Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Êlyas Hûtêr û Kitêba Pîroze Îbraniya Kevin

Êlyas Hûtêr û Kitêba Pîroze Îbraniya Kevin

TU dikarî bixûnî Kitêba Pîroz li ser zimanê Îbraniya kevin? Hemikî na. Diqewime te qe ne jî ev dîtiye. Lê hergê tu pêbihesî derheqa Êlyas Hûtêr, rewşenbîrê qirna 16 û derheqa du neşirên wîye Kitêba Pîroze Îbraniya kevin, ev yek wê alî te bike Nivîsarên Pîroz hê qîmet kî.

Êlyas Hûtêr di sala 1553-da di bajarekî biçûkda Gêrlîtsêda hate bûyînê, yê ku nêzîkî sînorê Almaniyaye modêrn e. Ev berbi sînora Polonîstanê û Komara Çêxyê ye. Hûtêr zimanên ruhilata Navîn di zaningeha Lûtêranîda, li şehera Yênêda hîn dibû. Çaxê ew 24 salî bû, ew di bajarê Lêyptsîngêda ça profêsorê zimanê Îbranî hate kifşkirinê. Hine wede şûnda ewî di Nûrnbêrgêda mektebek dît, kîderê ku şagirt dikaribûn nava çar salada zimanê Îbranî, Yewnanî, Latînî û Almanî hîn bin. Di mektebên û zaningehên dinda tiştên usa tune bûn.

NEŞIRA MUHÎM

Rûpêlek ji Kitêba Pîroze Îbraniye Hûtêr, ya sala 1587

Di sala 1587-da, Hûtêr derxist neşira Îbranî çi ku eyan bû çawa Peymana Kevin. Eva neşira hate navkirinê “Dêrêk ha-Kodêş”, çi ku hatibû hildanê ji Îşaya 35:8, û tê hesabê “Rêya Pîroziyê”. Herfên bedew bi kîjanî ku elametiya zêde hatibû nivîsandinê, eyan dikir ku “her tiştên vê neşirê bi rastî jî çiqas xweşik in”. Ev Kitêba Pîroz bû kitêbeke muhîm û qîmet seva şagirta, çimkî ewana wek haceteke kêrhatî ev didane xebatê, bona hînbûna zimanê Îbranî.

Seva ku fem bikin, çima Kitêba Pîroze Îbranî ya Hûtêr usa kêrhatî bû, werên em şêwir kin derheqa du çetinaya, rastî kîjanî ku şagirt hatin çaxê dixwestin Kitêba Pîroz li ser zimanê Îbraniye kevin bixûnin. Çetinayîk ew e, ku di vê kitêbêda alîfbeya lap cudekirî û nenas hatibû xebitandinê, çi ku ji aliyê rastê ser aliyê çepê dixwandin. Û ya duda ew e ku, pêşgir û paşgirên xebera hatibûn xebitandinê, ji bo çi jî çetin bû xebera têderxin. Mesele, werên em dîna xwe bidine xebera Îbranî נפשׁ (tê gotinê nêfêş), û tê hesabê “nefs”. Di kitêba Hezeqêl 18:4-da, pêşiya xeberê tê xebitandinê pêşgira ה (ha), çi ku wek bernav e pêşiya xeberê, bi kîjanî ku saz dibe xebera הנפשׁ (ha nefeş), yan “nefs, can”. Hergê usa binihêrin, xebera הנפשׁ (han nefeş) dikare usa bê kifşê, ku têbêjî ev xebereke lap din e, ne mîna xebera נפשׁ (nêfêş).

Hûtêr, seva ku alî şagirtên xwe bike, da xebatê têknîka neşirêye baş. Dêmek herfên nivîsarê ya bi zimanê Îbranî, ewî bi du cûra nivîsî bû. Koka her xeberê, ewî zelal eyan kir, lê pêşgir û paşgir ewî dane xebatê elametiya zêdeda û îda bi herfên cudekirî nivîsî. Bi vê yekê şagirtara hêsa bû koka xebera Îbranî têderxin, û evî zimanî jî rind hîn bin. Di Kitêba Pîroze “New World Translation of the Holy Scriptures—With References”, mêtoda usa di spartinada tê xebitandinê. * Koka xeberê bi herfên reş nivîsar e, lê paşgir û pêşgir bi nivîsara normal nivîsar e. Meselên jorê gotî, didine kifşê, wekî herfên nivîsarê çi ku di Kitêba Pîroze Hutêrda di Hezeqêl 18:4-da tê xebitandinê, û herfên nivîsarê ku “Kitêba Pîroze Bi Elametiya Zêde” di spartinêda hene, mîna hev in.

