Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Ez Îda ji Xwe Şerm Nakim”

“Ez Îda ji Xwe Şerm Nakim”
  • Sala Bûyînê: 1963

  • Welat: Meksîka

  • Berê: Kûçada mezin dibû û xwe bêqîmet hesab dikir

JÎYÎNA MINE BERÊ

 Ez hatime bûyînê şeherê Siyûdad Obrêgonêda, kîjan ku Meksîkayêda aliyê bakurê ye. Ji nehe zara ez yê pênca bûm. Me qeraxê şeher dijît, kîderê ku fêrma bavê mine biçûk hebû. Wêderê cîkî xweş bû. Malbeta me bextewar û yektiyêda dijît. Yazix, çaxê ez pênc salî bûm, firtonê fêrma bavê min hilşand û em mecbûr bûn derbazî şeherekî din bin.

 Şixulê bavê min rind diçû. Ew dixebitî û perên rind distand. Lê usa jî ewî destpêkir îçkê zefî vexwe. Evê yekê gelek xirab ser zewaca wî û me zara hukum kir. Me destpêkir ji bavê xwe cixarê bidizin û bikişînin. Ez cara pêşin şeş saliya xweda serxweş bûm. Zûtirekê dê-bavê min ji hev qetiyan û xeysetên mine xirab zêde bûn.

 Diya min çû tevî mêrekî bijî û em tevî xwe birin. Ewî mêrikî pere nedida diya min, lê perê ku diya min qazanç dikir usa hindik bû, ku têra me nedikir. Lema jî çi xebat rastî me zara bihata me dikir û ancax ebûra me dibû. Min sol dibiriqandin, him jî min nan, rojneme, benûşt û tiştên mayîn difirot. Usa jî ez kûça diketim û min ber malên yên dewletî, ciyê gemarêda xwarin digeriya.

 Çaxê ez deh salî bûm, mêrekî gazî min kir wekî tevî wî ser gemarê bixebitim. Ez wîra qayîl bûm û min mekteba xwe hîşt û ji malê çûm. Ewî rojê dolarekî kêmtir pere dida min û xwarina ji ciyê gemarê dida min. Min holikekêda dijît, kîjan ku min ji tiştên nav gemarê çêkiribû. Merivên der-dorê min tiştên necayîz xeber didan û bi emirekî necayîz dijîtin. Gelek ji wana narkoman û serxweş bûn. Ev wedekî lapî xirab bû jîyîna minda. Her êvar ez digiriyam û ji tirsa dilerizîm. Min gelek şerm dikir, çimkî ez kesîb û nexwendî bûm. Min weke sê sala ciyê gemarêda jît. Paşê ez Meksîkayêda derbazî ştateke din bûm. Wêderê ez deştada dixebitîm. Min kulîrk, pembû, qamîşê şekir û kartol top dikirin.

Sê sala min ciyê gemerêye vî cûreyîda dijît

 Çar sal şûnda ez vegeriyame Siyûdad Obrêgonê. Meteke min kîjan ku hekîm bû, otaxeke xwe da min wekî têda bimînim. Ez qe nerihet bûm. Min xewnên xof didîtin û ez ketime dêprêsiyê û hela hê jî carna bona xwekuştinê difikirîm. Şevekê, min Xwedêra dua kir: “Xudan, hergê tu heyî ez dixwazim te nas kim û heta-hetayê tera qulix kim. Hergê dînê rast heye, dixwazim bizanibim ev kîjan e”.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

 Min timê dixwest derheqa tiştên ruhanî pêbihesim. Hê ez zar bûm diçûme cûre-cûre dêra. Lê ji gişka eciz bûm. Wêderê derheqa Kitêba Pîroz zef nedihate gotin û alî min nekirin ku hewcetiya xweye ruhanî razî kim. Hine dêrada pere ferz hesab dikirin. Hebûn dêr jî, endemê kîjana bênamûsî dikirin.

 Çaxê ez nonzdeh salî bûm, mêrê xûşkeke min minra got, wekî Şedên Yehowa nîşanî wî kirine, ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa xebitandina şikila hebandinêda. Ewî minra Derketin 20:4, 5 xwend. Wêderê tê gotinê wekî em gerekê pûta çênekin. Rêza 5-da nivîsar e: “Ber tu pûtî ta nebî û xulamtiya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî kumreş im”. Paşê ewî ji min pirsî: “Hergê Xwedê pûta dide xebatê, wekî keremeta bike, yan jî dixwaze ku em wana hebandinêda bidine xebatê, lê çira qedexe dike, ku wana hebandinêda bidine xebatê?” Evê pirsê ez hêlan kirim ku bifikirim. Paşî wê yekê me dîsa çend cara derheqa têmên Kitêba Pîroz şêwir dikir. Ev xeberdan gelek min xweş dihat û wede jî têbêjî difiriya.

 Wede şûnda ewî ez birime civata Şedên Yehowa. Gelek min xweş hat çi ku min wêderê dît û bihîst. Bernamêda cahila jî kar dikir û wana ser sênê temiz û hilû xeber dida. Ez fikirîm: “Vira meriv zanebûneke ça rind distînin!” Rast e porê min dirêj bû û kincxwekirina min necayîz bû, lê Şedên Yehowa bi dilgermî ez silav dikirim. Malbetekê ez teglîf kirin, ku paşî civatê herim tevî wan xwarinê bixwim!

 Bi alîkariya Şedên Yehowa, ji hînbûna Kitêba Pîroz min fem kir wekî Yehowa Bavê hizkirî ye û bona me xem dike. Ew nanihêre, hela em kesîb in, dewletî ne, çi miletî ne, çi berekî ne û me çi xwendin standiye. Bi rastî Xwedê firqiyê nake orta meriva (Karên Şandiya 10:34, 35). Axiriyêda hewcên mine ruhanî razî bûn û îda min xwe bêqîmet hesab nedikir.

ÇI KAR MIN STAND

 Emirê minda gelek tişt aliyê başda hatine guhastin! Min terka cixarê û îçkevexwarinê da. Usa jî min îda giliyê necayîz nedida xebatê. Bal min îda hestên dilşkestîbûnê tune bûn, yên ku ji biçûktayê bal min pêşda hatibûn. Û min îda xewnên xof nedidît. Xêncî wê yekê min alt kir ew hestê xwebêqîmetkirinê, kîjan ku biçûktayêda ji bo nexwandîbûn û berxweketinê cem min pêşda hatibû.

 Jina mine gelek baş heye, kîjan ku zef Yehowa hiz dike û piştgiriya min dike. Niha ez teşkîleta Şedên Yehowada ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikim. Ez serlêdana civata dikim, seva ku wana qewî kim û malbeta xweye ruhanî hîn kim. Bi saya qewata Kitêba Pîroz û hînbûna ku Xwedê dide, ez îda ji xwe şerm nakim.

Ez tevî jina xwe bi şabûn alîkariyê didime meriva, çawa dane min