Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Dayînê Lezetê Bivîne

Ji Dayînê Lezetê Bivîne

“Otobûs dikare derbaz be, lê ew xortê Çînayî, na!” Ev gilî Alêksandrayê bihîst, ya ku oto_bûsêda rûniştibû. Otobûsa wan gerekê ji sînorê welatekî Amerîkaya Başûrê, derbazî aliyê din bûya. Alêksandrayê dîna xwe dayê û dît ku xortê Çînayî bi zimanê Îspanî, dike-nake nikare rind şiroweke sînorvanra ku çi hatiye serê wî. Alêksandra diçû ser civatên Şedên Yehowaye Çînayî û zimanê wî xortî zanibû, lema jî ewê xwest alîkariyê bide wî û xeberdana wî welgerîne.

Ewî xortî got ku ew bi qanûnî hatiye li wir, û wekî kaxas û perên wî dizîne. Pêşiyê sînorvan wî bawer nedikir û hela hê difikirî jî wekî Alêksandra jî koma qaçaxada ne, yên ku meriya difroşin. Xilaziyê sînorvan baweriya xwe wî xortê Çînayî anî, lê yeke ew xort seva cazakirina xwe gerekê hine pere bida, çimkî wê demê kaxas cem wî tune bûn. Yazix lê perê wî tune bûn, lema jî Aleksandrayê 20$ da wî. Ev xort gelek ji wê razî bû û got wekî paşê wê 20$ zêdetir paşda bide wê. Alêksandrayê şirovekir ku ew hîviyê nîne xelatekê ji wî bistîne; ewê bi şabûn alîkarî dida çimkî difikirî wekî ew tiştekî baş dike. Alêksandrayê hine edebyetên ser hîme Kitêba Pîroz da wî xortî û ew hêlan kir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn be.

Bi rastî jî dilgermiya çiqas mezin dide, çaxê em pêdihesin ku hindava merivên xerîb, merdanî û qencî didine kifşê. Kirên wî cûreyî belabûyî ye nava merivên ji hemû rêlîgiya û hela hê nava wan merivada jî, yên ku tu rêlîgiyakêda nînin. Lê hûnê hazir bin alîkariyê bidine kesekî? Ev pirseke hewas e, çimkî Îsa got: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Zandar jî dibêjin wekî çaxê meriv tiştekî dide, ew yek wîra kar e. Werên em binihêrin wekî kara wê yekê çida ne.

MERIVÊ DIL-EŞQ

Zelal e wekî çaxê meriv alîkariyê dide yên dinêna, ew xwexa şabûnê distîne. Pawlosê şandî nivîsî ku “Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike”. Ewî xeber dida derheqa wan Mesîhiya yên ku qurbanên rezedilî kirin, seva ku alîkariyê bidine bawermenda yên ku destteng bûn (2 Korintî 8:4; 9:7). Pawlos ne digot ku wana alîkarî da çimkî îda bextewar bûn. Lê bi rastî ewana bextewar bûn, çimkî karibûn tiştekî ji aliyê xweda bikin.

Li gora lêkolînekê hate kifşê wekî dayîn “alîkariyê dide ku şanên mejiyên me rind bixebitin, çi ku şabûnê tîne, îtbariyê pêşda tîne û me tevî meriya nêzîk dike. Ew hemû tişt wek ronayê ye, ku baş hukum dike”. Lêkolîneke din jî da kifşê ku “çaxê pera didî kesekî, bi vê yekê daha şabûneke mezin qazanc dikî, ne ku wî çaxî gava pera ser xwe xerc dikî”.

Dibek ji bo halê xwe, carna tu nikarî gelek tişt bikî seva kesekî. Lê bi rastî her kes dikare şabûnê texmîn ke û bibe merivê ku bi dil-eşq dide. Çaxê tu bi nihêrandina rast tiştekî didî kesekî, hingê tuyê ber xwe nekevî ji bo kaş û bahê pêşkêşê. Yek ji Şedên Yehowa, neşîrkarên vê jûrnalêra neme nivîsî û ji aliyê xweda hine qurbanên rezedilî tevî nemê şand kîderê ku nivîsar bû: “Nava wan hemû salada min nikaribû seva qurbanên Oda Civatê tiştek bida xêncî hevek pere. Yehowa Xwedê ji wê zêdetir da min. . . . Spas ku we mecal çêkir seva ku ez bikaribim evê pêşkêşa biçûk wera bişînim. Ev şabûneke mezin minra tîne”.

