Derbazî serecemê

Ça Dua Bikin; Duayê Xudan Biwekilînin?

Ça Dua Bikin; Duayê Xudan Biwekilînin?

Caba Kitêba Pîroz

 Duayê Xudan mesele ye ku bizanibin ça dua bikin û derheqa çi dua bikin. Şagirtên Îsa ji Îsa pirsîn, wekî ew wana hîn ke dua bikin. Hingê Îsa bi vê duakirinê caba wan da (Lûqa 11:1). Lê tenê Duayê Xudan nîne ku Xwedê qebûl dike. a Îsa ew dua hîşt seva mesela wê yekê, ku Xwedê duayên çi cûreyî dibihê.

Vê gotarêda

 Duayê Xudanda çi tê gotinê?

 Duayê Xudan, kîjan ku Metta 6:9-13-da nivîsar e, cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîrozda mîna hev nivîsar nînin. Dîna xwe bidine wan du mesela.

 Welgerandina Kitêba Pîroze ji Mizgînî: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê. Nanê meyî rojê roj bi roj bide me. Deynên me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarên xwe. Û me nebe cêribandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke”.

 Welgerandina Încîl Mizgînî: “Bavê me yê li ezmana, navê te pîroz be. Bila padşatiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih. Nanê me yê rojê roj bi roj bide me. Û li deynên me bibihûre, wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine. Û me nebe cêribandinê, lê me ji Yê Xirab xilaz bike”. b

 Duayê Xudan çi tê hesabê?

 Hînkirinên Îsa li ser hîmê Nivîsarên Pîroz bûn, lema jî bi logîkî ye wekî parên Kitêba Pîroz wê alî me bikin, ku em fem bikin wekî Duayê Xudan çi tê hesabê.

“Bavê meyî ezmana”

 Ev sernav “Bavê me” layîqî Xwedê ye, çimkî ewî em efirandine û emir daye me (Îşaya 64:8).

“Navê te pîroz be”

 Navê Xwedê Yehowa ye û gerekê ewî navî bi qedir bidine xebatê, çimkî ew pîroz e. Em navê Xwedê pîroz dikin, gava derheqa hunurên wî û qirara wî merivara gilî dikin (Zebûr 83:18; Îşaya 6:3).

“Padşatiya te bê”

 Padşatiya Xwedê ev heye serwêrtiya ser ezmana, kîjanêda Îsa ye Padşa. Îsa hîn dikir wekî dua bikin, ku Padşatiya Xwedê ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike (Daniyêl 2:44; Eyantî 11:15).

“Emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê”

 Çawa li ser ezmên zulmî û mirin tune, qirara Xwedê jî bona erdê ew e wekî însanet heta-hetayê bêxofiyêda û edilayêda bijî (Zebûr 37:11, 29).

“Nanê meyî rojê roj bi roj bide me”

 Wedê Îsada xwarina sereke nan bû. Em gerekê bîr nekin wekî emirê me Efirandarê meva girêdayî ye, çimkî her tiştên bona jîyînê ew dide me (Karên Şandiya 17:24, 25).

“Deynên me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarên xwe”

 Vê kontêkstêda xebera “deyn” tê hesabê gune (Lûqa 11:4). Hemû meriv gunekar in û hewcê baxşandinê ne. Lê hergê em dixwazin Xwedê bibaxşîne me, em gerekê bibaxşînine wan, yên ku miqabilî me gune kirine (Metta 6:14, 15).

“Me nebe cêribandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke”

 Yehowa Xwedê tu kesî xirabiyêda nacêribîne (Aqûb 1:13). Em aliyê Mîrê-cinada têne cêribandinê, kîjan ku Kitêba Pîrozda tê navkirinê “Yê Xirab” û “Yê ku dicêribîne” (1 Yûhenna 5:19; Metta 4:1-4). Em çaxê dikevine cêribandina, em ji Yehowa hîvî dikin, wekî alî me bike tiştekî xirab nekin û wîra amin bimînin.

 Gelo duakirin tenê ew e, ku Duayê Xudan biwekilînin?

 Îsa Duayê Xudan hîşt ça mesele. Ew gerekê gilî pey gilî neyê wekilandinê. Îsa pêşiya ku ev dua bigota usa got: “Gava ku hûn dua dikin, giliya dîsa û dîsa newekilînin” (Metta 6:7, DT). Çaxê Îsa dereceke dinda ev Duayê Xudan got, ewî hine giliyê din da xebatê (Lûqa 11:2-4).

 Duayê lapî baş ew e, çaxê em bi giliyê xwe fikir û hestên xwe Xwedêra eyan dikin (Zebûr 62:8).

 Ça em gerekê dua bikin?

 Duayê Xudan meseleke baş e wê yekêda, wekî bizanibin çi cûreyî dua bikin, wekî Xwedê duayên me bibihê. Dîna xwe bidê, ku ça rêzên Kitêba Pîroze din derheqa dua, evê yekê îzbat dikin.

  •   Tenê Xwedêra dua bike

     Rêz: “Xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).

     Çi tê hesabê: Em gerekê tenê Xwedêra dua bikin, ne ku Meryem, Îsa yan jî kesekî pîrozra. Çaxê Îsa got “Bavê meyî ezmana”, bi wê yekê ewî dixwest me hîn ke, wekî em gerekê tenê Yehowa Xwedêra dua bikin.

  •   Duayên me gerekê li gora qirara Xwedê bin.

     Rêz: “Heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14).

     Çi tê hesabê: Em dikarin derheqa her tiştî çi ku li gora qirara Xwedê ye, dua bikin. Çaxê Îsa duada got “bira emirê te be”, bi wê yekê hîn kir, wekî qirara Xwedê çiqas ferz e. Em dikarin bi hînbûna Kitêba Pîroz pêbihesin derheqa qirara Xwedê bona erdê û însanetê.

  •   Derheqa derdên xwe dua bike

     Rêz: “Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te” (Zebûr 55:22).

     Çi tê hesabê: Xwedê bona me xem dike. Îsa Duayê Xudanda derheqa hine tiştên şexsî jî hîvî kir. Dêmek em jî dikarin bona hewcên xweye fîzîkî dua bikin û rêberiyê bixwazin, gava safîkirinên ferz dikin. Em usa jî dikarin wedê çetinaya alîkariyê û baxşandinê bona guna bixwazin. c

a Mesele çaxê Îsa û şagirtên wî careke mayîn dua dikirin, wana gilî-gotinên din didane xebatê, kîjan ku ji Duayê Xudan cude dibû (Lûqa 23:34; Fîlîpî 1:9).

b Ser zimanê Kurmancî Mizgînîda ya Înstîtûta Welgerandina Kitêba Pîroz, Duayê Xudan usa xilaz dibe: “Çimkî padşatî, qewat û rûmet yê te ne, heta-hetayê. Amîn”. Ev gilî-gotinên pesindayînê usa jî Kitêbên Pîroze welgerandinên dinda jî hene û têne navkirinê doksolojiya. Ferhengekêda “The Jerome Biblical Commentary” usa tê gotinê: “Doksolojiya . . . heçî zef [manûskrîptên] bi îtbarda tune ne”.

c Hine meriv xwe bona gunên xwe usa neheq dikin, ku difikirin wekî nehêja ne Xwedêra dua bikin û baxşandinê bixwazin. Lê Yehowa wan merivara dibêje: “Niha werên em li doza xwe binihêrin. Gunehên we bi xûnê sor jî bibin, wê wek berfê sipî bibin” (Îşaya 1:18, ÎM). Yehowa tu car pişta xwe nade wan kesa, yên ku bi dil û can tobe dikin.