Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Wedê berê, meh û sal çawa dihatine hesabkirinê?

BONA Îbraniyên ku Erdê Sozdayîda dijîtin, sal bi şixulê bêcerkirina erdê û çandinê destpêdibû, dêmek Îlon û Cotmehêda.

Ji ber ku her yek ji 12 mehên sala hîvê tenê ji 29 yan 30 rojî ye, sala hîvê ji sala tevê kintir e. Seva ku sala hîvê û sala tevê wek hev bin, cûre-cûre mêtod didane xebatê. Mesele, çend roj dikarin bên zêdekirinê, yan jî mehek dikare pêşiya destpêka sala din bê zêdekirinê. Bi alîkariya sîstêmeke usa, salnema li gora demsalên çandin yan berhevkirinê dihate sazkirinê.

Lê rojên Mûsa pêxemberda, Xwedê xizmetkarên xwera gotibû ku sala rêlîgî gerekê meha Abîbêda (Nîsan jî tê navkirinê), dêmek biharê destpêbe (Derketin 12:2; 13:4). Cejina ku vê mehêda dihate derbazkirinê bi topkirina cehva girêdayî bû (Derketin 23:15, 16).

Zandar Êmîl Sçûrêr kitêba xweda usa dibêje: “Qeyde bona zêdekirina meha, gelek hêsa bû. Cejina Derbazkirinê, ya ku gerekê wedê hîva tije meha Nîsanêda (14 Nîsanê) bihata derbazkirinê, hertim gerekê biketa paşî roja biharê ku dirêjaya şev û rojê wek hev e . . . Lema, gava meriva xilaziya salê didît ku Cejina Derbazbûnê wê biketa terîxeke pêşiya wê rojê, ferman dihate dayînê ku pêşiya meha Nîsanê, mehek [dêmek meha 13] bê zêdekirinê (“The History of the Jewish People in the Age of Jesus Christ”).

Şedên Yehowa roja Şîva Xudan li gora vê mêtodê hesab dikin. Li gora salnemaya Îbranî, Şîva Xudan 14 Nîsanê tê derbazkirinê. Civatên ser temamiya dinyayêra pêşda tê elamkirinê ku ev roj li gora salnema îroyîn dikeve kîjan rojê. *

Lê Îbraniya ji ku zanibû hela mehek kengê xilaz dibû û meha din kengê destpêdibû? Îro, salnemayên neşirkirî û elektronîk hene, lema hesabkirina vê yekê hêsa ye. Lê wedê berê usa hêsa nîbû.

Hêna Nuhda, dirêjaya mehekê 30 roj bû (Destpêbûn 7:11, 24; 8:3, 4). Paşê, bal Îbraniya, dirêjaya mehekê yan 29 roj yan jî 30 roj bû, çimkî meh wî çaxî destpêdibû, gava hîva nû xuya dibû.

Carekê, him Dawid him Yonatan usa gotibû: “Sibê Cejna Hîva Nû ye” (1 Samûyêl 20:5, 18, ÎM). Ji van gotina tê fem kirinê ku qirna 11-da B.D.M., meh pêşda dihatine hesabkirinê. Gelo xelq ji ku zanibû ku meha nû wê kengê destpêbe? Li gora Mîşnayê, (kolêksiyoneke edet û qanûnên devkî yên Cihûya), derheqa vê yekê înformasiyayê dide. Çaxê Cihû ji dîltiya Babîlonê vegeriyane welatê xwe, Civîna Giregira (dîwana Cihûyaye bilind), heft mehên ku cejin dihatine derbazkirinê, roja 30-da ya mehê li hev top dibûn. Wê rojê, wana safî dikir ku meha din wê kengê destpêbe. Gelo çawa?

Mêrên ku şev ciyên bilind der-dora bajarê Orşelîmê nobedarî dikirin, li ezmana dinihêrîn. Gava wana hîva nû didît, wana zû xeber dişande Civîna Giregira. Heger Civîna Giregira bawer bûn ku êpêce îzbatî hene ku hîva nû hatiye dîtinê, wana destpêka meheke teze elam dikir. Lê heger hîva nû rûyê mij û ewirada xuya nedibû, Civîna Giregira elam dikir ku ev meh 30 roj e. Paşê, meha nû destpêdibû.

Li gora Mîşnayê, safîkirina Civîna Giregira bi saya agirekî dihate elamkirinê, kîjan ku derva bajarê Orşelîmêda ser Çiyayê Zeytûnê dihate vêxistinê. Bajarên din jî, ev elametî bi saya agirên ku li ser ciyên bilind vêdixistin, pêdihesiyan. Gelek sala şûnda, elametiya teze derheqa meha nû îda bi saya xebervana dihate belakirinê. Bi vî cûreyî, Cihûyên li Orşelîmê, li welatê Îsraêlê û li ciyên dûr zanibû, ku meheke teze kengê destpêdibû, û her kesî dikaribû cejina wedekîda derbaz kira.

Bona hê zêde elametiya derheqa vê yekê ku meh, cejin û demsalên Îbranî çawa hevva girêdayî bûn, jêrê çargoşê binihêrin.

^ Binihêre “Birca Qerewiliyê” ya 15 Sibatê, sala 1990, rûp. 15, û “Pirsên Xwendevana” ya 15 Hezîranê, sala 1977.