Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

Alîkariya Baş Bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine

Alîkariya Baş Bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine

WAN PAŞWEXTIYA, MERIV GELEK LÊKOLÎNA DIKIN, KU ÇA MIRINA MERIVA HUKUM DIKE SER EMIRÊ MERIVÊ WÎYÎ NÊZÎK. Çawa ku pêşda hatibû gotinê, psîxolojên herî baş şîretên xwe li ser hîmê bîlaniya ji Kitêba Pîroz didin. Ev yek eyan dike, wekî rêberiya Kitêba Pîroz tu car kewin nabe. Xêncî wê yekê, di Kitêba Pîrozda ne ku tenê rêberiya kêrhatî heye, lê hê zêde. Di vê kitêbêda heye elametiya usa, ya ku tu ciya tune û dikare berdiliya mezin bide wan, yên ku dilşkestî ne ji bo mirina merivên xwe.

  • Baweriya wê yekê, ku merivên meyî mirî naçerçirin

    Kitêba Waîz 9:5 dibêje: “Mirî . . . tiştekî nizanin”. Lê Zebûrda nivîsar e, wekî fikirên wan “tune dibin” (Zebûr 146:4, DO). Lema jî Kitêba Pîroz, mirinê berambrî xewa kûr dike (Yûhenna 11:11).

  • Baweriya qayîm, ku Xwedayê hizkirî wê berdiliyê bide

    Di Zebûra 34:15 tê gotinê: “Çevên Yahowa a li ser kesên rast in û guhên wî, ji bo duayên wan vekirî ne”. Gava em dilê xwe duakirinêda Xwedêra vedikin, em ne ku tenê rihet dibin, ku dikarin dilê xwe kesekîra vekên yan fikirên xwe kontrol kin. Lê bi rastî ev alî me dike heleqetiya baş tevî Efirandarê xwe çêkin, yê ku dikare qewata xwe usa bide xebatê ku berdiliyê bide me.

  • Axiriya baş ya ku em hizret in

    Bide ber çevê xwe ew wede, gava li axiriyê ewên ku mirin e, wê dîsa vegerine li jîyînê ser erdê! Kitêba Pîroz gelek car derheqa vî wedeyî dibêje. Usa jî ew dîna me dide wê yekê, ku halê me wê çawa be. Kitêba Pîroz dibêje wekî Xwedê wê “ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).

Gelek ji wan meriya, yên ku baweriya xwe Yehowa Xwedê tînin, qewateke mezin standine û karibûne halê xweyî çetinda teyax kin, çimkî ewana hînbûne îtbariya xwe Wî bînin. Mesele, kulfetek bi navê Xaylaz, ya ku mêrê xwe unda kiribû, tevî kîjanî ku ew 65 sala jît, dibêje: “Kitêba Pîroz min dide bawerkirinê, wekî merivên me yên ku mirine, naçerçirin û ku Xwedê wê sax ke wan hemû meriya, kîjan ku bîra wîda nin. Ez timê evê yekê bîra xweda xwey dikim, xût gava mirina mêrê min dikeve bîra min. Ev yek alî min dike xwe qayîm bigirim, û nefikirim derheqa vî kul-derdê, ku hatiye serê min!”

Tîna derheqa kîjanî ku hatibû gotinê, dibêje: “Ji wî çaxî çawa ku min Temo unda kir, ez li ser xwe texmîn dikim ku Xwedê piştovanê min e. Min eşkere didît ku çawa Yehowa alî min dikir wî wedê giranda. Û sozê ji Kitêba Pîroz derheqa saxkirina miriya, bona min gelek rêalî ye. Ew yek min dişidîne û hêlan dike xwe qayîm bigirim heta wê rojê, çaxê ezê dîsa Temo bivînim”.

Bi mîlyona meriya baweriya xwe wan giliya tînin û qewata vê yekê ser xwe texmîn kirine. Hergê tu difikirî, wekî ev soz û rêberiya ji Kitêba Pîroz nerêalî ye yan jî çîrok e, wê baş be wekî xwexa lêkolîn bikî, ku vê yekêda îzbat bî. Tê bivînî wekî Kitêba Pîroz bi rastî jî alîkariya herî baş dide wan meriya, yên ku merivên xweyî nêzîk unda kirine.

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN DERHEQA SOZÊ BONA MIRIYA

Binihêre vîdêo derheqa vê yekê li ser malpera me, jw.org

Paşî Mirinê Çi Diqewime?

PAŞÎ MIRINÊ ÇI DIQEWIME?

Çi diqewime paşî mirinê? Caba ji Kitêba Pîroz, berdilî û hêviyê dide me

Bitikîne KITÊBXANE >VÎDÊO (Vîdêo: Kitêba Pîroz > Hînkirinên Kitêba Pîroz)

HÛN DIXWAZIN MIZGÎNIYA XÊRÊ PÊBIHESIN?

Îro em haqas deng-besên xirab dibihên. Lê kîderê em dikarin mizgîniya xêrê pêbihesin?

Bitikîne HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ >EDILAYÎ Û BEXTEWARÎ

a Yehowa, ev heye navê Xwedê, yê ku di Kitêba Pîrozda ne.