Derbazî serecemê

Ça Ez Dikarim Safîkirinên Baş Bikim?

Ça Ez Dikarim Safîkirinên Baş Bikim?

Caba Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîroz rêberiya lape baş dide bona safîkirina. Ev dikare alî me bike ku “serwaxtîyê” û femkariyê bistînin (Metelok 4:5). Kitêba Pîroz bona hine dereca raste-rast dibêje, wekî gerekê çi bikin. Lê bona hine dereca jî şîreta dide, seva ku safîkirinên baş bikin.

Vê gotarêda

 Şîretên ku dikarin alî te bikin, wekî safîkirinên rast bikî

  •   Safîkirinên ferz leze-lez neke. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15). Hergê tu leze-lez safîkirinê bikî, dibeke dîna xwe nedî ser înformasiya ferz. Wede bivîne, wekî kûr bifikirî û paşê safîkirinê bikî (1 Têsalonîkî 5:21).

  •   Tenê ser hîmê hest û êmosiyên xwe safîkirina neke. Li gora şîreta Kitêba Pîroz, em nikarin timê îtbariya xwe dilê xwe bînin (Metelok 28:26; Yêremya 17:9). Mesele, em nikarin safîkirinên rast bikin, hergê hêrs in, dilteng in, dêprêsiyayêda nin, û hela hê hergê westiyayî ne jî (Metelok 24:10; 29:22).

  •   Bona bîlaniyê dua bike (Aqûb 1:5). Xwedê bi şabûn hazir e caba duayên usa bide. Ew mîna bavekî hizkirî ye, kîjan ku bona zarên xwe xem dike û dixwaze wekî ewana ji problêma xweykirî bin. “Xudan e yê serwaxtîyê dide, zanistî, bîlantî jî ji devê Wî dertên” a (Metelok 2:6). Xwedê serwaxtiyê yan jî bîlaniyê, raste-rast ji Xebera xwe dide me, dêmek ji Kitêba Pîroz (2 Tîmotêyo 3:16, 17).

  •   Lêkolîna bike. Seva ku safîkirina baş bikî, tera lazim e înformasiya rast. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê serwaxt bibihê hê zanebûna xwe zêde ke” (Metelok 1:5). Tu kîderê dikarî înformasiya rast bivînî, kîjan ku wê alî te bike?

     Pêşiyê binihêre hela Kitêba Pîroz derheqa dereca te çi dibêje. Efirandarê me rind zane çi bona me diha baş e, lema jî Xebera wîda şîretên lapî kêrhatî hene (Zebûr 25:12). Kitêba Pîrozda bona hine dereca qanûn û temî hene, kîjan ku raste-rast mera dibêjin wekî em çi gerekê bikin (Îşaya 48:17, 18). Lê bona hine dereca jî Kitêba Pîroz konkrêt nabêje, wekî çi em gerekê bikin, lê ev bi saya prînsîpa rêberiyê me dike. Bi alîkariya prînsîpa tu dikarî safîkirinên baş bikî, ku li gora xwestina dilê te bin û miqabilî normên Xwedê nîbin. Seva ku bona dereca xwe Kitêba Pîrozda temiya û şîreta bivînî, lazim e edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn bikî. Tu dikarî wan edebyeta ser malpera me bivînî. b

     Bona hine dereca jî wê tera lazim be kaniyên bi îtbar lêkolîn bikî. Mesele, pêşiya ku tiştekî bikirî, îlahî hergê ev tişt gelek biha ye, wê bi bîlanî be lêkolîn bikî, wekî ev tişt çiqas baş e, kîjan karxane vê derdixe, ev tişt hergê xirabbûyî be tu dikarî paşda bidî yan na. Hemikî tu gerekê usa jî îzbat bî, wekî ev tişt hema ev e çi ku te dixwest.

     Kitêba Pîroz dibêje: “Bê şîret merem û t’ivdîr betal dibin” (Metelok 15:22). Pêşiya ku tiştekî safî kî, tevî merivên bi îtbar bişêwire. Mesele, seva ku mêtodeke qenckirinê bijbêrî, wê baş be tevî hekîmê bi îtbar bişêwirî (Metta 9:12). Hine derecada tu dikarî tevî merivên usa bişêwirî, kîjan ku ketine dereca mîna ya te. Bîr neke wekî tu gerekê xwexa safîkirinê bikî, ne ku ev meriv tevî kîjanî tu şêwira xwe dikî, çimkî tuyê axiriya vê safîkirinê bikişînî (Galatî 6:4, 5).

