Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo Îsraêlî beriyêda tenê qarîtk û mana dixwarin?

Wedê rêwîtiya Îsraêliyaye 40 salî beriyêda, xwarina wane sereke mana bû (Derketin 16:35). Yehowa du cara qarîtk jî da wan (Derketin 16:12, 13; Jimar 11:31). Lê Îsraêlî carna hine xwarinên din jî dixwarin.

Mesele, Yehowa cara xizmetkarên xwe dibire “cîyê rihetbûnê”, kîderê ku xwarin û av hebû (Jimar 10:33). Yek ji wan ciya, erdê Êlîmê bû, “wê derê donzdeh kanîyên ava û heftê darên xurma hebûn” (Derketin 15:27). Kitêbekêda tê gotinê, ku darên xurma “ser wî erdî gelek bûn, . . . ew êmîşa sereke bû beriyêda û bona mîlyona meriva, dibû xwarin, bizir û sitargeh” (Plants of the Bible).

Dibeke Îsraêlî carna cîkî usa mezinda disekinîn, ya ku îro nas e ça Feyran. Ew cî pareke Wadî Feyranê ye. a Kitêbekêda tê gotinê, wekî ev wadî, dêmek newala çem “130 km. dirêj e û Sînayêda yek ji newalên herî dirêj, bedew û navdar e”. Vê kitêbêda usa jî tê gotinê: “Ev newal weke 45 km., dûrî devê berê ye, weke 5 km dirêj e, gelek bedew e, bi darên xurmava tije ye û 610 mêtr ji berê bilindtir e. Ew Sînayêda mîna baxçê Êdênê ye. Ji berêva heta niha, meriv têne wî ciyî, seva ku bi hezara baxên xurma bivînin” (Discovering the World of the Bible).

Baxên xurma Feyranêda

Gava Îsraêlî ji Misirê derketin, wana hevîr, teşt û dibeke genim û bizir jî tevî xwe birin. Hemikî, ev her tişt tenê bona wedekî kin têra wan kir. Usa jî, wana pez, dewar û gelek kerê heywana tevî xwe birin (Derketin 12:34-39). Ji bo halê çetin beriyêda, dibeke gelek heywan mirin. Diqewime Îsraêliya hine heywan jî dixwarin. Lê hine heywanên din jî, ça qurban dianîn, hela hê xudanên qelpra jî b (Karên Şandiya 7:39-43). Ji bo bêbaweriya Îsraêliya, Yehowa wanra usa got: “Zarên we jî wê çil salî terkeserî berîyê bin” (Jimar 14:33). Ji van giliya tê kifşê, ku Îsraêliya hine heywan xwey dikirin. Dibeke pezên wan şîr didan û carna goştê wan jî dixwarin, lê ev yek bona 40 salî têra miletekî weke sê mîlyona nedikir. c

Lê kîderê heywan av vedixwarin û diçêriyan? d Wî çaxî, diqewime beriyêda diha zêde baran dibarî û diha zêde şînkayî hebû. Kitêbekêda tê gotinê, ku 3 500 sal pêşda, “Erebistanêda diha zêde av hebû, ne ku îro. Gelek newalên kûr û ziha, yên ku wêderê hene, didine kifşê ku berê wêderê çem dikişiyan, çimkî gelek baran dibarî” (Insight on the Scriptures, Volume 1). Lê dîsa jî, berî cîkî ziha û xof bû (Qanûna Ducarî 8:14-16). Bêyî ava ku Yehowa bi keremetê da wan, bê şik him Îsraêlî him jî heywanên wan, wê bimirana (Derketin 15:22-25; 17:1-6; Jimar 20:2, 11).

Mûsa pêxember Îsraêliyara got, ku Yehowa mana da wan, wekî ewana bizanibin, ku “însan tenê bi nên najî, lê bi her tiştê ku ji devê Xudan derdikeve dijî” (Qanûna Ducarî 8:3).

a Binihêre Birca Qerewiliyê ya 1 Gulanê, sala 1992, rûp. 24-25.

b Kitêba Pîrozda tenê derheqa du dereca tê gotinê, gava beriyêda heywan bona Yehowa hatine qurbankirinê. Cara pêşin ew bû, çaxê kahîntî hate sazkirinê, lê ya duda, wedê Cejina Derbazbûnê bû. Her du derece jî sala 1512 B.D.M.-da bû, dêmek weke salek şûnda, paşî derketina Îsraêliya ji Misirê (Qanûna Kahîntiyê 8:14–9:24; Jimar 9:1-5).

c Nêzîkî xilaziya 40 saliya beriyêda, Îsraêlî şerda bi seda hezara heywan zeft kirin (Jimar 31:32-34). Lê dîsa jî, heta ku ewana ketine Erdê Sozdayî, wana mana dixwar (Yêşû 5:10-12).

d Tu tişt nade kifşê, ku heywana jî mana dixwar, çimkî Xwedê gotibû ku gerekê her kes tenê têra xwe manayê top ke, lê derheqa heywana, tu tişt nayê gotinê (Derketin 16:15, 16).