Dayîn ne ku perava girêdayî ye. Bi rastî gelek mecalên din jî hene, ku çawa em dikarin destwekirî bin.

DAYÎN SIHET-QEWATA TE BAŞ DIKE

Dayîn, ça te usa jî yên dinêna dike merivne baş

Kitêba Pîroz dibêje: “Merivê rem qencîyê li xwe dike, lê merivê bêrem xirabîyê li xwe dike” (Metelok 11:17). Merivê rem merd e, û ew hazir e seva yên dinêna xem bike, him jî wede û qewata xwe ser wan xerc ke. Nihêrandina usa, ne ku tenê seva sihet-qewata me wê baş be, lê hemû aliyava jîyîna meda kêrhatî ye.

Li gora lêkolînê hate kifşê wekî ewên ku bi rezedilî alîkariyê didine yên dinêna hindik dilteng dibin û tengasiya xweda hêsa teyax dikin. Xêncî wê yekê jîyîna wan daha baş dibe. Dayîna merdanî dikare baş ke halê wan meriya, yên ku giran nexweş in, mesele nexweşiya skleroz enîfireh (HIV), dêmek ew heye nexweşiya sîstema nevrolojîk. Usa jî hate kifşê wekî merivên îçkehiz yên ku îçke terikandine, û paşê alîkarî dane merivên din, hindik dilteng bûne û wanara hêsa bûye xeysetên xweyî xirab biterikînin.

Vê lêkolîneda usa jî hatibû gotinê wekî “çaxê meriv remtî û qenciyê dide kifşê bi wê yeke ew cî nahêle seva êmosiya û fikirên nerast”. Çaxê meriv tiştekî dide, bi vê yekê ew strêsa xwe kêm dike û xûna wî bilind nabe, dêmek tansiyona xûnê cîda ne. Usa jî merivên ku jin yan mêrê xwe unda kirine, karibûne nekevne dêprêsiyê çimkî alî merivên din kirine.

Di vê yekêda em nakevne şikê. Bi rastî jî dayîn hale me baş dike.

DAYÎN LI SER YÊN DINÊNA HUKUM DIKE

Îsa şagirtên xwera got: “Bidin, wera wê bê dayînê, bi pîvaneke tijî hejandî, dewisandî, serî qûç wê bikine pêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî wera wê bê pîvanê” (Lûqa 6:38). Çaxê tu seva kesekî tiştekî dikî, hingê meriv wê daha razîbûna xwe tera bidine kifşê û wê xwexa jî merd bin. Dêmek merdanî meriya hêlan dike hevra şixulkariyê û hevaltiyê bikin.

Ji bo dayînê, şuxulkarî û hevaltî pêşda tê

Zandarên ku derheqa heleqetiya meriya lêkolîn dikin, dibêjin wekî “ew meriv yên ku timê merdaniyê didine kifşê, yên dinêna jî hêlan dikin wekî merd bin. Bi rastî “çaxê meriv derheqa qencî û merdaniya kesekî dixûne, ew xwexa jî daha merd dibe”. Hesabekîda hate kifşê ku “her merivek di internetêda dikare li ser seda meriva hukum ke, rastî kîjanî ku ew qe nehatiye û nas nake”. Hergê bi giliyên mayîn bêjin, çaxê merdaniyê didî kifşê ew ji merivekî derbazî merivên din dibe û usa dereceke baş çê dibe. Weyê bixwesta nava merivên usada bijîta? Belê, hergê hê zêde meriv merdanyê bidine kifşe, hinge kara vê yekê jî wê daha mezin be.

