Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Navekî ji Kitêba Pîroz ser Derdana Berê

Navekî ji Kitêba Pîroz ser Derdana Berê

Sala 2012-da arxêologa kudurên derdaneke kêramîkî dîtin, kîjan ku 3 000 sal pêşda hatibû çêkirinê. Lêkolînkar gelek ecêbmayî man, lê ne ku ser kudurên derdanê, lê nivîsara ser.

Çaxê arxêologa hemû kudurên derdanê hevva kirin, wana xwend nivîsara ser wê, ku bi herfên Kenanîye kevin nivîsar bû: “Eşbaal Ben [kurê] Beda”. Ew cara pêşin bû çaxê arxêologa bi nivîsara berê, ev nav dîtin.

Bi rastiyê, ew nav, dêmek Eşbaal, Kitêba Pîrozda jî heye. Ew kurekî Şawûl Padşa bû (1 Dîr. 8:33; 9:39). Profêsor Yosêf Garfînkêl, yê ku tevî lêkolînkarên din ew derdan dît, got: “Rastî jî ecêb e ku ev navê Eşbaal Kitêba Pîrozda heye, û ku niha ji arxêologa jî hate îzbatkirinê, ku tenê wedê Dawid Padşa ev nav hebûye”. Hinek dibêjin ku ev nav xût wî wedeyî gelek belabûyî bû. Belê, ew tiştekî hûr jî îzbat dike wekî Kitêba Pîroz aliyê arxêolojîda jî rast e.

Kitêba Pîrozda cîk heye, kîderê ku Eşbaal tê navkirinê ça Îşboşet, dêmek “baal” hate guhastinê ser “boşet” (2 Sam. 2:10). Gelo çira? Lêkolînkar şirovedikin: “Nivîskarê 2 Samûyêlê diqewime nedixwest navê Eşbaal hilde çimkî Baal, xudanê baranê ya Kenaniya dikire bîra meriva. Lê yeke ev nav Eşbaal, kitêba Dîrokada hate xweykirinê”.