Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedê Yekî Çawa Ne?

Xwedê Yekî Çawa Ne?

Çiqas hê zêde em derheqa xeyset-hunurên kesekî pêdihesin, haqas hê rind em destpêdikin wî merivî nas kin û hevaltiya me hê nêzîk dibe. Anegorî wê yekê em çiqas hê zêde derheqa xeyset-hunurên Yehowa pêdihesin, haqas hê rind em divînin wekî ew yekî çawa ne û dostiya me tevî wî qewî dibe. Ji hemû hunurên Xwedê, çar yên sereke ne: ev hene qewat, bîlanî, heqî û hizkirin.

XWEDÊ QEWAT E

“Ax, ya Xudan, XUDAN! A vay, te ezman û erdê bi hêza [qewata] xwe yî dirêj kirîva efirand” (YÊREMYA 32:17).

Qewata Xwedê eşkere ji çêkirina destên wî tê kifşê. Mesele çaxê tu havînê dertêyî ber tevê, tu ser xwe çi texmîn dikî? Germaya tevê. Rast e? Dêmek tu ser xwe texmîn dikî qewata Xwedê, ku ji efirînên wî tê kifşê. Gelo qewata tevê çiqas e? Hatibû têderxistinê wekî germaya hindurê tevê weke 15 000 000°C. Her senîkî, tev ênêrjiya usa qewî dide, kîjan ku beramberî teqandina bi seda mîlyona bombên atomê dibe.

Himberî mîliyona steyrkên din gerdûnêda tev herî biçûk e. Zandar dibêjin ku steyrka lape mezin bi navê UY Scuti, 1 700 cara ji tevê mezintir e. Hergê steyrka UY Scuti daynin dewsa tevê, hingê evê temamiya erdê me dêmek gerstêrka me, û hela hê heta rêgeha Berçîş “Jupiter” jî bi xwe dade. Ev yek alî me dike hê rind fem bikin giliyê Yêremya pêxember, ku Yehowa Xwedê bi qewata xwe erd, ezman û temamiya gerdûnê efirandiye.

Ji qewata Xwedê em çi karê distînin? Jîyîna me girêdayî ye tevî efirînên Xwedê, mesele tev û hemû tiştên qîmet ser erdê. Xêncî wê yekê Xwedê qewata xwe dide xebatê, seva ku bona her yekî başqe xem bike. Çi cûreyî? Qirna yekêda, Xwedê qewat dabû Îsa, wekî ew keremeta bike. Em dixûnin: “Kor dibînin, seqet digerin, kotî paqij dibin, ker dibihên, mirî radibin” (Metta 11:5). Lê derheqa roja îro em çi dikarin bêjin? Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê qewatê dide yê vestiyayî, û yên ku baweriya xwe Wî tînin wê qewatê bistînin (Îşaya 40:29, 31). Xwedê dikare “zorayiya qewatê” bide me, ku em bikaribin hemû cêribandin û çetinayada teyax kin (2 Korintî 4:7). Bi rastî jî çiqas baş e nêzîkî Xwedayê usa bin, kîjan ku usa me hiz dike, wekî qewata xwe dide xebatê ku alî me bike.

XWEDÊ BÎLAN E

“Ya Yahowa, berhemên te çiqas pirr in! Te ew hemû bi şehrezayiyê ava kirine” (ZEBÛR 104:24, DO).

Çiqas hê zêde em derheqa kirên Xwedê pêdihesin, haqas hê zêde em bîlaniya wîra firnaq dibin. Bi rastî îro zandar efirînên Yehowa lêkolîn dikin, çev didine wan efrîna û li gora vê yekê hine tişta saz dikin. Mesele ev yek rind tê kifşê ji cûrê sazkirina teyara.