Merdanî rind tê kifşê ji mesela welatê Florîda (Amerîka Yekbûyî). Koma Şedên Yehowa bi rezedilî alîkarî didan avakirina xaniyada, yên ku ji firtonê hilşiya bûn. Heta ku xûşk-birên me hîviya haceta bûn, seva ku destpêkin xanî çêkin, wana dîna xwe da ku sûra mala cînarekî hilşiyayî bû. Lema jî wana xwest alî cînarê bikin û sûra wî çêkin. Hine wede şûnda ev cînar neme şand fîlîala Şedên Yehowaye hemdinyayêra û nemêda nivîsî bû: “Ezê timê wan merivara spasdar bim. Merivên usa baş, qe rastî min nehatine”. Ji bo razîbûnê ewî mêrikî bi merdaniya xwe hine qurban şandin, wekî ça ewî got bidine xebatê bona şixulên Şedên Yehowa.

MERDANIYÊDA ÇEV BIDINE YEHOWA

Li gora lêkolîna zandariyê hate kifşê, ku “însanet gerekê nesekine û bixebite ku alîkariyê bide yên dinêna”. Zar gerekê hîn bin “merd bin, hela hê pêşiya wê yekê ça ewana xeberdanê destpêkin”. Çima? Kitêba Pîroz caba wê pirsê dide û dibêje ku meriv “dilqê Xwedêda” hatinê efirandinê û dikarin xeyset-hunurên Xwedêyî sereke bidine kifşê (Destpêbûn 1:27).

Cem Yehowa Xwedê Efirandarê me gelek hunurên baş hene, usa jî merdanî. Ewî jîyîn daye me û hemû tiştên ku mera lazim in seva bextewar bin (Karên Şandiya 14:17; 17:26-28). Em dikarin derheqa Bavê xweyî ezmana û qirara wî seva erdê, hê rind bizanibin. Di ve yekêda wê alî me bikê Xebera wî dêmek Kitêba Pîroz. Ew kitêb usa jî eyan dike ku Xwedê pêşkêşek daye me seva em axiriyêda bextewar bin * (1 Yûhenna 4:9, 10). Çawa em pêhesiyan Yehowa Xwedê kaniya merdaniyê ye û em dilqê wîda hatine efirandinê. Lema jî çaxe em merdaniyêda çev didine Xwedê em seva xwe karê distînin û qebûlkirina Wî jî qazanc dikin (Îbranî 13:16).

Tê bîra we Alêksandrayê derheqa kîjanê ku destpêka vê gotarêda hatibû gotinê? Gelo serhatiya wê çawa xilaz bû? Ew xortê Çînayî yê ku tevî vê otobûsêda dihat, soz dabû wê ku pera wegerîne. Ew xort têklî bû tevî hevalên xwe yên ku dijîtin wî şeherîda kîderê ku ciyê sekinandina vê otobûsê bû, û ewana derbêra 20$ paşda Alêksandrayêra wegerandin. Xêncî wê yekê ew xortê Çînayî guh da şîreta Alêksandrayê û destpêkir kitêba pîroz hîn be. Alêksandra pir şa bû çaxê sê meh şûnda li ser civata mezine Çînayî ku Şedên Yehowa di Pêrûda derbaz dikirin, dîsa jî rastî wî xortî hat. Seva ku razîbûna xwe bona qenciya Alêksandrayê bide kifşê, ewî xortî, Alêksandra û ew merivên ku tevî wê hatibûn, teglîfî rêstorana xwe kir.

Dayîn û alîkarî şabûneke pir mezin tîne. Lê hê ferz ew e, kû çaxê tu timê usa dikî, bi vê yekê tu alî meriya dikî ku hê rind nas bikin Yehowa Xwedê, yê ku heye Kaniya hemû pêşkêşên baş! (Aqûb 1:17). Bi rastî jî dayîna wî cûreyî lezeteke mezin tîne

^ abz. 21 Seva hê zêde elametî binihêre pirtûka “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, yê ku Şedên Yehowa neşir kirine û yê ku usa jî li ser www.pr418.com bi onlayn heye. Binihêre NEŞIRKIRIN > KITÊB Û BROŞÛR.