Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Ez Eskerê Mesîh Me, Ne ku yê vê Dinyayê

Ez Eskerê Mesîh Me, Ne ku yê vê Dinyayê

Gava min dezmala xwe ji erdê hilda, dor berê min bû teqe-teqa gulla. Eskera bi qarînî gazî min kirin wekî ez derkevim ji ciyê ku min xwe veşartibû. Ez tirse-tirs nêzîkî wan bûm, û min nizanibû ezê sax bimînim yan na. Çira ez ketibûme wî halî?

EZ HATIME bûyînê sala 1926. Ji 8 zara ez yê 7 bûm. Me Yûnanistanêda gundekî biçûkda dijît navê kîjanî Karîtsa ye. Dê-bavê min merivne xebathiz bûn.

Sala 1925-da, dêmek salek pêşiya bûyîna min, dê-bavê min rastî Con Paparîzos hatin. Ew Lêkolînkarê Kitêba Pîroz bû, wî wedeyî Şedên Yehowa usa nav dikirin. Ew yekî xîret û xeberxweş bû. Dê-bavê min ecêbmayî man, çaxê Con bi aqilayî û serwaxtî Kitêba Pîroz wanra şirovedikir. Ewê yekê wana hêlan kir bêne ser civîna Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, kîjan ku gundê meda derbaz dibû. Diya min qayîm Yehowa Xwedê bawer dikir. Rast e ew nexwendî bû, lê çiqas dikaribû merivara derheqa Xwedê gilî dikir. Lê sed heyf, bavê min seva şaşiyên hineke mayîn ruhanîda ket û îda nedihate ser civatê.

Min û xûşk-birên min, me Kitêba Pîroz qîmet dikir, lê hiş-aqilê me tenê ser wedederbazkirinê bû. Lê sala 1939-da, çaxê Şerê Hemdinyayê ya duda Ewropayêda destpêdibû, gundê meda tiştekî usa qewimî, ku em ser hişê xweda hatin. Nîkolas Psaras kurap-pismamê me, yê ku hin jî cînarê me bû, gazî kirnê here eskeriya Yûnanistanê. Ew 20 salî bû û teze hate nixumandinê. Nîkolas bi mêrxasî gote serwêrên eskeriyê: “Ez nikarim şer bikim, çimkî ez eskerê Mesîh me”. Paşî wê yekê, wî birine ber dîwana eskeriyê û ser 10 sala kirine kelê. Ewê qewimandinê em gelek ecêbmayî kirin.

Lê sala 1941-da, çaxê ordiya ku piştgiriya Yûnanistanê dikir, kete nav Yûnanistanê, Nîkolas ji kelê hate azakirinê. Ew dîsa vegeriya Karîtsê. Gava ew hat, birê minî mezin Îlîas derheqa Kitêba Pîroz pirs ser pirsa dida wî. Min jî guhê xwe dida wan. Paşî vê yekê, Îlîas û ez tevî xûşka xweye biçûk Êfmorfîa, me destpêkir Kitêba Pîroz hîn bin, û em timê dihatine civatê. Paşî salekê, me hersêka jî xwe tesmîlî Yehowa kir û hatine nixumandinê. Paşî vê yekê, çar xûşk-birên min jî hatine nixumandinê.

Sala 1942, civata Karîtsêda neh xûşk-birên cahil hebûn, yên ku weke 15-25 salî bûn. Me gişka zanibû wekî emê rastî çetinayên giran bên. Lema seva baweriya xwe qewî kin, em tevayî cîkî top dibûn û me Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, kilamên bona Xwedê distira û dua dikir. Ewê yekê baweriya me gelek qewî kir.

Dêmêtrîûs û hevalên wî Karîtsayêda

ŞER WELATDA

Gava Şerê Hemdinyayê ya duda xilaz bû, komûnîstên Yûnanî miqabilî dewletê rabûn, û bona vê yekê welatda şerekî giran destpêbû. Partîzanên komûnîst cî-ciya digeriyan, û destê zorê gundî dibirin seva tevî miqabilîbûna wan bibine yek. Çaxê ewana gihîştine gundê me, sê Şedên Yehowa girt in û birin. Yek ji wan ez bûm, yê duda birê min Îlîas bû û Antonîo Sûkarîs bû. Me wanra digot wekî em Mesîhî ne û naçine şer, lê yeke wana destê zorê em birin çiyayê Olîmpûsê, ku ji gundê me riya weke 12 siheta dûr bû.

