Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Alî Wan Bikin cem Kîjana Nexweşiya Êmosiyalî Heye

Çawa Alî Wan Bikin cem Kîjana Nexweşiya Êmosiyalî Heye

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (METELOK 17:17).

Ev Çi Tê Hesabê

Em dikarin bona hevalê xwe berxwe kevin, yê ku ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçire. Lê em xemkirina xwe bi wê yekê wîra gerekê nîşan kin, ku alî wî bikin wekî ew bikaribe ber nexweşiya xwe teyax ke. Gelo çi cûreyî?

Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide

“Bihîstinêda serxwe be” (AQÛB 1:19).

Gaveke lape ferz ku alî hevalê xwe bikî ew e, ku guh bidî wî. Lê ew yek nayê hesabê, ku her gotina wî tu eseyî gerekê hildî hesab. Wîra bide kifşê ku tu hazir î guh bidî wî û bona wî xem bikî. Serwaxt be û lez nekeve ku wî sûcdar kî. Bîr neke ku hevalê te dikare tiştên usa bêje ji bo çi jî paşê poşman be (Îbo 6:2, 3).

“Dil bidine” (1 TÊSALONÎKÎ 5:14).

Diqewime hevalê te berxwe dikeve yan jî difikire, ku ew kêrî tu tiştî nayê. Pê kirên xwe nîşan ke ku tu bona wî xem dikî, hela hê wî çaxî jî gava tu nizanî çi bêjî.

“Heval her gav hiz dike” (METELOK 17:17).

Wîra bide kifşê ku tu hazir î alî wî bikî. Dewsa ku xwexa safî kî çida alî wî bikî, wê baş be ji wî bipirsî. Hergê hevalê tera çetin e derheqa xwestina xwe bêje, bifikire çi hûn dikarin tevayî bikin. Mesele, bêje wî ku hûn dikarin tevayî bigerin, herine dikana kinca, tevayî malê bidine hev, yan jî tiştekî din bikin (Galatî 6:2).

“Sebira we hebe” (1 TÊSALONÎKÎ 5:14).

Diqewime hevalê te wê timê hazir nîbe dilê xwe tera veke. Wê baş be wî bidî bawerkirinê, ku tê bi şabûnê guh bidî wî gava ew bixwaze dilê xwe tera veke. Ji bo nexweşiya xwe hevalê te dikare tiştekî usa bike yan bêje, ji bo çi jî dilê te wê bêşe. Dibeke ew ji bo tiştekî eciz be yan jî nexwaze rastî te bê. Çaxê bixwazî tiştekîda alî wî bikî, bi sebir be û femkariyê bide kifşê (Metelok 18:24).

Piştgiriya Te Dikare Alî Hevalê Te Bike

“Ez bawer im wekî ez hevaleke usa me, ku hevala min dikare îtbariya xwe min bîne. Rast e ez nizanim çawa problêma wê safî kim, lê ez her tiştî dikim ku bi dil guh bidime wê yekê, çi ku ew dixwaze bêje. Carna ew dixwaze ku tenê guh bidine wê, wekî ew bikaribe xwe baş texmîn ke”—Fêra,  ahevala kîjanê ji bo nexweşiya berxweketinê û dêprêsiyayê, nikare xwarinê bixwe.

“Hevaleke min heye, ya ku gelek heyf û pozîtîv e. Carekê ewê ez teglîfî mala xwe kirim ser nan-xwarinê. Dereca usa dilgermda, minra hêsa bû dilê xwe jêra vekim. Evê yekê gelek ez hêlan kirim!”—Haûn, ya ku ji dêprêsiyayê diçerçire.

“Sebirkirin gelek ferz e. Çaxê kulfeta min tişteke usa dike, ji bo çi ez xemgîn dibim, ez tînim bîra xwe ku ew yek ji bo dêprêsiya wêye, ne ku ew xeysetê wêye. Ew yek alî min dike hêrs nekevim û hindava wê femkariyê bidime kifşê”—Aqûb, jina kîjanî ji dêprêsiyayê diçerçire.

“Kulfeta min gelek piştgiriya min dike û ber dilê minda tê. Çaxê ez bi zêdeyî berxwe dikevim, ew tu car zorê min nake wan tişta bikim, çi ku ez naxwazim bikim. Ev yek tê hesabê ku carna ew nikare wan tişta bike, çi ku hiz dike bike. Ew ruhê xwequrbankirinê dide kifşê û gelek merd e. Ew yek bona min gelek qîmet e”—Ênrîko, yê ku ji berxweketinê diçerçire.

a Hine nav hatine guhastinê.