Derbazî serecemê

Çira Hûn Xeber Didin Tevî Wan Meriya yêd ku îda Xweyê Rêlîgiyayê ne?

Çira Hûn Xeber Didin Tevî Wan Meriya yêd ku îda Xweyê Rêlîgiyayê ne?

 Em divînin ku gelek meriv yêd ku îda xweyê rêlîgiyayê ne, begem dikin derheqa têmêd Kitêba Pîroz xeber din. Rast e em qedirê nihêrandina meriya digirin ku rêlîgiya wan ji ya me cude dibe, lê em zorê nadine wan wekî mizgîniya xêrê bibihên.

 Çaxê em tevî meriya derheqa rêlîgiyayê xeber didin, hingê em dixebitin ku hildine hesab şîretê ji Kitêba Pîroz, wekî hindava meriya “milûk” û bi qedir bin (1 Petrûs 3:15). Em zanin ku hine meriv wê înkar kin ewê mizgîniyê, kîjan ku em dannasîn dikin (Metta 10:14). Xêncî vê yekê, em nizanin ku xeberdana me wê li ser meriya çawa hukum ke. Lê em fem dikin, ku derecêd meriya têne guhastinê.

 Mesele, meriv dikare şixulava usa girêdayî be, ku naxwaze tevî me xeber de. Lê wedekî din dibeke ewê bixwaze tevî me xeber de. Meriv dikarin rastî problêmêd teze bên, û ev yek wê wana dev de, wekî guh bidine mizgîniya ji Kitêba Pîroz. Lema jî em ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, ku her car tevî meriya xeber din.