Paşê hine wede derbaz bû, ofîsêrê komûnîst ferman da, wekî em tevî miqabilîbûna partîzana bibin yek. Çaxê me wanra şirovekir wekî Mesîhiyên rast çek hilnadine destên xwe seva meriva bikujin, ew ofîsêr hêrs ket û em kaşî cem gênêral kirin. Çaxê me jêra wekiland ku em Mesîhî ne, ewî gênêralî ferman da: “De wekî usa ne, qantirekî hildin û ji şer eskerên birîndar bidine ser û bivine nexweşxanê”.

Me ji wî pirsî: “Lê hergê eskerên dewletê me bigirin, gelo wê nefikirin ku em jî esker in?” Ewî got: “De eskerara nan bivin”. Em fikirîn û me got: “Lê hergê ofîsêr bivîne ku qantirê me heye û mera bêje ku pê qantir çek bivin ciyê şer?” Gênêral kûr fikirî û axiriyê got: “Wekî usa ne hûn dikarin ber pêz bin! Ser çiyê bimînin û miqatî keriyê pêz bin”.

Dor berê me şerekî giran bû, lê îsafa me hersêka temiz bû, çimkî me piştgiriya şer nedikir, lê tenê miqatî keriyê pêz bûn. Salek derbaz bû, û Îlîasra çawa kurê mezinra, îzin dan ku vegere mal, seva ku miqatî diya meye jinebî be. Antonîo jî aza kirin çimkî ew nexweş ket. Lê ez dîsa jî dîltiyêda mam.

Wî wedeyî, ordiya Yûnaniya pey komûnîsta diket. Koma komûnîsta ku min biribûn dîltiyê, min hildan û em çiyara revîn berbi Albanyayê. Nêzîkî sînorê Albanyayê, nişkêva eskerên Yûnanî dora me girtin. Ew komûnîst tirsiyan û revîn. Min xwe ber baxê ketî veşart, û çi ku min destpêkêda gilî kir ew hema ew derece bû.

Çaxê min eskerê Yûnanîra got ku komûnîsta ez dîltî girtim û birim, ewî min bire ber dîwana zoma eskeriyêda ku nêzîkî Vêroya bû. Ew şeherê berê bû, ku Kitêba Pîrozda tê navkirinê Beroya. Li wêderê gotine min wekî çela bikulim seva wedê şer, esker xwe têda veşêrin. Çaxê min got ku ez nikarim vê yekê bikim, ew ofîsêrê mezin temî da wekî min aksor kin girava bi navê Makronîsos, kîderê ku cezayê giran bû.

GIRAVA ZÊRANDINÊ

Ew girav mîna zinar e, kîjan ku vekirî û bê av bû, û qije-qija germê bû. Ew girav ber devê berê ye, navê wî cîyî Atîka ye, ew weke 50 km., dûrî Atîna ye. Dirêjaya vê giravê 13 km., lê beraya wê ciyê lape zef 2.5 km e. Rast e girav gelek biçûk e, lê sala 1947-1958, li wêderê 100 000 zêdetir girtî hebûn. Nava wan girtiyada komûnîst hebûn û yên ku nekomûnîst bûn lê eskera tirê ewana komûnîst in, usa jî yên ku berê raber bûn. Xêncî wan li wêderê gelek Şedên Yehowayî amin jî hebûn.

Çaxê destpêka sala 1949-da ez hatime wêderê, girtî ser zoma paravebûn. Min cîkî usada cîwar kirin, kîderê ku qe xweykirî nîbû û bi seda girtî hebûn. Ji me weke 40 meriv çadirê brêzêntda radizan ku bona 10 meriva bû. Me ava qirêj vedixwar û xwarina me heçî zef nîsk û badrîcan bû. Li wêderê timê toz û ba bû, û ewê yekê jîyîn lap çetin dikir. Lê baş bû ku me kevirên giran nedibir-nedianî ça girtiyên din dikirin, çimkî ew gelek çetin bû û xirab hukum bû ser sihet-qewata wan hin fîzîkîda hin jî êmosiyalîda.

Tevî girtiyên din ku Şedên Yehowa ne, ser girava Makronîsos

Carekê çaxê ez ber devê berê digeriyam, ez rastî çend Şedên Yehowa hatim, yên ku ji zomeke din bûn. Ew yek bona me şabûneke gelek mezin bû! Em gelek fesal rastî hev dihatin seva nekevine çeva. Hin jî me fesal girtiyara mizgînî gilî dikir, yên ku axiriyêda bûne Şedên Yehowa. Ew yek û dua gelek alî me kirin wekî ruhanîda qewî bimînin.

