Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Derheqa Xwedê ji Pêxemberên Wî Pêdihesin

Em Derheqa Xwedê ji Pêxemberên Wî Pêdihesin

Wedê berê Xwedê pêxember didane xebatê, seva ku elametiya ferz derbazî însanetê ke. Gelo ev elametî dikarin alî me bikin, ku pêbihesin ça kerema Xwedê bistînin? Belê, dikarin. Werên binihêrin, hela em çi dikarin ji sê pêxemberên amin hîn bin.

BIRAHÎM

Xwedê firqiyê nake orta mileta û dixwaze hemû meriya kerem ke.

Xwedê soz da Birahîm, wekî bi wî “duayê li hemû berekêd dinyayê bibe” (Destpêbûn 12:3).

Em çi hîn dibin? Xwedê me gelek hiz dike û dixwaze wan hemû meriva kerem ke, yên ku gura wî dikin.

MÛSA

Xwedê rem e û kerem dike wan meriya, kîjan ku bi dil dixwazin wî nas bikin.

Xwedayê Himzor qewat dabû Mûsa pêxember, wekî bikaribe keremetên mezin bike. Mûsa duayê xweda gote Xwedê: “Rîyêd xwe li ber min veke wekî ez te nas bikim û li ber te keremê bibînim” (Derketin 33:13). Xwestina Mûsa Xwedê xweş hat û ewî Mûsa kerem kir. Ewî zanebûn da Mûsa û alî wî kir, ku rêyên wî û xeyset-hunurên wî fem bike. Mesele, Mûsa pêhesiya wekî Efirandar “Xwedêyê rem” û dilşewat e (Derketin 34:6, 7).

Em çi hîn dibin? Hergê em qewatê didine xebatê, ku hê rind Xwedê nas bikin, ew wê me kerem bike, çimkî ew hizreta vê yekê ye. Xwedê bi Nivîsarên Pîroz mera eyan dike, wekî çawa em dikarin wî bihebînin û çawa ew hizreta wê yekê ye, ku kerema li ser meda bibarîne.

ÎSA

Îsa bi dilşewatî hemû cûre nexweşî qenc dikir

Hergê em derheqa Îsa, kirên wî û hînkirinên wî pêbihesin, emê keremên herheyî ji Xwedê bistînin.

Ji Xebera Xwedê em dikarin derheqa jîyîn û hînkirinên Îsa, gelek tişt hûr bi hûr pêbihesin. Xwedê qewat da Îsa, wekî ew gelek keremeta bike, mesele ewî yên kor, ker û topal qenc dikir, hela hê jî mirî sax dikir. Îsa bi wan keremeta da kifşê, wekî Xwedê axiriyêda bona însanetê wê çi bike. Îsa şirovekir, wekî çawa her kes ji me dikare wan kerema bistîne. Ewî got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3).

Îsa dilşewat, rem û qenc bû. Mêr, jin, cahil û yên emirda mezin teglîfkirina wî qebûl dikirin, çaxê ewî digot: “Ji min hîn bin, çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwera rihetiyê bibînin” (Metta 11:29). Rast e, berê qedirê jina tune bû, lê Îsa hindava wanda qenc û bi qedir bû.

Em çi hîn dibin? Îsa hindava merivada hizkirina mezin dida kifşê û usa meseleke baş mera hîşt, ku em hindava hevda gerekê ça bin.

ÎSA XWEDÊ NÎNE

Ji Nivîsarên Pîroz em pêdihesin, wekî “bona me tenê Xwedêk heye”, û wekî Îsa Mesîh bi milûktî elametiya Xwedê derbazî meriya dikir (1 Korintî 8:6). Îsa zelal dida kifşê, wekî Xwedê wî bilindtir e û wekî Xwedê ew şande ser erdê (Yûhenna 11:41, 42; 14:28). *

^ abz. 17 Seva ku hê zêde derheqa Îsa Mesîh pêbihesin, binihêrin beşa (serê) 8 û 9 ji broşûra “Îmana Rasteqîn Bextewar Dike”, kîjan ku hûn dikarin bi onlayn ser www.pr418.com binihêrin.