Here Naverokê

Hîndariyên Esasî yên Kitêba Pîroz

Ev vîdeoyên kin hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz zelal dikin, mesela: Çima Xwedê erd xuliqandiye? Halê miriyan çi ye? Xwedê çima îznê dide ku kul û derd hebin?

Gelo Gerdûn Hatiye Xuliqandin?

Qeyda Kitêba Pîroz a li ser afirandinê gelek caran şaş tê fehmkirin û heta wek çîrok tê hesibandin. Gelo gotinên Kitêba Pîroz bi mantiq in?

Gelo Xwedê Heye?

Gelo baweriya bi Xwedê bi mantiq e? Bala xwe bide hin îsbatan.

Gelo Navê Xwedê Heye?

Gelek sernavên Xwedê hene; ji Xwedê re Karîndarê her tiştî, Afirandêr, û Xudan jî tê gotin. Ev vîdeo navê Xwedê, yê ku zêdetirî 7.000 caran di Kitêba Pîroz de derbas dibe, pêşkêş dike.

Em Çawa Dikarin Bibin Dostên Xwedê?

Bi sed salan li her derê însan dixwazin xaliqê xwe nas bikin.Kitêba Pîroz dikare alî me bike ku em bibin dostên Xwedê. Dostaniya me usa destpê dike ku em nave Xwedê nas bikin.

Nivîskarê Kitêba Pîroz kî ye?

Eger Kitêba Pîroz mirovan nivîsîne, gelo rast e ku em dibêjin ew “peyva Xwedê” ye? Di Kitêba Pîroz de fikirên kî hatin nivîsîn?

Em ji ku Dizanin ku Kitêba Pîroz Rast e?

Eger Kitêba Pîroz bi rastî ji Xwedê ye, gerek ew ji kitêbên din pir û pir cuda be.

Çima Xwedê Erd Xuliqandiye?

Dinyaya me pir xweşik û bedew e. Erd ji rojê ew qas baş dûr e ku dinya ne pir germ, ne jî pir sar e. Erd bi sureta tam rast li dora xwe dizivire û xwarbûna wê jî bêqisûr e. Gelo Xwedê ji bo çi erd ew qas bedew afirandiye?

Maneya Jiyana Me Çi ye?

Maneya jiyanê û rêya kêfxweşiya rast nas bike.

Halê Miriyan Çi ye?

Kitêba Pîroz dibêje ku Lazar ji mirinê hatibû rakirin û ew soz dide ku rojekê, gelek însan wê dîsa vegerin jiyanê.

Gelo Cehenem Heye yan Tune ye?

Kitêba Pîroz dibêje ku “Xwedê hezkirin e”, û ji ber vê yekê ew mirovan ji bo gunehên wan ên berê îşkence nake.

Gelo Îsa Mesîh Xwedê ye?

Gelo Îsa Mesîh Xwedê ye yan na?

Îsa Mesîh Çima Mir?

Belkî te bihîstiye ku ew ji bo gunehên me miriye. Lê qurbanbûna însanekî çawa dikare ji milyonan kesan re bifeyde be?

Padîşahiya Xwedê Çi ye?

Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî herî zêde behsa Padîşahiya Xwedê dikir. Bi gelek sedsalan, şagirtên Îsa Mesîh dua dikin ku bila ev Padîşahî bê.

Padîşahiya Xwedê ji Sala 1914an ve Hukim Dajo

Berî zêdetirî 2.600 salan, Xwedê xewneke pêxemberane da padîşahekî hêzdar ku îro li ber çavê me tê cih.

Sala 1914an: Destpêka Rojên Dawîn

Ji sala 1914an û vir ve, rewşa dinyayê û sifetên mirovan îsbat dikin ku pêxembertiyên Kitêba Pîroz ên di heqê “rojên dawîn” de îro tên cih.

Gelo Felaketên Tebîetê Îşê Xwedê ne?

Du kesên ku ji ber felaketên tebîetê zerar dîtine şîrove dikin ku wan ji Kitêba Pîroz çi hîn bûne.

Xwedê Çima Îznê Dide ku Kul û Derd Hebin?

Cewaba Kitêba Pîroz dilê me rihet dike.

Gelo Xwedê Hemû Dîn û Baweriyan Qebûl Dike?

Gelek însan dibêjin, ferq nake ku dîn û baweriya te çi ye.

Gelo Xwedê Qebûl Dike ku Em di Îbadetê de Sûret û Pûtan bi Kar Bînin?

Gelo sûret, pût yan tiştên din dikarin me nêzîktirî Xwedê bikin?

Gelo Xwedê Hemû Duayan Dibihîze?

Gava kesek tenê ji bo xêra xwe dua dike, ma Xwedê duaya wî dibihîze? Gava mêrek ji jina xwe re zalim be û ji bo bereketa Xwedê dua dike, ma Xwedê duaya wî dibihîze?

Xwedê li ser Zewacê Çawa Difikire?

Xwedê dixwaze ku zewaca te daîm û bextewar be. Şîreta Kitêba Pîroz alî gelek kesên zewicî dike.

Gelo Pornografî Gunehekî li Hemberî Xwedê ye?

Gelo peyva “pornografî” di Kitêba Pîroz de derbas dibe? Gelo em ji ku dizanin ku Xwedê li ser pornografiyê çi difikire?