Derbazî serecemê

Çira Hûn Têne Navkirinê Şedêd Yahowa?

Çira Hûn Têne Navkirinê Şedêd Yahowa?

 Yahowa ev navê Xwedê ye, û ev nav di Kitêba Pîrozda nivîsar e (Derketin 6:3; Zebûr 83:18). Şede, ev ew merî ye, yê ku elam dike derheqa nihêrandin û rastiyê kîjanêda ku ew bawer e.

 Lema jî, navê me Şedêd Yahowa ye. Ev nav dide kifşê, wekî em ça koma Mesîhiya elam dikin derheqa rastiya Yahowa, yê ku Efirandarê hemû tişta ye (Eyantî 4:11). Em ça bi emirê xweye her rojî şedetiyê didin, usa jî çaxê tevî meriya xeber didin derheqa wê yekê, çi ku em ji Kitêba Pîroz hîn bûne (Îşaya 43:10-12; 1 Petrûs 2:12).