HIŞYAR BIN! № 2, 2020 | Sebebên Kul-Derdên Me Çi ne?
Bê şik, tu kes nikare ji kul-derda bireve, mesele ji qeziya, nexweşiya, teşqelên tebiyetê û neheqiyê.
Gelek meriv fem nakin, ku çima ew hemû tişt diqewimin.
Hinek dibêjin, wekî kul-derd yaziya me ye û em çi jî bikin, nikarin xwe ji wan tişta xilaz kin.
Hinek jî dibêjin, wekî meniya kul-derdên me ew e, ku me berê xirabî kiriye û niha em heqê xwe distînin.
Ji bo kul-derda hê zêde pirs cem meriya pêşda tên û wanra çetin e caba wan pirsa bivînin.
Hine Meriv Çi Bawer Dikin
Himberî hev kin, wekî cûre-cûre rêlîgiya çi dibêjin derheqa sebebên kul-derda.
1 Gelo Sebebê Kul-Derdên Me Xwedê ye?
Meriv hatine xelifandinê bi hînkirinên nerast derheqa Xwedê. Lê çawa rastiyê pêbihesin?
2 Gelo Em in Sebebê Kul-Derdên Xwe?
Hergê belê, dêmek qewata me digihîjê kul-derdên xwe kêm kin.
3 Gelo Çima Merivên Qenc Diçerçirin?
Kitêba Pîroz dikare alî me bike caba vê pirsê fem bikin.
4 Gelo Qirara Xwedê Ew bû ku Em Biçerçirin?
Gelo ev yek logîkî ye, wekî Xwedayê ku her tişt usa bedew efirandiye, bona me kul-derd qirar kiriye? Hergê na, dêmek tiştek qewimî?
5 Gelo Kul-Derdên Me wê Bêne Hildanê?
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê wê ça kul-derdên me bide hildanê.
Em Dikarin Alîkariyê Bistînin
Hergê tê kifşê jî, ku problêmên me wê neyêne safîkirinê, dîsa jî rêberiya kêrhatî heye, kîjan ku dikare alî me bike.