KETIME AGIR

Paşî dehe meha, eskerên ku ez girtibûm, safî kirin wekî îda wede ye ez kincê eskeriyê xwe kim. Lê çaxê min got wekî ezê xwe nekim, wana ez kaşî bal serokê zomê kirim. Min nivîsarek da wî, kîderêda nivîsî bû: “Ez dixwazim tenê eskerê Mesîh bim”. Çaxê wana ez dame tirsandinê, ewî serokê ez birim cem keşîşê mezin yê dêra Yûnaniya, yê ku kincê keşîşaye mexsûs xwe kiribû. Gava ku min ser pirsên wî ji Kitêba Pîroz caba xwe dida, ewî ji hêrsê kire qarînî: “Wî bivin, ew fanatîk e!”

Şebeqa din, eskera dîsa minra gotin wekî kincê eskeriyê xwe kim. Çaxê min got wekî ezê xwe nekim, wana bi kulma û bi dar ez kutam. Paşê wana ez birim nexweşxana zomê, seva binihêrin hestiyên min şkestine yan na, û paşê dîsa ez birim çadira min. Wana 2 meha usa serê min dikir.

Ez ser ya xwe sekinîbûm, lema gelek hêrsa eskera rabû, wana dixwest bi cûrekî din min bidine tirsandinê. Wana destên min dane pişt min û girêdan, û bêremtî pê qamçiya binê nigên min dixistin. Bin êşa giranda min giliyên Îsa kire bîra xwe: “Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin . . . Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e. Bi vî cûreyî pêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin” (Met. 5:11, 12). Min tirê ew yek wê xilaz nebe û axiriyêda ez xeriqîm.

Ez ser hişê xweda hatim otaxa kelêye sarda, tî-birçî û bê leyîf. Lê hela hê wî halîda jî ez rihet bûm û xwegirtî bûm. Çawa Kitêba Pîroz soz dide “edilayîya Xwedê” dil û fikirên min xwey dikir (Fîlî. 4:7). Roja din eskerekî heyf nan, av û pot da min. Paşê eskerekî din nîvê xwarina xwe da min. Wê derecêda û dîsa derecên dinda min destê Yehowa ser xwe texmîn dikir.

Seroka ça raber ez hesab dikirim û ez birim Atînayêda ber dîwana eskeriyê. Li wêderê ez şandime kela girava Yarosê ser sê sala, kîjan ku 50 km., dûrî rohlata Makronîsos e.

“EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE WE BÎNIN”

Kela Yarosê avayîkî mezin bi agûrên sor bû, kîderê ku 5 000 girtî hebûn, yên ku miqabilî serwêrtiyê derketibûn. Usa jî 7 Şedên Yehowa jî hebûn, û gişk jî seva tevnebûyînê ketibûne kelê. Em dizîkava tevayî top dibûn wekî Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, lê ew yek qedexekirî bû. Me hela hê jî dizîkava “Birca Qerewiliyê” distand, kîjan ku paşê me pê desta kopî dikir seva hînbûnê.

Carekê çaxê em dizîkava top bûn, nobedarekî em dîtin, kîjanî ku ji me edebyet standibû. Ewî em birin cem berdestiyê serwêrê kelê, û me tirê ku îda em ji kelê xilaz nabin. Lê ewî mera got: “Em zanin hûn kê ne, û em qedirê baweriya we digirin. Em zanin ku em dikarin îtbariya xwe we bînin. Herin ser şixulê xwe”. Ewî şixulekî usa hêsa da me hineka, ku em gelek razî bûn û şa bûn. Dilê me şa dibû ku hela hê kelêda jî aminiya me hurmetê dida Yehowa.

Aminî û mêrxasiya me berê din jî anî. Girtîkî yê ku berê profêsorê matêmatîkayê bû, dîna xwe dida rabûn-rûniştina me û pirs dida me. Û paşê çaxê sala 1951-da em Şedên Yehowa aza bûn, ew jî aza bû. Paşê ew ça Şedê Yehowa hate nixumandinê û bû xizmetkarê hertim.

DÎSA ESKER IM

Tevî kulfeta xwe Canêt

Çaxê ez derketim ji kelê, ez vegeriyame Karîtsayê malbeta xwe. Paşê ez tevî gelek bineliyên welat derbazî Mêlbûrnê bûm, (Avstralya). Li wêderê ez rastî xûşkeke gelek baş hatim navê wê Canêt e, û me hev stand. Mera kurek û sê qîz bûn, ewana jî niha ser riya Xwedê ne.

Îro, ez îda 90 salî zêdetir im, û ça rûspî xizmet dikim. Ji bo birînên berê cara bedena min û nigên min dêşin, îlahî çaxê ez diçim xizmetiyê. Lê yeke ça berê usa jî îro, ez dîsa “eskerê Mesîh” me (2 Tîmt. 2:3).