Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Merivê Şkestî Bîlaniya Xwedê Dide Kifşê

Merivê Şkestî Bîlaniya Xwedê Dide Kifşê

Tonî ya ku miqatî nexweşa dibe, derî dixe û jinikek derî vedike. Ew jinik Tonî bêhurmet dike û hêrsa xwe ser dirijîne, çimkî Tonî wededa nehat ku miqatî diya wê be, kîjan ku emirda mezin e. Bi rastiyê, Tonî dereng nehat ser xebata xwe, lê yeke ewê bi nermî ji jinikê baxşandin xwest çimkî hev fem nekirin.

CARA DUDA, çaxê Tonî çû bal wê jinikê, ewê jinikê dîsa jî tevî wê şer kir. Gelo Tonî ça xwe da kifşê? Ew gilî dike: “Bona min gelek çetin bû, çimkî ez neheq nîbûm ku ewê min usa bêhurmet kir”. Hela hê vê derecêda jî, Tonî dîsa ji jinikê baxşandin xwest û gote jinikê wekî ew fem dike halê wê.

Hergê hûn dewsa Tonî bûna, weyê ça xwe bida kifşê? Gelo weyê milûktî û nermî bida kifşê, yan wera wê çetin bûya ku xwe bigirin û hêrs nekevin? Hergê helal bêjin, hêsa nîne dereca usada nerm û rihet bin. Çaxê em strêsêda nin yan kesek hêrsa me tîne, bi rastiyê çetin e ku şkestî û nerm bin.

Lê Kitêba Pîroz Mesîhiya hêlan dike wekî ewana şkestî û nerm bin. Kitêba Pîroz ewan hunura girêdide tev bîlaniyê û serwaxtiyê. Aqûb pirseke usa danî: “Nava weda kî serwaxt û aqil e?” Paşê ew caba vê pirsê dide: “Bira ew bi pergaliya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktiya serwaxtiyê bide kifşê” (Aqûb 3:13). Lê gelo çawa milûktî û nermî bîlaniya ji Xwedê didine kifşê? Û çi dikare alî me bike wekî çev bidine Xwedê wan hunura?

MERIVÊ ŞKESTÎ BÎLANIYÊ DIDE KIFŞÊ

Milûktî û nermî dikarin şer-dewa bidine sekinandinê. “Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike” (Metlk. 15:1).

Hêrsbûn dikare şer-dewa hê gur ke, çimkî hêrs ça bêjî niftê berî ser agir dide (Metlk. 26:21). Lê şkestî û nermî hêrsê datîne û şer-dewa ditemirîne. Merivê şkestî hela hê dikare dilê dijimin jî nerm ke.

Tonî vê yekêda îzbat bû. Çaxê ewê jinikê dît wekî Tonî nerm caba wê dida, ew jinik giriya. Ewê jêra got ku ew gelek dilteng e ji bo çetinayên xwe û malbeta xwe. Tonî jêra şedetî da. Axiriyêda, ewê jinikê destpêkir hîn be Kitêba Pîroz, çimkî Tonî tevî vê jinikê nerm û rihet bû.

Çaxê meriv şkestî û nerm e, ew bextewar dibe. “Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be” (Met. 5:5).

Çira merivên şkestî bextewar in? Merivên ku berê hêrs bûn, çaxê hatine guhastinê û bûne nerm û şkestî, niha bextewar in. Emirê wan aliyê başda hate guhastinê, û ewana zanin wekî axiriya baş hîviya wan e (Kols. 3:12). Adolfo, kîjan ku Îspanyayêda berpirsiyarê mihalê ye, tîne bîra xwe wekî pêşiya ew rastiyê pêhesiya, ew merivekî ça bû.

Ew dibêje: “Ez bextewar nîbûm. Xeysetê min usa bû wekî ez zû hêrs diketim, usa hêrs diketim wekî hine hevalên min, ji bo xeysetê min ditirsiyan, çimkî ez gelek şerûd bûm. Lê rojek hat çaxê hemû tişt hate guhastinê. Nav şerda şeş cara pê kêrê min xistin û hindik dima ez bimirama”.

Lê niha Adolfo merivên din şîret dike û hîn dike ku şkestî û nerm bin, ça pê giliyên xwe usa jî pê rabûn-rûniştina xwe. Û geleka xweş tê xeysetê wîyî nerm û heyf. Adolfo dibêje wekî gelek şa ye ku ewî xeysetê xwe guhast. Û ew gelek ji Yehowa razî ye, çimkî ewî alî wî kir ku şkestî û nerm be.

Merivên şkestî dilê Yehowa şa dikin. “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarêd xwe bidim” (Metlk. 27:11).

Şeytan, dijminê Yehowayî mezin qerfê xwe wî dike. Û meniya Xwedê heye wekî hêrsa xwe ser wî birêje, lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa sebir e û zû hêrs nakeve (Derk. 34:6). Çaxê em jî çev didine Xwedê vê yekêda ku zû hêrs nekevin û şkestî bin, usa em bîlaniyê didine kifşê û bi vê yekê dilê Yehowa şa dibe (Efes. 5:1).

Ew dinê bi hêrsê, şera û dewa tije ye. Û vê dinyayêda em dikarin rastî yên “kubar, babax, kifir . . . bêrem, buxdanbêj, temsist,” û zulmkara bên (2 Tîmt. 3:2, 3). Lê ew nayê hesabê wekî Mesîhî gere ser xwe nexebitin ku nerm û şkestî bin. Xebera Xwedê dibêje wekî “serwaxtiya jorin . . . edil e, milûk û berbihêr e” (Aqûb 3:17). Hergê em merivê edilayîhiz bin û xwegirtî bin, bi vê yekê emê îzbat kin, wekî me bîlaniya ji Xwedê qazanc kir. Ew bîlanî wê alî me bike wekî hêrs nekevin û nerm caba xwe bidin wanra yên ku hêrsa me tînin, û usa jî emê hê nêzîkî Yehowa bin, yên ku Kaniya bîlaniya mezin e!