Kî bi Rastî ser Dinyayê Hukum Dike?
Ça hûn difikirin . . .
-
Xwedê?
-
însanet?
-
yan kesekî din?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE
“Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19).
“Kurê Xwedê eyan bû, wekî kirên Mîrêcin xirab ke” (1 Yûhenna 3:8).
SEVA WE EV ÇI TÊ HESABÊ
Şirovekirina rast derheqa wê yekê, ku çira problêmên dinyayê hene (Eyantî 12:12).
Menî heye, wekî bawer bikin, ku halê dinyayê wê aliyê başda bê guhastinê (1 Yûhenna 2:17).
LÊ GELO EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN?
Belê, û seva vê yekê sê menî hene:
-
Kutabûna serwêrtiya Şeytan Mîrê-cina îda nêzîk e. Yehowa Xwedê qirar kiriye, ku wê însanetê ji hukumê Mîrê-cina aza ke. Ew soz dide, ku wê Şeytan Mîrê-cina kuta ke, û hemû ziyana ku ew meriyara tîne, bide hildanê (Îbranî 2:14).
-
Îsa Mesîh aliyê Xwedêda hatiye bijartinê, ku serwêrtiyê ser dinyayê bike. Îsa mîna serwêrên vê dinyayê nîne, yên ku zulm û xwehiz in. Yehowa Xwedê derheqa serwêrtiya Îsa, usa soz dide: “Dilê wî, wê bona kesîb û belengaza bişewite . . . Ewê nefsa wan ji bindestî û zordariyê aza ke” (Zebûr 72:13, 14, DT).
-
Xwedê derewa nake. Kitêba Pîrozda derheqa Xwedê eşkere tê gotinê: “Nabe ku ew derew derê” (Îbranî 6:18). Çaxê Yehowa Xwedê tiştekî soz dide ku bike, ewê eseyî sozê xwe bîne sêrî! (Îşaya 55:10, 11) Dêmek, ev sozê Xwedê jî ku “serwêrê vê dinyayê bê avîtinê derva”, wê bê sêrî (Yûhenna 12:31).
DERHEQA VÊ YEKÊ BIFIKIRIN
Çaxê serwêrê vê dinyayê bê kutakirinê, halê dinyayê wê çawa be?
Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide ZEBÛR 37:10, 11 û EYANTÎ 21:3, 4.