Çevê meriv, bi rastî jî gelek mexsûs hatiye efirandinê

Heçî zef bîlaniya Xwedê ji wê yekê tê kifşê, ku çi cûreyî bedena mêriv hatiye çêkirinê. Ka em şêwir kin. Protsêsa vê yekê destpêdibe ji zêdebûna şaneya, kîjanîda îda heye temamiya înformasiyona genetîkî. Ev şan li ser gelek şanên din parevedibin, yên ku mîna hev in. Û wedê lazimda, ev şane destpêdikin bi cûrekî mayîn çêbin, ji kîjana bi seda cûrên teze çêdibin, yên usa ça şanên xûnê, şanên nêrva û şanên hestû. Zûtirekê paşî wê yekê, sîstêma endema çêdibe û destpêdike bixebite. Nava neh mehada, ji wan şanên eslî, bedeneke biçûk çêdibe, ya ku ji milîarda şana ye. Bîlaniya ku vê yekêda tê kifşê geleka hêlan kir, wekî qayîl bin tevî nivîskarê Kitêba Pîroz, yê ko got: “Pesin û şikirîyê didime Te, ku ez ecêbmayî çêkirî me” (Zebûr 139:14).

Ji bîlaniya Xwedê em çi karê distînin? Efirandar zane, ku çi mera lazim e, seva ku bextewar bin. Zanebûn û bîlaniya Xwedê pir e, lema jî ew dikare şîreteke baş û bîlan bide me, kîjan ku em dikarin Xebera Wîda bivînin. Mesele, Xwedê me hêlan dike: “Li hev . . . bibaxşînin” (Kolosî 3:13). Gelo ev şîreteke kêrhatî ye? Belê. Lêkolînkara têderxistine, wekî çaxê dibaxşînine mêriv, bi vê yekê xewa mêriv nateqise û tansiyona xûna wî baş dibe. Ev yek usa jî meriya ji dêprêsiyayê xwey dike û ji problêmên din ku sihet-qewatêva girêdayî ne. Belê, Xwedê mîna dostekî bîlan û bi hizkirinê tije, tu car xwe paş nagire seva ku şîretên kêrhatî bide me, ku alî me bike (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Teyê bixwesta ku dostê teyî usa hebe?

XWEDÊ HEQ E

“Xudan heqîyê hiz dike” (ZEBÛR 37:28).

Xwedê timê wê yekê dike, çi ku rast e. Bi rastî naqewime, wekî Xwedayê Himzor xirabiyê û neheqiyê bike (Îbo 34:10). Dîwana wî bi heqî ye, û zebûrbêj jî derheqa Yehowa usa dibêje: “Çimkî tu bi rastiyê” dîwana mileta dikî (Zebûr 67:4). “Xudan li dil dinêre”, lema jî tu tişt û tu kes nikare wî bixalifîne, çimkî ew rastiyê divîne û bi heqiyê dîwanê dike (1 Samûyêl 16:7). Xêncî wê yekê, Xwedê hemû nerastî û neheqiya divîne, ku li ser erdê têne kirinê û soz dide, wekî zûtirekê “nepakê ji ser rûye erde unda bin herin” (Metelok 2:22).

Him jî Xwedê hakimê sert nîne, yê ku tenê hizreta cezakirinê ye. Çaxê lazim e, ew remtiya xwe dide kifşê. Kitêba Pîroz dibêje: “Yahowa dilovan keremdar e” (Zebûr 103:8, DO; 2 Petrûs 3:9).

Ji heqiya Xwedê em çi karê distînin? Petrûsê şandî got: “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35). Em ji heqiya Xwedê karê distînin, çimkî ew firqiyê nake nava meriva. Em timê dikarin nêzîkî wî bin, bibine xizmetkarên wî û firqî tune em kî ne, ji çi miletî ne, û çiqas em nav û deng in.