NEŞIRA ÎBRANÎ YA “PEYMANA NÛ”

Hûtêr usa jî derxist neşir, çi ku eyan e wek “Peymana Nû” bi elametiya zêde û li ser 12 zimana. Eva neşira hate neşirkirinê di Nûrnbergda di sala 1599-da, lema jî li ser vê yekê gelek car dibêjin Zimanzanê Nûrnbergê. Hûtêr dixwest ku Nivîsarên Pîroze Yûnanî jî welgerîne li ser zimanê Îbranî. Ewî got ku hergê hela hê “lazim be perên qalim jî bide”, seva ku li ser zimanê Îbranî welgerîne û lêkolîna wê yekê bike, hêja ye ku bide. * Lema jî ewî safî kir Peymana Nû ji zimanê Yûnanî li ser zimanê Îbranî xwexa welgerîne. Hûtêr hemû tişt da alîkî, û nava salekêda temamiya şixulê welgerandinê temam kir.

Gelo welgerandina Îbraniye Hûtêr ya Nivîsarên Îbraniya, çiqasî baş bû? Nêzîkî sala 1875, rewşenbîrê Îbranî bi navê Frans Dêlîş nivîsî: “Welgerandina Îbranî ya Hûtêr mecal da Mesîhiya, ku zimanên neeyan fem bikin û heta niha ev welgerandin hêja ye. Mesele paşî derxistina wê neşirê, ev bû welgerandineke belabûyî, çi ku usa raste-rast gilî şirowedikirin”.

NEŞIRA HÊJA

Ji bo welgerandina xwe, hemikî Hûtêr dewlemend nebû, çimkî neşirên wî rind nedihatine firotanê. Xêncî wê yekê, ev şixulê wî gelek baş hukum dikir li ser meriya. Mesele, Peymana Nû ya Îbranî yê ku ewî derxist, hatibû tezekirinê û di sala 1661-da Wîlîam Robêrtson ev dîsa neşir kir û di sala 1798-da jî Rîçard Kêdîk ev cara duda neşir kir. Çaxê Hutêr ji zimanê orîjînalêye Yûnaniya weldigerand, ewî dida xebatê sernavên Kyʹri·os (Xudan) û The·osʹ (Xwedê) dewsa “Yehowa” (יהוה, YHVH), çaxê nivîsandin ji Nivîsarên Îbraniya hatibû hildanê yan jî çaxê ewî tirê ku li vir derheqa Yehowa xeberdan diçe. Ev yek bi rastî jî gelek ecêbmayî ye, çimkî gelek welgerandinên Peymana Nû jî nadine xebatê navê Xwedêyî şexsî. Ji welgerandina Hûtêr dîsa carekê hate kifşê, ku navê Xwedê di Nivîsarên Yûnanîda gerekê ciyê xwe bigire.

Hergê di Nivîsarên Yûnanîda hûnê navê Xwedê Yehowa bivînin, yan dîna xwe bidine spartinê ji “Reference Bible” (“Kitêba Pîroz bi Elametiya Zêde”), bikine bîra xwe emekê Êlyas Hûtêr û Kitêba Pîroz ya Wîye Îbranî.

^ abz. 7 Binihêre spartina duda ya bona Hezeqêl 18:4 û Elametiya Zêde 3B ji “Kitêba Pîroze Bi Elametiya Zêde”.

^ abz. 9 Pêşiya wê yekê rewşenbîrên din gerekê neşir kirana welgerandinên Îbraniyaye Peymana Nû. Yek ji wana Sîmon Atûmanos bû, weke di sala 1360-da. Û yê din Oswald Şrêkênfûks bû, rewşenbîrê Almanî di sala 1565-da. Ew welgerandin tu car nehatine neşir kirinê û heta niha undakirî ne.