  •   Hemû înformasiya hilde hesab. Paşî lêkolîna înformasiya, xwera binivîse tu çi cûre safîkirina dikarî bikî û ev safîkirin wê tera çi karê û çi zirarê bînin. Kûr bifikire ku safîkirina te wê çi axirî tera bîne (Qanûna Ducarî 32:29). Mesele, ev safîkirin wê ça ser te, malbeta te, û merivên din hukum be? (Metelok 22:3; Romayî 14:19) Hergê fikirê te derheqa vê safîkirinê, ser hîmê Kitêba Pîroz bin, ev yek wê alî te bike ku safîkirina te bi bîlanî û rast be.

  •   Safîkirina bike. Carna em xweda bawer nînin, lema jî paş dixin ku safîkirina bikin. Lê hergê em tiştekî nekin, em dikarin mecaleke baş ji destê xwe berdin yan jî bikevine dereca nebaş. Tu tiştî nekin dikare axiriya usa bîne, çawa safîkirina xirab. Kitêba Pîroz rabûn-rûniştina merivê usa beramberî rabûn-rûniştina cotkar dike: “Kesê çevdêriya bayê dike, wê neçîne, kesê li ewira dinihêre, wê hilneyîne” (Waîz 11:4, ÎM).

 Bîr neke, wekî safîkirina lape baş jî, kamil nîne. Carna bona safîkirinê lazim e tiştekî ji xwe kêm kin. Usa jî dikare tişteke usa biqewime, çi ku tu hîviyê nîbûyî (Waîz 9:11). Dêmek, ev hemû înformasiya ku te lêkolîn kir, rast bide xebatê, û safîkirineke usa bike ku wê axiriya baş tera bîne.

 Hergê min tiştek safî kiriye, gelo ez dikarim safîkirina xwe biguhêzim?

 Hene safîkirinên usa, ku tu dikarî biguhêzî. Derecên emirê te dikarin bêne guhastinê, yan jî dibeke safîkirina te axirîke usa bîne, ku tu hîviyê nîbûyî. Derecên usada wê baş be ku safîkirina xwe biguhêzî û ya usa bijbêrî ku karê tera bîne.

 Lê hene safîkirinên usa ku nayêne guhastinê (Zebûr 15:4). Mesele, Xwedê dewa dike wekî jin-mêr sozê xweye zewacê bînin sêrî, lema jî ev safîkirin nayê guhastinê c (Malaxî 2:16; Metta 19:6). Çaxê malbetêda problêm pêşda tê, lazim e qewatê bidine xebatê seva ku evê problêmê safî kin, ne ku hev biqetin.

 Çi bikim hergê min safîkirineke xirab kiriye û nikarim biguhêzim?

 Em hemûşk jî car-cara safîkirinên ne bi bîlanî dikin (Aqûb 3:2). Seva wê yekê tebiyetî ye, wekî em poşman bin û xwe neheq kin (Zebûr 69:5). Hestên usa dikarin kêrî me bên, wekî careke din şaşîke usa nekin (Metelok 14:9). Lê dîsa jî Kitêba Pîroz mera dibêje, wekî em bi zêdeyî xwe naçerçirînin, çimkî ev yek dikare aliyê êmosiyalî û psîxîkîda ziyanê bide me (2 Korintî 2:7). d Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Dilşewat û r’e’m e Xudan” (Zebûr 103:8-13). Lema jî zef berxwe nekeve, lê ji vê şaşiya xwe dersê xwera hilde û çiqas qewata te digihîjê, usa bike wekî derecê baş kî.

a Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku Kitêba Pîrozda nivîsar e (Zebûr 83:18).

b Tu dikarî ser malpera me jw.org lêgerînêda xeberekê yan çend xeberên usa binivîsî, çi ku dereca teva girêdayî ye. Vê malperêda tu dikarî gelek gotarên usa bivînî, kîjan ku ser hîmê şîretên ji Kitêba Pîroz in. Bi saya “Îndêksa Xebera” ya “Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze”, kîjan ku ser hine zimana heye, tu dikarî xebereke konkrêt ku tera lazim e, bigerî û lêkolîn bikî.

c Qirara Xwedê ev e, wekî jin-mêr temamiya emirê xwe tevayî bimînin. Xwedê tenê wî çaxî îzinê dide, wekî jin-mêr ji hev biqetin û bikevine zewaceke din, hergê ji wana yekê bênamûsî kiriye (Metta 19:9). Hergê zewaca teda çetinayî hene, Kitêba Pîroz dikare alî te bike wekî bi hizkirin û bîlaniyê wan çetinaya safî kî.

d Bona hê zêde elametî binihêrin gotar “Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, wekî Xwe Gunekar Nekim?