Xwedê firqiyê nake nava mileta, him jî em dikarin ji vê yekê karê bistînin, û firqî tune em kî ne û ji çi miletî ne

Xwedê dixwaze wekî em fem bikin û karê bistînin ji heqiya wî, lema jî ew bi îsafê em xelat kirine. Kitêba Pîroz îsafê nav dike ça qanûn, ya ku dilê meda hatiye nivîsarê, û şedetiyê dide me, hela kirên me rast in yan na (Romayî 2:15). Gelo, lê em çi karê distînin? Çaxê îsafa me rast hînkiriye, hingê ew me hêlan dike wekî ji kirên ziyan û nerast xwe dûr bigirin. Û hergê em şaşiya berdin jî, îsaf dikare me hêlan ke tobe bikin û bêne guhastinê. Bi rastî jî gava em rind heqiya Xwedê fem dikin, ew alî me dike hê nêzîkî wî bin!

XWEDÊ HIZKIRIN E

“Xwedê hizkirin e” (1 YÛHENNA 4:8).

Xwedê qewatê, bilaniyê û heqiyê dide kifşê, lê Kitêba Pîroz nabêje wekî Xwedê heye qewat, bîlanî yan heqî. Lê ew dibêje, wekî Xwedê heye hizkirin. Çima? Çimkî qewata Xwedê wî hêlan dike, ku bike. Heqî û bîlaniya wî, rêberiya kirên Wî dikin. Lê hizkirina Wî, wî hêlan dike îda destpêke kar bike. Rastî jî, hizkirin hukum dike li ser hemû kirên wî.

Yehowa hewcê tiştekî nîbû, lê bi rastî hizkirina wî hêlan kir wekî Ew melekên ezmên û meriya biefirîne, kîjan ku dikarin karê û lezetê bistînin ji hizkirin û xemgîniya Yehowa. Ewî bi hizkirinê erd hazir kir, wekî ew bibe maleke xas bona însanetê. Lê dîsa jî Yehowa berdewam dike hizkirina xwe hindava însanetê bide kifşê. Mesele, Ew “teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta” (Metta 5:45).

Heyneser, “Xudan gelek dilovan û tije rem e” (Aqûb 5:11, ÎM). Ew dilovaniya xwe hindava wan dide kifşê, yên ku bi dilê temiz qewatê didine xebatê, seva ku Wî nas bikin û nêzîkî wî bin. Xwedê başqe-başqe dîna xwe dide wan meriya. Û bi rastî “ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

Ji hizkirina Xwedê em çi karê distînin? Em lezetê divînin ji bedewiya wê yekê, ku çawa ro diçe ava. Em usa ji lezetê distinin, çaxê kenê zara biçûk dibihên. Em gelek şa dibin, çaxê hizkirina neferên mala xwe, li ser xwe texmîn dikin. Diqewime ew tiştên sereke nînin, lê ew hemû tişt jîyîna me bedew û bextewar dikin.

Em dîsa jî karê distînin ji hizkirina Xwedê, ya ku bi cûrekî din eyan dibe: dêmek duakirin. Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be”. Anegorî bavekî ku bi hizkirinê tije ye, Yehowa dixwaze wekî çaxê em xemgîn dibin, gerekê dilê xwe wîra vekin. Paşê Yehowa bi hizkirina xweye dilovanî, soz dide wekî wê edilaya xwe, “ku ji her hiş-aqilî derbaztir e”, bide me (Fîlîpî 4:6, 7).

Şêwirkirina kin derheqa xeyset-hunurên Xwedê, mesele qewat, bîlanî, heqî û hizkirin, alî me kirine hê rind bivînin, ku bi rastî Xwedê yekî çawa ne. Seva hê zêde razîbûna xwe hindava Xwedê pêşda bînin, em we teglîf dikin pêbihesin, wekî Xwedê bona halxweşiya we çi kiriye û dîsa ew wê çi bike.

XWEDÊ YEKÎ ÇAWA NE? Wek Yehowa, tu kes qewat, bîlan, û heq nîne. Û hunurê wîyî sereke, ev heye hizkirin