 2:41).

  • Edetên din: Gava Îsa ser erdê bû, wedê Cejina Derbazbûnê şerav didane xebatê û kilamên pesindayînê distiran (Metta 26:19, 30; Lûqa 22:15-18).

Nihêrandina nerast derheqa Cejina Derbazbûnê

Nihêrandina nerast: Îsraêlî şîva Cejina Derbazbûnê 15 Nîsanê dixwarin.

Îzbatî: Xwedê temî dabû Îsraêliya, wekî paşî wê yekê ça 14 Nîsanê ro here ava, derbêra berxikê serjêkin û hema vê êvarê jî bixwin (Derketin 12:6, 8). Wedê berê Îsraêlî roj hesab dikirin ji roavayê heta roavaya din (Qanûna Kahîntiyê 23:32). Dêmek Îsraêliya berx serjêdikirin û şîva Cejina Derbazbûnê destpêka 14 Nîsanê dixwarin.

Nihêrandina nerast: Mesîh gerekê Cejina Derbazbûnê derbaz kin.

Îzbatî: Paşî wê yekê ku ça Îsa 14 Nîsanê sala 33 D.M. Cejina Derbazbûnê derbaz kir, ewî cejineke teze destûr kir, dêmek Şîva Xudan (Lûqa 22:19, 20; 1 Korintî 11:20). Ew şîv dewsa Cejina Derbazbûnê bû, çimkî ew tîne bîra me wekî “berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh” e (1 Korintî 5:7). Qurbanbûna Îsa ji qurbanbûna Cejina Derbazbûnê mezintir e, çimkî ev însanetê ji gune û mirinê aza dike (Metta 20:28; Îbranî 9:15).

a Wede şûnda hine tişt hatine guhastinê. Mesele, Cejina Derbazbûnêye ewlin Îsraêliya “zû” derbaz kirin, çimkî ewana gerekê zûskava ji Misirê derketana (Derketin 12:11). Lê çaxê ewana Erdê Sozdayîda cîwar bûn, û Cejina Derbazbûnê derbaz dikirin, îda lazim nîbû lez ketana.