Derbazî serecemê

Şedên Yehowa ser Zandariyê Ça Dinihêrin?

Şedên Yehowa ser Zandariyê Ça Dinihêrin?

Em qedirê pêşdaçûyîna zandariyê digirin, û baweriya xwe lêkolînên wan tînin, yên ku ser hîmê îzbatkirina ne.

Li gora ferhengekê, zandarî ew heye “lêkolîna tebiyetê û zanebûna ku bi saya vê qazanc dikin” (“Collins Cobuild Advanced Learner’s English Dictionary”). Rast e Kitêba Pîroz kitêbeke zandariyê nîne, lê ew meriva hêlan dike ku derheqa tebiyetê hê zêde pêbihesin, û tiştên ku zandar lêkolîn kirine bidine xebatê. Mesele:

  • Steyrnasî: “Çevên xwe berbi jorva rakin û bivînin, ka kî vana efirand; ew ku, artêşên vana bi hejmarava derdixîne: bi navên wan bangî gişka dike” (Îşaya 40:26).

  • Bîolojî: Silêman derheqa “darê erzê ya li Lubnanêyî heta gîhayê zûfa yê ku di dîwêrda digihêje, di derheqa hemû dara got û derheqa heywana û çivîka û tiştên ku bi xwêrva û derheqa mesiya jî got” (1 Padşatî 4:33).

  • Mêdîsîna: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Lûqa 5:31).

  • Meteorolojî: “Ma tu ket xizneyên berfê û te xizneya zîpika dît? ... Riya ku bayê rohilatê lê bela dibe?” (Îbo 38:22-24).

Edebyetên me meriva hêlan dikin ku qedirê zandariyê bigirin. Wêderê hene gotar derheqa tebiyetê û pêşdaçûyîna zandariyê. Şedên Yehowa usa jî zarên xwe hîn dikin ku haş ji bayê dinê hebin û zanebûnê hiz bikin. Xebata gelek Şedên Yehowa tevî zandariyê, mesele biyokîmyayê, matêmatîkê, û fîzîkêva girêdayî ye.

Sînorên zandariyê.

Em bawer nakin ku zandarî dikare caba hemû pirsên însanetê bide. a Mesele, zandarên gêolojiyayê lêkolîna dikin ku erd ji çi çêkirî ye, lê zandarên bîolojiyayê lêkolîna dikin ku bedena meriva ça dixebite. Lê pirs pêşda tê ku çira erd usa baş e bona jîyînê, û çira hine parên bedena me usa baş hevkariyê dikin?

Em îzbat bûne ku tenê Kitêba Pîroz cabên li ser pirsên usa dide (Zebûr 139:13-16; Îşaya 45:18). Lema em hesab dikin ku standina xwendina baş, ew ne tenê lêkolîna zandariyê ye, lê usa jî lêkolîna Kitêba Pîroz e.

Dibeke bê kifşê ku zandarî hine tiştada himberî Kitêba Pîroz e. Lê ew hine tişt nerast têne kifşê, çimkî nerast fem dikin ku bi rastî Kitêba Pîroz çi hîn dike. Besa xeberê, Kitêba Pîroz hîn nake ku erd xût nava 6 rojên 24 sihetî, hatiye efirandinê (Destpêbûn 1:1; 2:4).

Hine têoriya, ku hesab dikin ça têoriyên zandariyê, bi rastî îzbatkirî nînin û hine zandarên nav û deng jî tevî wan têoriya qayîl nînin. Mesele, tebiyeta me eşkere dike ku her tişt bi bîlanî hatiye efirandinê, û em jî piştgiriya nihêrandina zandarên bîolojiyayê, kîmîsta, û zandarên mayîn dikin, yên ku dibêjin wekî organîzmên sax nikaribûn bihatana dinê bi saya mûtasiyayê û bijartina tebiyetî.

a Fîzîk ji Avstryayê û laûrêatê prêmiya Nobêlê, bi navê Êrvîn Şrêdîngêr derheqa zandariyê usa nivîsî: “Zandarî nabêje derheqa wan hemû tişta, çi ku nêzîkî dilê me ye û çi ku bona me gelek ferz e”. Lê Albêrt Ênştêyn usa got: “Me ser şaşiyên xwe fem kir, ku tenê bi nihêrandina logîkî problêmên însanetê nikarin bêne safîkirinê”.